Ji destpêka mirovahiyê ve heta îro her tim şer qewimîne û piştî van şeran jî bi hezaran mirov ji welatê xwe derketine û bûne koçber. Di Rojhilata Navîn û gelek cîhên din ên cîhanê de, di sedsala 21an de hê jî şer berdewam in. Şer û piştî koçberîya piştî şeran bandorên xirab li sosyolojîya civakê ava dike, taybet jî li ser tenduristîya gel.
Şer Çi ye?
Şer, taybet bi fiîlî lihevxistin du bereyên cuda ne, ev şer dibe ku bi dar û beran, bi çek û silahan an jî bi tang û topan be ku di encama vê yekê de kuştina mirovan, seqetî, birîndarî, tirs, buyerên terorê, xof, êş û hêsir e derxikevin meydanê. Bandora şeran jî hem maddî hem jî manewî tesîreke mezin li ser civakê diafirîne.
Piştî du şerên cîhanê yên mezin ên sedsala 20an, her çend fikir û nêrîn li ser aşitî û hizûrê bin jî ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn heta niha, nêzî 150 şer qewimîne û ji ber van şeran zêdetirî 60 milyon kesan jiyana xwe ji dest dane. Hejmara kesên ku ji Şerê Cîhanê yê Duyem heta niha di şeran de mirine 3-4 qat zêdetir in ji hejmara kesên ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de mirine.
Ji ber van xalan giştan şer buyereke ciddî ye û bi berfirehî dibe sedema pirsgirekên derûnî û fîzîkî yên tenduristiyê.
Ji ber şeran hin pirsgirekên derûnî pêk tên;
– Ji destdana derûnîyê
– Zêdebûyîna tevgerên tundî
– Wendabûna nirxên mirovahiyê û ji ber van tiştan bandorên li ser kesayetiya nifşên nû.
Pirsgirekên derûnî yên ji ber şer derdikevin holê:
– Xirabûna stresê ya piştî travmayê
– Xirabûna stresê ya akut .
– Depresyona piştî travmayê
– Lihevnekirina civakî.
Koçberî Çi ye?
Piştî şeran pirsgirêka herî mezin koçberî ye. Du awayên koçberîyê hene. Yek ji wan koçberiya hundirîn; ya din jî ya derveyîn e. Mijara me li ser koçberiya derveyîn e. Koçberî tevgereka cografîk e ku mirov ji bo paşerojê ji cihekê biçe cihekê din, bo demeke kurt an jî bi awayekî mayînde. Her weha koçberî, di encama hinek sedeman de bi şexşî an jî bi civakî pêk tê.
Koçberiya ku di jiyana mirovan de xwedî cihekî pir giring e, weke hemû bûyerên civakî di bin bandora gelek faktorên aborî, civakî, çandî û siyasî de ye. Koçberî, li gorî civakan bi şikil û naverokên cuda pêk tê û bi demê re tundî û rêça xwe diguherîne.
Berê Koçberîyê li Ku ye?
Îro li cîhanê tevgera koçberiyê bi piranî ji aliyê bakur ve ber bi başur, ji aliyê rojhilatê ve ber bi rojava ve diçe.
Rêjeya Koçberîyê Çawa ye û Sedemên Wê Çi ne?
Li gorî daneyên Rêxi·sti·na Cîhanî ya Koçberiyê-IOM li cîhanê 281 mîlyon koçber hene. Her çi qas sedemên koçberiyê di nava civakên cûda de bişibin hev jî, bi tevahî ne wek hev in. Sedemên koçberiyê ji ber şert û mercên taybet an jî nirxên çandî yên civakan cuda ne .
Di cîhên koçê de hin pirsgirêk çêdibin . Hinek ji wan pirsgirêkan ev in;
– Bêkarî
– Pirsgirekên niştecîhbûnê
– Pirsgirekên xaniyan
– Pirsgirekên çarmedorê
– Pirsgirekên binesaziyê
– Pirsgirekên çûnhatin ê
– Pirsgirekên perwerdeyê
Ji ber vê sedemên jî koça ku ji nişka ve û bilez guhertineke jîngehê çêdike û bi vî awayî bandorê li civak û kesayetan dike. ji aliyê civakî, çandî û bedenî ve, bandoreke pir giring jî li ser tenduristî û guherbarên tenduristîyê dike.
Pirgirêkên Tenduristîyê yên ji Ber Koçê Çêdibin
Wek ku tê zanîn tendurustî ne tenê xweşbûn û silametî ye. Ji aliyên başiya fîzîkî, civakî û derûnî ve xweşîya têr û xurt e. Her weha êdî ne wek berê ye, îro ne bi bîrdozîyên kevneşopî, berevajî tenduristî, bi awayekê psîko-civakî bi temamî tê nirxandin.
Li herêmên ku koçberan werdigirin, tunebûna saziyên tenduristiyê û tunebûna hêza mirovî ya têr a tenduristiyê van encaman di nava xwe de dihewîne:
– Asta dahata kêm a koçberan,
– Tengasiya aborî ya berdewam
– Kêmxwarinî
– Astengiya ziman
– Nebûna sîgorteya tenduristiyê
– Şêwazên jiyana kevneşop
– Stresa civakî û derûnî rewşa tenduristiyê ya koçberan xirab dike.
Bêyî van tiştan hin buyerên wek dizî û kuştinê û tundîyên nexwestî jî çêdibin.
Li gorî daneyên Rêxi·sti·na Cîhanî ya Koçberiyê-IOM, pêdiviyên koçberan ji alîyê tendurustî yê ve:
– Qontrolkirina nexweşiyên infeksiyonê
– Pêrgandina pêdiviyên lezgîn
– Tendurustiya derûnî û fîzîkî
– Nexweşiyên kronîk
– Pêrgandina çand û baweriyên tendurustî yê
– Rakirina faktorên ku bandorê li tenduristiya wan dikin tên diyar kirin
Her weha hin nexweşî hene bandorê li ser jin û zarokan dike.
– Mînak xirabûna pergala ketina kincan ya jinan (regl).
– Ji ber bêderfetî û bêhişmendî girtina zarokan ya zêde û bê qontrol.
– Di zarokan de jî tirs û xwastina mayîna bi tenê (fobiya civakî).
– Di zarokan de girêdayî kêmxwarînê ve malnütrisyon, pirsgirekêk kujer e û dibe sedema gelek pirsgirêkên tendurustî yên din.
– Di rêya koçê de jî nexweşiyên wek sorik, zikçûnî, infeksîyonên akût ya rêka bêhngirtinê derdikevin holê
– Ji nû ve derketina tuberkulozê, belavbûna AIDS û vîrûsa SARS’ê weke mînakên pirsgirêkên tenduristiyê yên ku di encama koçberiyê de li cîhanê zêde bûne tên nîşandan.
Bi gelemperî bêyî van daneyên zanîstî em dikarin van tiştan lê zêde bikin; di wexta koçberiyê de koçber rastî gelek pirsgirekên tendurustîyê tên, sedemên strestorên wan zêde dibin lê ji bo van mixabin terapîyên liberxwedayînê nînin. Yek ji van neyîniyan jî kêmasiya plansaziya malbatê ye.
Her weha ji ber ku hişmendiya cinsî bi koçberan re tune ye exleb ducaniyên zêde û nexwestî çêdibin . Mixabin ev tişta jî tê zanîn ku ew dewletên koçberan werdigrin welatê xwe bi awayekê veşartî derziyên infertilite (ji bo zarok qet çênebin) li jinên koçber dixin .
Ji bilî vê yekê tê derkete holê ku di demên kevnar de dewletan li ser koçberan de hin cêribandînên zanîstî kirine. Mixabin hin derman û kiryarên tenduristîyê yên em îro bi kar anîne bi ceribandinên neqanûnî li ser koçberan kirine. Bi piranî li ser jinên ducan û zarokan de ev kiryar pêk hatine.
Dikare were gotin ku prensîbên exlaqî, li seranserê pêşkeftina çandî û şaristaniya mirovahiyê, rêçên jêrîn şopandine.
– Heya ku berjewendiya te ya şexsî nebe, tu zirarê nadî kesî, tu kesî bi kêfa xwe nakujî.
– Heçî berjewendiya te be jî, ji bo bidestxistina wî pêwist be ku tu kesek bikujî, tu yê dev ji vê berjewendiyê berdî.
– Ji bo sedemek giring be jî, hûn ê zilmê li kesî nekin.
– Ger berjewendiyek we hebe, hûn ê hay ji xwe hebin ka ew zirarê dide kesên din an na.
– Hûn ê berjewendiyên xwe yên netewî an jî civaka ku hûn tê de ne, li ser berjewendiyên xwe bihesibînin.
– Ger berjewendiyên we yên netewî bi berjewendiya giştî ya mirovahiyê re li hev neyê divê hûn bikaribin dev ji berjewendiyên xwe berdin
– Ji bo pêşeroja mirovahiyê ger pêwist kir divê tu canê xwe jî feda bikî.
Di encamê de hate dîtin ku ji hindek sedemê berjewendîyên dewletan an jî şexsan şer û pervçûn derdikevin û ev yek jî dibe sebeba koçberîya şexsan an jî gelan. Li gel şer û koçberîyan gelek pirgirêkên tenduristîyê derdikevin jorê ku pêdivî ye di çarçoveya qanûnên navnetewî de mafên koçberan bêne parastin û tenduristîya wan bê berçavgirtin.