Însan ji derveyê awayê fîzyolojîk ji hizir û ramanan pêk tê. Şêwekerê van hizir û ramanan jî bêguman civak e. Dema insan tê dinyayê di nav komekê de tê dinyayê û ji wê komê hizir û raman û qaliban distîne. Kodên civakê li ser jiyana însanî bandorker in û şêweya hizir û ramanên însanî dîyar dikin. Bi vî rengî çandên cuda derdikevin meydanê. Di nav çanda koman de ji ber şert û mercên siruştî watedayîna jîyanê jî çêdibe. Gelek caran komên insanan bi hev re bêyî biryargirtin û zanîn bawerîyên xwe ji hinek tiştan tînin ku çi bingeha wan tiştan neyî û ji layenê zanistê ve nayêne qebûlkirin û piştgirîkirinê. Ji vê yekê re jî “Bawerîyên Gelêrî” an jî “Bawerîyên pûç” têne gotin ku ev encama proseyeka dûr û dirêj a tarîxa însanetîyê ye. Zor caran ji bo ku rê li ber hindek tiştan bigirin hindek gotin tên kirin û bi belavbûnê ew gotin rengê bawerîya civakî distînin. Bo nimûne gotine, beqan nekujin balûk dê li destê we bên. Palpiştîya vê ya aqilî nîne bes ji bo ku zarok ajelan nekujin hatîye gotin û wekî bawerîyeka resen cihê xwe girtîye di nav civakê de.
Li gor qaîdeyên xwezayî yên jîyanê insan hinek wateyan li vê têkoşîna xwe bar dike. Li gel van tiştan insanan gelek bawerî ji xwe re çêkirine. Bawerîyên gelêrî exleb di nav civakên paşvemayî de zêdetir derdikevin pêş. Civakên paşvemayî ji ber ku ji layenê perwerdeyê, zanist û ilmê ve pêş nekeftine û xwedîyê çandeka girtî ne dan û standin li def van civakan kêm e. Lewra dişên xwe gelek bi tund girêdayî hizirên bêpişt bikin.
Bawerîyên gelêrî hema bêje di nav hemî insanan de hene. Bêguman dema mirov bala xwe dide gelê Kurd jî mirov gelek bawerîyên gelêrî di nav wan de jî dibîne. Ev bawerîyên bêpişt li gorey herêman jî diguherin ji ber ku Kurd xwedîyê erdnîgarîyek mezin in. Di vê xebatê hindek ji bawerîyên gelêrî yên kurdan hatine destnîşankirin.
1-Hejmarên 3, 7 û 41 di nav kurdan de hejmarên pîroz in û gelek caran di çîrokan de wekî motîf derdikevin pêşîya me.
2-Kêrîşk beş in û têr nabin, ji ber hindê ew mala kêrîşk tê de çavê wê malê têr û bar nabe.
3-Heçê gumgumok rastî wî bêt, divêt devê xwe bigire yan gumgumok dê didanên wî bihejmêre û dê didanên wî bikevin.
4-Keyf û kenîya zêde û bi dengê bilind belayan bi xwe re tîne.
5-Rêtina xwêyê guneh e.
6-Heçê nênîkên xwe bibire lazim e wan biveşêre an ew dê li dinyaya dîtir li xwudanê xwe bigerin.
7-Mirov xwe di ser piçûkan re bavêje bejna wan dirêj nabe.
8-Hacîreşk(hechecok) çûçikeka pîroz e, lewma divêt neyê kuştin.
9-Şevan cûtina qaçikan(benîşt) ne baş e. Heçê bicût heçkû goştê mirîyan cûtî hisab e.
10-Heger heywana malekê avis be û ji wê malê yek biçe ew darikê serê wê pel yanî agir pê ve bihejîne ew heywana wan dê ber biavêje.
11-Divêt jin piştî şekirinê porê xwe neavêje erdê, li cihekê veşêre.
12-Avê bi agirî de nekin guneh e.
13-Qalpikê pîvazê neşewutînin, ew bara “yên ji me çêtir” e.
14-Ji pîyan ve avê nevexwun, an şeytan dê bi we ve bimîze.
15-Mij, zilma mirovan e.
16-Ew didanê dikeve heger mirov di bin xwe re bavêje û bêje “pîrê pîrê ha bo te vî didanî ka bo min didinekê nû” hingê didanekê nû bo mirovî zû çêdibe.
17-Ew jina zarokên wê yên kur çênabin, da Xwudê zarokê kur bidê, diçe av diavêje navçavê xwe, paşila xwe û lingên xwe.
18-Şevan birîna nênîkan guneh e.
19-Heçê bi şev ava kelandî birêje erdê, dibêjin lazim e mirov bibêje “bismillah” Heger na, tê bawer kirin ku ava kelandî dirije ser zarokên cinan û cin jî bela xwe li mirovî didin.
20-Ji bo ku mirov xwe ji nezer û bêyomiyê hemet bike divê sîr, pivaz, simê pêz, nal, şimik, serê dewaran û tiştên wekî wan bi dîwarê malê an bi derî ve bê hilawîstin.
21-Ji bo parastina yekê ji nezer û çavlêdan û tiştên nebaş, risas li ser serê wî tê helandin.
22-Li ser nanpahtinê an jî tenûrê divê nanê yekem neyê xwarin an jî dê hevjînê mirovî bimire.
23-Heger mirov sicadeyê nepêçe şeytan dê nivêjê li ser bike.
24-Piştî axaftinê heger mirov du caran bibênije axaftina mirovî tê piştrastkirin. Anku gotinên mirovî rast in.
25-Heger mirov cilên xwe berovajî li xwe bike, ev dibe xebera tiştên nexweş û bêyomîyê.
26-Heger yek di rojekê de heft maran bikuje dê heft derîyên cinetê jê re vebin.
27-“Yên ji me çêtir” di şiklê pisîka reş de têne def mirovî. Lewma divê mirov xwe ji pisîka reş dûr bike.
28-Heçê xwe di ser keskesorê re bavêje dê zayenda wî biguhere.
29-Gava yek rêwî be, biçe cihekî dûr, divê mirov li pey wî avê birêje ji bo ku qeda û bela neyên serê wî.
30-Dema li ser sifreyê xwê birije ev tiştekê nebaş e, divêt hema li dû vê yekê zû şekir jî bi ser de bê rêtin.
31-Tiştên bi destê û lingê rastê têne kirin xêrtir e ji dest û lingê çepê.
32-Heger şevan mirov li fîtikan bide guneh e. Gava mirov li fîtikê dide, heçkû mirov gazî şeytên bike.
33-Du kevçîk bikevine di şûşeyekê de eve nîşaneya înana du jinan e.
34-Esrê divêt mirov neraze, çi ku Xwudê hingê rizqî belav dike.
35-Heger jina bihalekê kêloyê bistinê zarokê wê dê hitok (bebeka keç) be. Heger roj bo rojê jinik reş bibe zarokê wê pizok (bebekê kur) be.
36-Nefela çarpel nîşaneya xêr û bereketê ye.
37-Wextê bûkê tînin mala zavê, di hîna şahîyan de zarokekê dikin di danga bûkê de anku Xwudê zarokan bide te.
38-Dema bûkê tînin mala zavayî, cerikekê pere û xemîrok (şekir) tê de li ber pê bûkê dişkênin ji bo xêr û bereket û çavlêdanê.
39-Gava berbûkî bûkê tînin mala zavayî, hêkekê di deynin erdê û bûk pê li wê hêkê diket, wê hêkê dipirçiqîne ji bo xêr û bereket û çavlêdanê.
40-Wextê piçûkên sava di nav pêçikê de meqes an jî perçeyek nan dideynin bin serê wî, eve da yên ji me çêtir xwe nêzîk nekin.
41-Heçê beqan bikuje balûk dê li destê wî bên.
42-Sersuştina şevan nebaş e.
43-Li gorey bawerîyan ew mala se(kûçik) tê de heyîn milyaket qesta wê malê nakin.
44-Keftina hestîyên gewrîyê cureyekê nexweşîyê ye. Li gorey bawerîyan encaq jinikeka cêwikên wê heyî dikare sax bike wî nexweşî.
45-Dema tav heyî baran lê dike ji vê rewşê re “barana gurgî” tê gotin û heger mirov du beran lêk bide baran dê biçike.
46-Ji bo bereketa malê exleb qeftek wîşîyên genimî di ser derê malê re tê hilawîstin.
47-Divêt jinên bi halekê xeberan nebêjin, eve ji bo wê û zarokê wê ne baş e.
48-Du aman bişkên divêt ya sêyê bê şkênandinê ji bo ku encam bi xêr be.
49-Li rûber tiştên xweş û baş hindek insan çavan diavêjin, ji vê yekê çavlêdan an jî nezer tê gotin. Ji ber hindê divêt li rûber van tiştan bêjin “Maşellah”.
50-Jina bi halekê divêt rojan an jî wextê heyv girtî be xwe nexwerîne an ne, zarokê wê dê kirêt be.
Ev bawerîyên li jorê yek bi yek hatine rêzkirin, mirov dikare bêje ku hemî di nav kontakta civakê de yek bi yek li gor rewş û armancên cuda hatine gotin û piştî demekê wekî edet û bawerîyan di nav civaka kurdan de cihê xwe girtine û heta roja me hatine.
Armanca vê xebatê dîyarkirina hindek bawerîyên gelêrî bû di nav kurdan de. Bi vî rengî kêm zêde agahî ketin ber destan ku ka mînakên bawerîyên gelêrî çi ne di nav kurdan de. Li dû vê yekê ev xebat dikare bibe çavkanîya xebatên nû.
JÊDER
Yildirim Kadri & Aslan Mustafa, Ji Destpêkê Heta Niha Foklora Kurdî, Mardin Artuklu Üniversitesi Türkiye’de Yaşayan Dille Enstitüsü Yayınlar,Çapa Yekem, 2013, Stenbol
Resûl Îzedîn, Mistefa, Lêkolînewey Edebî Foklorî Kurdî, Aras, Çapa Sêyan, Hewlêr, 2010.
Şahîn Fatma, Bawerîyên Gelêrî yên Agirîyê, Kovara Folklora me, hejmar 9, 2021.
Shirinov Nofal, Folklora Kurdên Azerbaycanê, Zanîngeha Mardîn Artukluyê, Teza Neçapbûyî, 2017, Mêrdîn.
Çiftçi Hasan, Bawerîyên Gelêrî û Dermanê Kurmancî li Herêma Semsûrê, Zanîngeha Dîcleyê (Teza Doktorayê), Amed, 2019.