Nêzîkî 3,2 mîlyon salan berê, yek ji bav û kalên me Lucy, li devera ku îro wekî Etîyopya tê zanîn dijîya. Qerqodeyekê fosîlî ku 50 sal berê hat keşifkirin, hizira me ya li ser peşveçûna mirovan guhert. Lê fêmkirin ku celebê Lucy ne bi tenê bû. Di heman serdemê de, li parzemînê ji bilî Lucy çar cureyên cuda yên kevnmirovan hebûn. Gelo cîranên Lucy kî bûn û gelo van celeban bi wê re têkilî danîne?
Cureyê Lucy, Australopithecus afarensis, bi qasî mîlyonek salan li Afrîkaya Rojhilatê jîya. Fosîlên wê li herêmeka 2350 kîlometreyî ji bakurê navendî Etîyopyayê heta bakurê Tanzanyayê hatin dîtin.
Donald Johanson, paleoantropologê ji Zanîngeha Dewletê ya Arizona ku di sala 1974ê de bi xwendekarê xwe yê mezûn Tom Gray re fosîlên Lucy keşf kir, dîyar dike ku ev celeb celebekê pir serkeftî ye ku bi hêsanî xwe li jîngehên cihêreng vedigire.
Bi dehsalan piştî vedîtina Lucy, paleoantropologan bawer kir ku bi tenê celebê Australopithecus afarensis di serdema navîn a Pliocene de (nêzîkî 3 û 4 mîlyon salan berê) jîyaye. Lêbelê, hestîyê erzingê (çene) ku di sala 1995an de li herêma Bahr el Ghazal li Çad hate dîtin ev mesele guhert. Ev fosîla ji cureyên ku temenê wê 3,5 milyon sal in û wê jê re Australopithecus bahrelghazali bê binavkirin, nîşana yekem bû ku homînînên din di dema Lucy de jîyane.
Dibe ku cureyên Lucy bi van australopitekûsan re têkilî nedanîbin ku ji 2,400 kîlometreyan ji wan dûr bûn. Lêbelê, li cîhê Woranso-Mille ya li herêma Hadar a Etîyopyayê, ku bi tenê 48 kîlometreyan dûrî cihê Lucy lê hatî dîtin, hem Australopithecus afarensis û fosîlên anatomîkî yên cihê hatin dîtin.
Ev fosîl aydî celebekê nû yê australopîthecus, Australopithecus deyiremeda ne, ku dîroka wan di navbera 3,5 û 3,3 mîlyon salan berê de ye. Australopithecus deyiremeda xwedan diranên cuda ji cureyên Lucy bûn û pêşnîyar dike ew xwedî parêzên cuda ne, lê paleoantropolog niha li ser wê yekê nakok in ku ew celebek ji Lucy cuda ye an na.
Celebekê dî…
Fosîleka din a ku li Woranso-Mille hatî dîtin lingekî qismî bû ku di navbera 3,4 û 3,3 mîlyon salan berê de ye. Struktura tilîya vê fosîlê, ku ji bo lingê minasib e, nîşan dide ku şîyana hilkişîna ferdî çêtir bû ji ya cureyên Lucy yên li ser her du pêyan dimeşin. Her çend ev kes bi eşkere ne endamê Australopithecus afarensis be û hêj ji celebekê re nehatibe destnîşankirin jî, ew wekî lingê Burtele tê zanîn.
Li malpera Lomekwi ya li Kenyayê, Meave Leakey û ekîba wê cureyên din ên homînîn ên Pliocene yên navîn, Kenyanthropus platyops keşf kirin. Ev cure bi qasî 3,3 heta 3,2 mîlyon sal berê jîyaye, lê bi qasî 1000 kîlometreyan ji hev dûr in.
Mejîyê Kenyanthropus platyops ji alîyê mezinahîyê ve bi ser Australopithecus afarensis ve diçe û ev cure di jîngeheka qeraxên golê de dijîya mîna ya ku Lucy tê de dijîya. Digel ku hin lêkolîner difikirin ku Platyops Kenyanthropus dibe ku guhertoyeka Kenyayî ya Australopithecus afarensis be, yên din nemaze Haile-Selassie, argûman dikin ku diranên wî yên jorîn têra xwe cuda ne ku ew tercîh dikin ku jê re cins û celebekê cuda bi nav bikin.
Haile-Selasie û hevalên wî dinivîsin ku “Nêrînek ji nêz ve li delîlên fosîlên heyî yên ji Etîyopya, Kenya, û Çad nîşan dide ku Australopithecus afarensis ne bi tenê celebê homînîn bû di dema Pliocene Navîn de û celebên din jî hene ku bi zelalî ji wê veqetandî di warê adaptasyonên lokomotor û parêza wan de ne.”
Gelo Ev Cureyên Cihê, Hev Dîtine yan jî Têkilîya Zayendî di Nav Wan de Çêbûye?
Hema hema hemû prîmat mexlûqên civakî ne; ew kom bi kom dijîn û ji bo lêgerîna xwarinê hevkarîyê dikin. Wekî din, hin prîmatên nemirovî, wek tamarîn, marmoset û meymûnên hawargir, bi hevjîna navbeynê re têkilîya zayendî didanîn.
Mîna piranîya prîmatan, cureyê Lucy jî xwedî strektureka civakî bû. Tê fikirîn ku Lucy di komek 15-20 kesan de dijîya. Şopên fosîlî yên sê australopîtekûsên ku bi hev re dimeşin li cîhê Laetoli li Tanzanyayê hatine dîtin, delîlên din peyda dikin ku ev cure xwedan strektureka civakî ye.
Lêbelê, delîleka berbiçav a hevşabûnê di navbera celebên cuda de nîne. Antropologê bîyolojîk Rebecca Ackermann ji Zanîngeha Cape Town dîyar dike ku cudahîyên di avahîya diranan de di Australopithecus afarensis de îhtîmala hîbrîdîzasyonê nîşan dide. Lêbelê, ev delîl ji hêla analîzên DNA ve nayên rastkirin, ji ber ku fosîl pir kevn in.
Ackermann dîyar dike ku lêkolîna proteînên kevnar dikare li ser vê mijarê bêtir agahdarî bide. Bi vê rêbazê têkilîyên xizmtîyê yên ferdên di nava cureyên Paranthropus robustus zelal kirin ku 2 milyon sal berê li Afrîkaya Başûr jîya bûn.
Piştî vedîtina Lucy , tevî gelek fosîlên ku di nîv-sedsalê de hatine vedîtin, paleoantropolog hewce ne ku bêtir lêkolînan bikin da ku cîhana ku Lucy tê de jîyaye bi tevahî fam bikin.
Jeremy DeSilva, antropologê bîyolojîkî li Koleja Dartmouth dibêje: “Ev homînîn çawa bi hevûdu re têkildar bûn, wan çawa têkilî danîbûn, wan çawa valahîyên li hawîrdorê tijî kirin û dereceyên gengaz ên hîbrîdîzasyonê wekî pirsên vekirî û giring dimînin.”