• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home TENDURISTÎ

Bandorên Cixareyê lı Ser Dev û Diranan

Bandorên Cixareyê lı Ser Dev û Diranan
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Her kes dizane ku cixare dibe sedema şêrpenceya pişikê. Herwiha cixare kuxik û nîşanên astimê xirabtir dike. Piranîya kesên ku titûnê bikartînin hay ji van xetereyan hene. Bandoreke din a cixareyê ku zêde balê nakişîne, tesîrawî li ser tenduristîya diranan e. Cixare dikare herikîna xwînê di devê de lawaz bike û bi vî awayî bakterî di devî de zêde dibin. Herwiha cixare dikare bibe sedema pirsgirêkên jêrîn di dev de:

1-Guhertina rengê diranan: Cixare ji ber rêjeyên zêde yên nîkotîn û qetranê, diranan qehweyî yan zer dike.

2-Rizîbûna diranan: Cixare pergala parastinê ya laş qels dike, ji ber vê yekê dev şiyana xwe ya şerkirina bakteriyên ku ji ber cixareyê dikevin devî winda dike.  Hêdî hêdî diran ji ber kombûna plakan rizî dibin. Herwiha titûn bi hilweşandina mînayê diranan dibe sedema rizîbûna diranan.

3-Nexweşîyên pidî: Bikaranîna titûnê dibe sedema kêmbûna oksîjenê di nav xwînê de û ji ber vî pidîyê nexweş nikare sax be. Herwiha cixare dibe sedem ku nexweşîya pidî zûtir pêş bikeve. Nexweşîya pidî dibe sedema sorbûna pidî, xwînhatin ji pidîyê di demafirçekirinê de, êşa pidîyê dema cûtinê, sistbûna diranan û di dawîyê de jî ketina diranan.

4-Şêrpenceya dev: Pir kes dizanin ku cixare dibe sedema şêrpenceya pişik û qirikê, lê herwiha cixare sedema sereke ya şêrpenceya dev a kujer e. Dûmana titûnê molekuline heye ku dikare metirsîya şêrpenceya dev, lêv, gep, ban û binê dev û zimanî zêde bike.

5- Kêmbûna hestên çêj û bêhnê: Madeyên kîmyewî yên jehrî yên di cixareyê de, reseptorên çêjê yên li ser zimanî lawaz dikin û bi vî awayî hestên çêj û bihna mirov kêm dibin.
6-Bihnapîs a devî: Devê cixarekêşan bihneke tûj heye. Ev bêhn ji ber madeyên kîmyewî yên zirardar e ku ji cixareyê dikevin devî û di hundirê dev de dimînin û dibin sedema bêhna pîs û ziwabûna devî.

7- Têkçûna împlantên diranan: Di mirovên ku cixareyê dikişînin de împlant dikare were bikaranîn lê belê metirsîya têkçûna împlantê di van kesan de zêdetir e. Di van kesan de pirsgirêkên împlantan jî zêdetir e.

8-Saxbûna dereng piştî dermankirinê: Bikaranîna cixare û titûnê pergala parastina laşî lawaz dike.  Ev dibe sedema ku piştî derxistina diranan an neştergerîyê, dev derengtir baş bibe. Herwiha êşa piştî neştergerîyê di van kesan de zêdetir e.
Heke hûn cixareyê dikişînin, ji bo pêşîgirtina pirsgirêkên diran û pidîyê, rêbazên jêr bi kar bînin:

-Hewl bidin ku dev ji cixarê berdin.

-Ger ji bowe zehmet e ku hûn dev ji cixarê berdin, di destpêkê da, hewl bidin ku hejmara cixareyên ku hûn dikişînin kêm bikin.

-Diran û zimanê xwe rojê du caran bi hevîra diranan a bi floridê firçe bikin.

-Ji bo paqijkirina navbera diranên xwe rojê carekê bendikê diranan bi karbînin.

-Her 6 heta 12 mehan carekê bijîşkê xwe yê diranan bibînin. Ew  dikarin şîretan bidin ka meriv çawa li malê bi rêkûpêk lênihêrîna diran û pidîyê xwe bike û zû pirsgirêkan fahm bike. Serdanên bi rêkûpêk dikarin bibin alîkar ku diran û pidîyê we sax bimînin.

-Mehê hin devê we hişk bibe. Gelek av vexwin û benîştê bêşekir bi kar bînin. Ev bi taybetî de a ku hûn dermanên ku dibin sedema hişkbûna devî digirin, girîng e

-Madeyên hişbir û alkolê ji xwe dûr bikin.

Dr. Nazenîn Çûpanî

Dr. Nazenîn Çûpanî

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.