Nûhev Media ku nûtirîn û ciwantirîn medyaya kurdî ye, baştirînên kurd ên sala 2023an ragehand. Di çarçoveya xebat û lêkolînan de Nûhev Mediayê lîjneyeka navxweyî ava kir û di encama çavdêrîyan de baştirînên kurd ên sala 2023an eşkera kir.
Di sê kategorîyên cuda de ji bo her kategorîyekê jinek û mêrek hate hilbijartin ku bi tevahî 6 kes hatine hilbijartin. Her weha Nûhev Mediayê ragehand ku helbet di nav kurdan de çendîn kesên hêja belkî bi sedan belkî bi milyonan hebin lê di karên weha bivênevê baştirîn û berçavtirîn kes tê hilbijartin.
“Ev destpêkek e, em ê berfirehtir bikin…”
Her weha Nûhev Mediayê lê zêde kir: Em bi tene destpêkek û caribandinek e ji bo me. Em medyayek nû ne û em hewil didin karên baştir bikin. Em dixwazin di salê pêşdetir de kategorîya kesên baştir berfirehtir bikin û ew kesên xelat wergirtîn jî xelat bikin.
Lîsteya Baştirînên Sala 2023an a Nûhev Mediayê Weha ye:
Baştirîn Ciwana Kurd: GULISTAN KAVAK
Ji baştirîn keça kurd Gulistan Kavak hate dîtin ku berî çendîn roja Xelata Dîsleksîyê standibû. Xelata Dîsleksî salê carekê ji bo kes, komele an jî saziyekê tê dayîn ku ji bo kesên bi dyslexia, dyscalculia an jî zehmetiyên xwendin, nivîsandin û hejmartinê tiştek erênî kirine. Gulîstan Kavak di nav sed kesan de hat hilbijartin.
Gulîstan Kavak li Swêdê ji dayîk bûye, lê bi eslê xwe ji Nisêbina Mêrdînê ye. Malbata wê di sala 1991an de koçî Swêdê kirîye. Gulîstan Kavak civaknas û nivîskar e. Ew li dibistanê wek şêwirmendê dibistanê (school counselor) dixebite, ku beşek ji tîma perwerdehiyê ye û alîkariya giring dide xwendekaran.
Baştirîn Ciwanê Kurd: YEHYA LEZGÎN CHALÎ
Baştirîn kurê kurd ku mebest jê kurê ciwan ê kurd e, îsal Yehya Lezgîn Chalî hêja hate dîtin. Yehya ku bi navê Keyo Chalî jî tê nasîn îsal di warê jîrîya destkirî (çêkirî) de xabeteka esasî kiribû ku dikare rê li ber pêngaveke nû veke. Chalî, rêya jîrîya destkirî robotekê bi navê Rony çêkiribû. Rony, peyamnêrek e. Ji 109 zimanan nûçeyan kom dike û têxe şiklê nûçeyan. Anku ev robot karê 109 nûçegehan û peyamnêran dike.
Yehya Lezgîn Chalî di sala 1999an de li qezaya Pîrmamê ya ser bi Hewlêrê ve ji dayik bûye. Li Hewlêrê dijît û beşa endazyarîya nermalavan xilas kirîye. Karê programîngê dike û yekem şirketa AI li Kurdistanê û Îraqê bi giştî danîye bi navê Ovanya. Şirketeka xwe ya din jî ji bo reklaman bi navê Jootside jî vekirîye. Ew ji alîyê gelek zanîngehan hatîye vexwandin û xelatkirin.
Baştirîn Jina Kurd: DÎLAN YEŞÎLGOZ
Ji ber kar û barên serkeftî di qada sîyasî de, Dîlan Yeşîlgoz wekî baştirîn jina kurd a 2023an hate dîtin. Taybet di van salên dûhamîkê pêl pêl bi serkeftinên sîyasî bi dest xistibû. Ku hindik mabû bibe yekem seroka jin a Holendayê. Di nav çend rojan de ji bo Dîlanê hevgirtinek çêbû kete rojeva tevahîya kurdan.
Dîlan Yeşîlgoz-Zegerius, di 18 Hezîrana 1977an de li Enqereyê hatîye dinyayê. Binekoka malbata wan digehe Dêrsimê. Dîlan keça Yucel Yeşilgoz e ku berî Darbeya 12yê Îlonê perwirdarê Dîskê bû. Hema piştî darbeyê babê wê ji Tirkîyeyê revî û daxwaza hewandinê ji Holendayê kir. Pişt re Dîlan bi dayika xwe û xwûşka xwe re bi rêyên qaçax penaberî Ewrûpayê dibin. Her weha bi Rene Zegerius re zewicî ye.
Dîlan Yeşîlgoz di “Partîya Gel ji bo Azadî û Demokrasîyê” (VVD) de ji 2017an heta 2021an emdamtîya Meclîstî Temsîlkaran kirîye. Di navbera salên 2021-2022an de bûye Wezîra Dewletê ya Polîtîkayên Avhewa û Karê Ekonomîyê di hikûmeta Holendayê de. Ji Kanûn Paşîn a 2022an heta ve Wezîra Dadmendî û Ewlehîyê ye. Li gel devjêberdana Mark Rutte jî bû serokê partîya xwe.
Baştirîn Mêrê Kurd: BEXTÎYAR ELÎ
Baştirîn mêrê kurd ê îsal bû Bextîyar Elî. Bextîyar ‘Elî nivîskarê kurd ê Başurî Xelata Hilde Domînê ya sala 2023an standibû. Bextîyar Elî bi nivîsandina xwe ya li ser meseleyên civakî û atmorfera herêmî, sînorên kesayetîya xwe derbaz kirîye û hem di nav kurdan de hem jî di nav wêjeya cîhanê de deng vedaye û gehiştîye merheleyeka bilind. Elî Bextîyar ‘Elî mînaka mirovahîyê di pûnase xwe de nîşan daye di cîhana qeyran û şer de.
Bextiyar ‘Elî, nivîsakrekê kurd ji Başur e. Bextîyar di sala 1960an de li Silêmaniyê ji dayik bûye. Li Zankoyên Silêmanî û Selahedînê beşa Erdkolojiyê xwendiye. Di sala 1983an de li Hewlêrê di xwepêşandanan de birîndar dibe, pişt re zanîngehê berdide. Ji wê demê ve li Almanyayê dijî.
Baştirîn Hunermenda Jina ya Kurd: PERVÎN CHAKAR
Pervîn Chakar wekî baştirîn hunermenda jin a kurd hate dîtin. Chakar bi stranên xwe yên operayê dengê daye. Chakar bûye sapranoyek mezin a kurdan. Stranên xwe hem bi tirkî hem bi kurdî dibêje. Taybet meha borî hate vexwendin ji bo şeva taybet a “Şeveka Operayê” ku çendîn sîyatsetmedar beşdar bûbûn. Li wê dere ji ber hunera wê ya bilind destê wê hatibû maçkirin.
Pervîn Chakar jineke kurd e û ji Mêrdînê ye. Chakar di 19ê Xizîrana 1981ê de hatîye dinyayê, bes emre xwe li Ereğlîya Behrareş û Fatsayê borandîye. Perwerdeya xwe taybet li Îtalyayê dîtîye. Heta çendîn xelat standine.
Baştirîn Hunermendê Mêr ê Kurd: MEHMÛD BERAZÎ
Ji bo kategorîya baştirîn hunermendê mêr ê kurd Mehmûd Berazî hate dîtin. Berazî di van salên dawîn de bi hunera û resenîya xwe rengekê nû xiste nav stranên kurdî. Berazî îsal nesekinî û berhemên wekî “Cerr”, “Li Herî Jorê” û “Li Qamişlo Li Ber Derî” derxistibûn. Berhemên wî gelek hatin guhdarkirin û heskirin.
Berazî di sala 1983an de li Serêkanîya Rojava hatîye dinyayê. Ji eslê xwe ji Kobanê ye. Di sala 1994an de dest bi muzîkê kirîye û li gelek cihên taybet perwerde dîtîye.a