Em Nûhev Media, me baştirînên salê yên kurd ên sala 2024an dîyar kirin. Îsal jî ev dûyemîn sal e ku em baştirînên salê yên kurd hildibijêrin. Li gor vê yekê di warên huner, edebîyat, zanist û civakî de kesên ji hêla desteya me ya hilbijêrîyê ve hatine dîyarkirin, me hêjayî vê nasnavê dîtin. Îsal jî me gelek kesên qîmetdar hilbijartin.
Şopdarên Nûhev Mediayê yên hêja, me saleka din li pey xwe hişt! Bi hemû serpêhatîyên xwe, çi baş û xirab, me hewil da ku em li gorî nîzama nû ya cîhanê û zimanê medyayê bimeşin ku her dem venû dibe. Bê guman, ev jî ne hêsan bû. Nûhev Media bi hewildana afirandina çavkanîyên xwe yên ji karsazîyên alternatîf bi keda xwe xebatên xwe didomîne, hemû hewildanên xwe yên ji bo siberojê pêşkêşî we dike ku xeyal dike cihekê jêhatîtir û bedewtir bigire.
Em Nûhev Media, neynika hevpar û dengê hevpar ê nifşê nû ne ku em dixwazin li ser her mijarê bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin û bi zimanê xwe naverokan çêbikin. Bi saya we, em her roj xwe digihînin zêdetir kesan û hewildanên xwe geş dikin. Îsal me li paşerojê nihêrî û me xwest em serkeftinên xwe bibînin û gelo ka yên din çi kirine em binirxînin. Wek hûn jî dizanin sala borî me di qadên cuda de baştirînên salê hilbijartin. Îsal ji bo we kesên ku li ber çavê me ketin û hêjayî parvekirinê bûn me lîsteyek amade kir. Dibe ku me hinek nedîtibin an jî em negihîştibin wan.
Li hember hemî pirsgirêkan me xwest em hêz û şîyan û serkeftinên kurdan ên di qadên cuda de nîşan bidin ku kurd ne kêmî miletên dî ne û herî kêm wekî wan e. Ji bo ku di demên pêş de xebateka bi bandortir û bi beşdarbûn pêk were em ê bi hemû hêza xwe berdewam bin. Niha li vê derê çend kesên herî serkeftî yên salê hene, ku ji alîyê ekîba Nûhev Mediayê ve bi hizira hevpar hatine dîyarkirin! Lîsteya me ya Baştirînên Sala 2024an ên Nûhevê weha ye:
Hunermenda Salê: Nejbîr Erkol
Nejbîr di sala 1995aan de li Nisêbînê ji dayik bûye, xwedî kesayeteka pir rengîn û têgihîştina hunera modern e. Em dixwazin hûn hemû Nejbîr Erkolê baştir nas bikin ku ji sala 2017an hir ve di gelek bîenal, pêşangeh, performans, atolye û bernameyên lêkolînê de cih girtîye! Nejbîr hunermendeka ciwan a serkeftî ye di ronîkirina tiştên dîtin û hîskirinê de! Hunermenda berhemdar Nejbîr Erkol, ku di sala 2024an de di pêşangeheka takekesî, 2 pêşangehên komê û 3 performansan de cih girt; hêjayî “xelata hunermendên hemdem” ji alîyê bankeyeka taybet a li Tirkîyê ve hate dîtin.
Hunermendê Salê yê Rapê: Robin Nazarî
Hunermendê muzîka rapê û sînemayê Robîn Nazarî ku bi eslê xwe ji Başûrê Kurdistanê ye, bi projeyên xwe yên sînemayî yên serkeftî û bi muzîkê re, berîya niha navê xwe di dîroka kurdên serkeftî de nivîsandîye! Piştî projeyên sînemayê yên wekî “Clark” û “Snabba Cash”, wî çîroka xortekê ji Efrînê wekî yek ji karakterên sereke di fîlma “The Beautiful Game” de nişan da ku îsal li ser Netflixê derketibû. Wî sala 2024an bi du albûmên hêja di koma “BIJΔ de temam kir ku wî bi Maceo Frost re damezirand.
Robîn Nazarî, muzîka rapê bi zimanên kurdî û îngilîzî, bi giranî di şêwazên battle, drill û T-rapê de pêşkêş dike, ji tîma Nûhevê ya ku hes ji guhdarîkirina muzîka rapê dike, notên tam girt û bû hunermendê muzîka rapê yê salê. Em jê re di karîyera wî ya rap û lîstikvanîyê de serkeftinê dixwazin! Zigidi Zigidi Zor Ciwan!
Hunermenda Salê ya Muzîkê: Rewşan Çelîker
Hunermendeka din a serkeftî ku mora xwe li salên dawîyê dayî Rewşan e, ku di sala 1980yê de li Tetwanê ji dayik bûye! Di tirimbêlê de, dema meşê, li ber kargehan, dema xemgîn, dema dilgeş, li ser kar, li suhbetên qehwexaneyan, berî razanê an piştî şîyarbûnê… Bi kurtasî îsal her kesê di her fersendê de li Rewşanê guhdarî dikir.
Lê em spasîya wê dikin ku di vê demsalê de li gel ku mijûl bû jî bi sehne û gera xwe, karî albûma HINARê amade bike ku ji 9 stranan pêk tê. Ev berhem anî cîhana muzîka kurdî û cesaret û îlham da keçên ciwan ên kurd! Me Rewşan weke hunermenda herî serkeftî ya sala 2024an bijart, bi ahenga bi Hakan Gürbüz û hevalên wê yên din re pêk anîbû, careka din bi bîr xist ku muzîk xebateka cidî ya karê tîmê ye. Em sersala wê û hevalên wê pîroz dikin!
Hunermendê Salê yê Muzîkê: Mehmet Atlı
Helbet yek ji hunermendên mêr ên herî serkeftî yên sala 2024an Mehmet Atli ye, bi deng û berhemên xwe yên bi kalîte û kevnnenas, ne asayî û bê westan! Hem mîmar e hem hunermend hem akademîsyen û hem jî pirek e! Mehmet Atli. Bi dirûşma “Mûzîk wargeha min e” 30 sal li pey xwe hişt û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka Muzîka Kurdî de nivîsî.
Albuma Mehmet Atli ya bi navê “Na, Ne Tenê Me!” wî di navbera rabirdû û niha de pireka hunerî ya pirreng ava kir. Em hêvî dikin ku xebatên bi vî rengî zêdetir bi kurdî bên kirin û em ji Mehmet Atli re 30 salên din ên serkeftî dixwazin!
Nivîskara Salê: Fexrîye Adsay
Yek ji nivîskarên herî çalak û berhemdar ên îsal Fexrîye Adsay bû. Fexrîye Adsay bi berhemên xwe yên wergêrana kurdî xebatên xwe di arşîva berhemên nivîskî yên kurdî de didomîne, di sala 2024an de bi aktîvîzm û şêwaza xwe ya ragihandinê ya bêhempa, bû yek ji nivîskarên herî popûler. Fexrîye Adsay bi nivîskarî û wergêrîyê têr nebû, bi her pêşangeh û hevpeyivîneka karî beşdar bibe, fikrên xwe anîn zimên û ji bo ekosîstema Edebîyata Kurdî û neteweya kurdî berdewamîya tevkarîyê kir. Fexrîye Adsay di heman demê de bi naveroka ku li platformên wekî YouTube bar kirîye, bûye keseka ku pêvajoyên hilberînê dîjîtalîze dike û dikeve nav şert û mercên îroyîn.
Nivîskarê Salê: Îlhan Samî Çomak
Helbet yek ji geşedanên herî giring ên îsal ji bo kurdan jî azadîya Îlhan Samî Çomak bû. Îlhan Samî Çomak zêdeyî 30 salan e ji ber îdîayeka “nepiştrastkirî” di girtîgehê de bû. Îlhan Samî Çomak’î di zindanê de dest bi helbest, nivîskarî, berhem û ya herî giring jî evînê kir, ne bi tenê bû nivîskar, di heman demê de bû çalakvanekê ku bi hezkirin û helwesta xwe karî cesaretê bide gelek kesan!
Me ji nivîsên wî, ji helbestên wî, ji nivîsên wî yên hatine şanokirin û ji peyamên wî yên ku di hin deman de derfeta parvekirina bi raya giştî re peyda bûyîn, dît ku Îlhan Samî Çomak hem modelekê nefspiçûk û hem jî serkeftî ye! Îlhan Samî Çomak ku di heman demê de endamê rûmetê yê gelek komeleyên nivîskar û helbestvan ên navneteweyî ye, saleka din a serkeftî li pey xwe hişt û ji alîyê tîma Nûhevê ve wekî nivîskarê salê hate hilbijartin!
Çêkerê (Produktorê) Salê: Ridvan Yildirim
Di salên dawîyê de, trenda muzîkê jî dest bi guhertinê kir. Îro, gelek kes, ciwan û pîr, ne bi tenê li versîyonên hêsan û orîjînal ên stranan lê her weha li remiksên wan jî guhdarî dikin. Bi rastî, remîksên hin stranan ji versîyonên wan ên orîjînal zêdetir têne guhdarîkirin. Bi awayekî siruştî, kurdên bi muzîkê re eleqedar, di van demên dawîyê de hilberînerên ku remîksên bi kalîte çêdikin hene û di wê bazarê de pêşbazî pir zêde ye.
Îsal dema em li ofîsa Nûhevê dixebitîn, her cara ku me xwest em guh bidin stranên remîksan, hilberînerê me yê herî heskirî îsal produktorê serkeftî yê Cizîrê Ridvan Yildirim bû, ku di nava salê de bi xebatên curbicur bi şiroveya xwe ya dîjîtal re pêşçav bû. Hûn dikarin li ser sepanên wekî YouTube û Spotify li berhemên Ridvan Yildirimî guhdarî bikin! Guhdarî xweş.
Derhênerê Salê: Bîlal Korkut
Bîlal Korkut di sala 1987an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 2009an de beşa mamostetîya tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê qedandîye. Di sala 2015an de di beşa Ziman û Çanda Kurdî de li Zanîngeha Artukluyê mastera xwe qedandîye. Heta niha derhênerîya lîstikên şanoyê yên “Em Cîran in”, “Çîrokên Jinan” û “Nene ile Tilkî” kirîye û di sala 2016an de li Zanîngeha Hunerên Bedew a Mîmar Sînan beşa Sînema û Televîzyonê bi cih bûye.
Bilal Korkut, îsal di gelek festîvalên fîlman de cih girt û bi taybetî bi fîlmê xwe yê bi navê “Biraxane”yê xelat wergirtin, heman fîlm kir pirtûkek û di Weşanên Sor de weşand. Bîlal Korkut li ser xeta Manchester – Mêrdînê dijî, zewicî ye û zarokekê wî heye. Eşkere ye ku dê di salên pêş de karên baştir bike û balê tam bikişîne ser xwe. Em jê re serkeftinê dixwazin di her warî de!
Lîstikvanê Salê: Erdal Kaya
Erdal Kaya van salên dawîyê di karîyera xwe de pêşkeftineka mezin kir. Hema bêje ji alîyê her kesê ve tê naskirin û zanîn. Kaya li ser sehneyê her kesê dide kenandin û pê re dide fikirîn. Îsal jî bû kesê herî zêde li ser tê axaftin, tê temaşekirin û di heman demê de herî zêde derketî ser sehneyê. Stand Upa “Vik û Vala” 2 salan her tim çû pêşandanan bala xelkê gelek kişand, bi stand Upa xwe ya nû ya bi navê “Zikopişto” karî mohra xwe li heyama dawî ya sala 2024an bide. Rûyê te her tim bibişire û her tim rûken bî birêz Erdal Kaya!
Lîstikvana Salê: Perînaz Delazy
Di van salên dawîyê de, gelek hunermendên jin ên sehne û performansê, bi taybetî bi rehetîya ku ji hêla medyaya dîjîtal ve tê peydakirin, bêtir xuya dibin û zêdetir naverokên bi kurdî dihilberînin. Yek ji kesên herî serkeftî ku ji alîyê gelek kesan ve hatî dîtin û teqdîrkirin û îlhama zarok û ciwanên ku karîn xwe bidin hunera şanoyê Perînaz Delazy bû. Perînaz di ekîbên serkeftî yên wek Hinek Henekê de cih digire û performansên nuwaze pêşkêş dike, di nav wan kesan de ye ku li bajarên me yên wek Wan û Dîyarbekirê hewil dide çanda şanoyê zindî bihêle! Perînaz Delazy, em ji te re serkeftinê dixwazin di rêwîtîya te de.
Rojnamegerê Salê: Ferît Demîr
Ferît Demîr rojnamevanekê kurd ê navdar e ku li navçeya Pertekê ya Dêrsimê ji dayik bûye. Ji sala 1993an ve bi awayekî aktîf karê rojnamevanîyê dike. Ferît Demîr ku bi helwesteka wêrek û zîrek a rojnamevanîyê, bal kişand ser qetilkirina Narîn Gûranê ku em hemû matmayî kirin û tevahîya gelê kurd di şînê de hişt, ji bo afirandina raya giştî li ser mijarê têkoşîneka cidî da. Em careka din bi Ferît Demîr re di karê rojnamegerîyê de serkeftinê dixwazin ku tevî gefên kuştinê jî paş ve gav neavêt.
Rojnamevana Salê: Rabîa Önver
Rojnamegera ciwan, wêrek û biryardar a Colemêrgê Rabîa Önver bû yek ji kesên ku nûçeyên herêmî yên herî balkêş ên sala 2024an çêkirî. Her çendî rastî çewisandin, tehdîd û îftirayên bêbingeh hatibe jî, paş ve gav neavêt û di çarçoveya prensîbên rojnamegerîyê de kesên ku li wî bajarî bi darê zorê “fuhûş û bikaranîna narkotîkê” dikin, dan eşkerekirin.
Werzişvanê Salê: Denîz Undav
Denîz Undav ku bi eslê xwe ji Wêranşarê ye û hem di Tîma Neteweyî ya Almanyayê, hem di Lîga Şampîyonan û hem jî di Bundeslîgayê de gol avêtibû, îsal di futbola Ewropayê de nav û deng da. Denîz Undav, di karîyera xwe ya futbolê ya profesyonel de zêdetirî 130 gol avêtine, hêj 28 salî ye! Em di wê bawerîyê de ne ku ew dê di dema karîyera xwe ya futbolê de bi destxistina tiştên gelek serkeftî û bedewtir bibe şanazîya kurdên werzişhez!
Jina Serkeftî ya Ciwan a Salê: Mamoste Fatma
Nisêbîna Rengîn çi ji ber hewaya xwe be, çi ji ber ava xwe be, yek ji bajarên me yên hêja ye ku gelek hunermend, nivîskar, helbestvan, werzişvan û têkoşerên kurd mezin kirine. Mamoste Fatmayê îsal hêz û armancên medyaya civakî ji bo kurdî bi awayekê mezin û bi bandor bi kar anî û ji alîyê tîma Nûhev Media ve wekî jina ciwan a salê hate hilbijartin.
Mamoste Fatma li ser platformên wek Instagram, YouTube û TikTokê bi navê xwe yê bikarhênerîyê Mamoste Fatma navdar e. Wê xwe gihand bi sed hezaran kesan, ji bo şopînerên xwe naverokên pir hînker û xweş amade dike. Bi sedan kesên ku li pey wê hatin fêrî bi sedan peyv û hevokên bi kurdî û îngilîzî bûn. Mamoste Fatma her weha bi hevalên xwe yên kurd ên ji bajar û herêman cuda re li ser zarava û biwêjên herêmî naverokên vîdyoyî çêdike. Bê guman em ji we re pêşnîyaz dikin ku hûn li hesabên xwe li vê fenomena înternetê ya xweşik û dilpak binêrin!
Mêrê Serkeftî yê Ciwan ê Salê: Gernas Nenas
Gernas Nenas! Dibe hûn hemû bi kêmanî carekê rastî wî hatibin an we temaşe kiribe. Xortekê bi enerjî û sempatîya bêdawî ku hem li cihên dîjîtal û hem jî yên fizîkî karîye gelek çalakî û naverokan hilberîne! Carinan bernamevan, carinan peyamnêr, carinan çêkerê naverokan, carinan edîtor, carinan komedyenê part-time û carinan jî evîndarê kurdî yê helbestbêj!
Gernas Nenas, bi gavên bihêz ber bi pêlên pîşeyî ve diçû, lê mixabin di mehên borî de hat girtin û hate şandin bo girtîgehê. Weke malbata Nûhev Mediayê em jê re sebrê dixwazin û xeyalên xwe yên hêvî, serkeftin û hevgirtinê ji bo pêşerojê parve dikin! Em ji te hez dikin!
Kesê Bonusê yê Salê 2024: Îbrahim Xelîl Baran
Îbrahim Xelîl Baran (hinek bi kurtî jê re dibêjin ÎXB) bû yek ji kurdên îsal ên herî zêde axiftî û li ser hatî axaftin. Îbrahîm Xelîl Baran, şîyaneka pir bi bandor û modern heye di warê bikaranîna medyaya civakî de. Baran, ji alîyê tîma Nûhev Mediayê ve wek kesê bonus û çalakvanê înternetê yê salê hate hilbijartin. ÎXB, platformên wekî YouTube, Facebook, Twitter û Instagramê bi awayekî aktîf bi kar tîne û bi vî awayî bi hezaran re li ser dîjîtalê têkilîyê didane, afirîner û rêveberekê rastîn e. Ew mîna kargeheka ramanan e!
Hûn ji ramanên wî hez bikin an na, ev bê guman li gorî biryara kesane ya we, şopgerên me yên hêja ye. Ger hûn ji me bipirsin, hûn nêrînên xelkê bi temamî rast qebûl bikin an jî bi temamî xelet qebûl bikin ev dê zirarê bide we û pêşkeftina we ya derûnî. Hindî ku Îbrahîm Xelîl Baran bi vî awayî bi aktîvî û rojane axaftin, nivîsandin û berhemên xwe bidomîne, ew dê bibe kesekê ku her tim li ser tê axaftin û nîqaşkirin. Em wekî malbata Nûhev Mediayê ji Îbrahîm Xelîl Baranî re siheta derûnî û bedenî dixwazin!