• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Barana Meteora Perseidê Çi Ye?

Zaylitol Çi Ye?
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Barana Meteorên Perseîd celebek barana meteoran e ku bi dûvstêrka Swîft-Tuttle ve girêdayî ye. Ji ber ku belavbûna wê ya li ezmana digihêje komestêrka Perseîdê, navê wê jî kirine “Barana Meteor a Perseîd”.

Ewrê Perseîdê ku ji perçeyên dûvstêrka Swîft-Tuttle pêk tê, li ser rêya dûvstêrkê şop bi şop dimeşe. Ev ewr bi piranî ji parîyên bi hezaran salî pêk tên. Salê carekê kerîyên ewrê belavbûyî bi rakêşa dinyayê re tevdigerin û bi barîna meteoran şoveke mezin didin ber çav.

Barana ku her sal di nîveka meha tîrmehê de dest pê dike, li gorî ku ber bi rêya diherike bi piranî di navbera 9-14 Tebaxê de dibare. Mîrov di roja wê ya lûtkeyê de dikare di nava saetekê de li ezman zêdetirî 60 meteoran bi çav bibîne û ev jî dîmeneke efsûnî ye. Dema ku barana meteorê li ezmên dest pê dike bi piranî ji Nîvkada Bakur xuya dike. Li Nîvkada Başûr kêm tê dîtin. Gelek meteorîtên ku di navbera sibeh û nîvroyê de dikevin atmosferê jî ji ber ronahîya rojê mîxabin bi çav nayên dîtin. Lê meteorîtên ku berîya nîvê şevê dikevin atmosferê, bi guleyên xwe yê ji agir li ezmên şopên dirêj û geş xêz dikin. Meteor bi gelemperî di 80 kîlometre bilindahîya atmosferê de dişewitin û belav dibin.

Heger tu li bajarekî dijî û şansê te tunebe ku ji bajêr dûr bikevî, yanî dema tu li esmanan binihêrî û tenê 10-15 stêrk bibînî, ji bo temaşekirina barana meteoran xwe amade neke û li ber xwe jî nede, çimkî heta ji bajar dûr û nêzîkî xwezayê nebî tu yê tiştekî nebînî.

Hin ji wan meteorîtên ku em dê bibînin bi ronahîya xwe pir geş in û ji wan re dibêjin topên agirîn. Ew pir kêm xuya dikin û ji ber vê yekê eger derfeta we hebe biçin cîhek ji ronahîya bajêr dûr, da ku hûn ji van dîmenên rengîn bêpar nemînin.

Tişta herî xweş di temaşekirina barana meteoran de ev e ku hewcedarîya we bi tu amûrên bînahîyê  tune ye. Ji ber ku ev bûyer bûyereke demkurt e û ji nişkav diqewime, wenda dibe. Ya herî xweş ji xwe re li cîhekî ku hun bikaribin qada ezman hemî bibînin li serpiştê razên û li tevahîya ezman temaşe bikin.

Çavkanî:

Wikipedia

kozmikanafor.com

Mizgîn Amak

Mizgîn Amak

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.