“Kawa, Dehaq kuştîye lê îqtîdar teslîmî Ferîdonê faris kirîye”
Em neteweya kurdî, mîtosa Newrozê wekî çîrokeka serkeftinê qebûl dikin. Ji bo me ew qas mîtoseka serkeftî ye ku me ji xwe ra kir cejn, salê carekê em wê serkeftina xwe pîroz dikin.
Yek, em serkeftina çi pîroz dikin? Em serkeftina serxwebûnê, serkeftina serdestbûnê, serkeftina rizgarbûna ji koletîyê û serbestbûnê, çi? Du, gelo birastî jî mîtosa Newrozê çîrokeka serkeftinê ye? Bi rastî jî Kawayê Hesinkar em azad û serbixwe kirine û em kirine efendî; sûbje?
Bi kurt û kurmancî ji di bîra kurdan de mîtosa Newroz ev e. Bi nava Dehaqî, qralekê tiran û despot hebûye li welatekê, ew qral ji ber nexweşîya xwe her roj du ciwan dikuştin û mêjîyê wan dixwarin. Bi navê Kawayî, hesinkarek rojekê Dehaqê zalim û wehş dikuje. Roja kuştina Dehaqî bi navê Newrozê dikin cejnek. Her sal carêk tê pîrozkirin. Her dîse te gotin ku Newroz bi tenê pîrozkirina destpêka biharê ye. Bes Newroz destpêka biharê an jî serhildana Kawayî be xem nake, em ê li ser rola Kawayî bisekinin di vê nivîsê de.
Li vir serkeftin çi ye? Yek, kuştina Dehaq e. Du jî ji tunekirinê xelasbûyînê, Kawa bi kuştina Dehaqî, em ji tunekirinê rizgar kirine. Piranîya neteweya kurdî mîtosa Newrozê bi vî alîyî dizane. Lê ev zanîna me nîvco û kêm e, alîyekê wê yê din jî heye… Weke ku qasê ku kêra me tê em mîtosê dizanin.
Di sala 2019an de di nav sohbetekê de dostê min Şafî Muhamed li ser Newrozê ji min ra gotibû: “Kawa, Dehaq kuştîye lê îqtîdar teslîmî Ferîdonê faris kirîye” Ez mat mabûm, çimkî hata wê demê min qet tiştek wilo nebihistibû. Lê ev hevoka wî ji wê kêlîyê ve bi hişê min ve zeleqibû…
Di nav civakê kurdî de kêm kes vî alîyê mîtosê dizanin, yên ku vî alîyî dizanin jî vî alîyî zêde dernaxin pêş, heçkû naxwazin ji wî alî ve dîtbarîya mîtosê çêbibe. Di pêvajoya nivîsîna vê nivîsê de min berê xwe da googleê, di googleê de bi têkildarîya Newrozê ez rastî çi nivîs û gotar hatibim, min hemû xwendin.
Gelek varyantên cuda yên Newrozê hene. Çi di yên nivîskî de çi jî di yên devkî de em di tu çavkanîyan de rast nayên ku piştî kuştina Dehaqî, Kawa xwe kiribe qral yanî xwe kiribe subje û bûbe îqtîdar. Wekî Şafî gotibû, Kawa, Dehaqî dikuje lê qralîyê teslîmî Ferîdon dike, piştî Dehaqî, Ferîdon dibe qral.
“Kawa ji alîyekê ve têkçûyî ye…”
Ji hêla serkeftinê ve di mîtosa Newrozê de paradokseka trajîkomîk heye; ji alîyekê ve Kawa serkeftî ye lê ji alîyê din ve jî ew têkçûyî ye…. Ji alîyekê ve serkeftinek ditîye lê ji alîyekê ve jî têkçûnek ehmeqane; xetayeka basît heye. Bifikirin, Dehaq ew qas zalim û wehş û hêzdar bû kuştina wî wek tiştekê bêîmkan bû, lê Kawa curetkarîyeka bêmînak nîşan dide, tişta ku nayê fikirinê dike; Dehaqî dikuje; ev nemumkinbûnê dike mumkin, ev serkeftineka bêhampa û dêrrêzî pêk tîne. Lê ji hêla din ve Kawa xwe nake qral jî?!… Kawa tişta nemumkinê pêk tîne; aqilê Kawa heye ku Dehaq bikuje lê aqilê wî tune ku xwe bike qral. Ne wek îşê henekan e?!
“…Kawayî em ji objebûnê nekirine sûbje…”
Kawayî bi kuştina Dehaqî, bi tenê serkeftinek pêk neanîye; di heman demê de bi kuştina Dehaqî, Kawa em ji tunebûnê jî xelas kirine lê em ji objebûnê û kolebûnê azad nekirine, em nekirine sûbje, em nekirine efendî, em nekirine serbixwe û serdest. Bi kuştina Dehaqî, Kawa bi tenê efendîyê me guherandîye; qralek nû pêşkêşî me kirîye. Temam Kawa, xwe nekirîye qral û qraltîyê jî dide Ferîdon, lê dibe ku Ferîdon ji Dehaqî zalimtir û wehştir be? Gelo ji vê hêlê ve dewama mîtosê heye? Ku wer bibûna wê demê Kawa wê çawa îcar biçûna Ferîdon jî bikuştana?!
Xwesûbjekirina Kawayî
Gelo ev Paradoksa Kawayî em çawa bi bikin têgehek? Ferzan Şêr, ji Rênas Jîyanî neqil dike ku Jîyan ew kiryara Kawayî wek Kompleksa Kawayî bi têgeh kirîye, li vir kompleks ne tiştekê negatîv e, tiştek pozîtîv e. Rênas Jîyan, xweqralnekirina Kawayê wekî kiryareka raser, pozîtîv û fezîletekê berz pênase kirîye. Bi min Rênas Jîyan di vê peywendê de pênaseyeka ne realîst e, xweşker, romantîk û ûtopîk çêkirîye.
Ez bi xwe çawa vê Paradoksa Kawayî pênase dikim? Ez vê kiryara Kawayî weka xwenesûbjekirinê bi têgeh dikim: Xwesûbjekirina Kawayî. Kawayî aqil nekirîye ku xwe bike sûbje, xwe bike qral.
Birastî Çima Kawa Xwe Nekirîye Qral?
Bi min sebeba bingehin ev e; Kawa, ji malbateka serdest, rêvebir, xwende nehatîye, proleter û bindest bû, endamê çîna karker bû. Di paşxaneyê Kawayî de pratîk û tecrûbeyên xweqralkirin û rêveberîyê nebûn. Lewma nedihate aqlê Kawayî îqtîdarê teslîmî Ferîdon neke û xwe bike qral.
Kawayî Bûbûya Qral…
Em ferz bikin ku Kawa îqtîdar nedaye Ferîdon, wî xwe kirîye qral? Di mîtosê de Kawa xwe bikirana qral, împaratorîyeka wekî Romayê ava bikirana? Îro bandoreka çawa dê li me kurdan bikirana û em kurd îro dê di çi rewşê de bibûna?
Mît, tiştekê wilo wekî kehanete ye ku her tim xwe pêk tîne, (kehaneta dibe rastî) mît jî xwe her tim pêk tîne. Ji hêla şekil, biçim ve mît diguhere lê ji hêla naverokê ve mît naguhere. Naverok naguhere, bi tenê form diguherin. Em her tim hêman naverokê dijîn her çi qas şekil û şêwaz biguhere jî. Bi şeklekê nû, em her tim eynî naverokê dijîn. Mît dibe wekî qedera netew û takekesan.
Ji Ber kompleksa Kawayî Em Kurd Her Xwe Tekrar Dikin
Çi rabirdûya neteweya me de, çi jî îro, hem wekî netewe hem jî wekî takekes, em Paradoksa Kawayî dijîn, em bi Paradoksa Kawayî xwe tekrar dikin. Hemû serkeftinên me dişibin serkeftina Kawayî. Ji hêlekê ve serkeftina me muhteşem in ji helêka din ve di encamê de jî têkçûn in. Paradoksa Kawayî bûye wekî laneta me. Em kurd, bi giranî bedelê ehmeqtîya Paradoksa Kawayî didin û di encamê de em Paradoksa Kawayî dijîn. Paradoksa Kawa bûye wek sîsîfosê.
Îro, çi wekî netewe, çi jî wek takekes em krîza Paradoksa Kawayî dijîn; Di nav me de krîza nezanînê û xwesûbjekirinê heye. Em nizanin em çawa xwe bikin sûbje. Dema ku me xwe nekir sûbje, em nabin îqtîdar jî, bê îqtîdar jî efendîbûn çênabe. Ji ber ku em xwe nakin sûbje em her tim di bin pêsbûnê (ezîkbûnê), kompleksa bindestîyê de difetisin. Hata ku em xwe nekin sûbje em nikarin xwe ji pêsbûnê bişon. Ji ber ku em nebûn sûbje em nizanin, azadî jî çi ye yek, em ji azadbûnê û du jî em kurd ji hêz û zewq û îmtîyazên îqtîdarbûnê mehrûm mane.
Ji alîyê Takekesî û Civakî ve Paradoksa Kawayî
Îro, bi têkildarîya Paradoksa Kawayî; aqilnekirin û ehmeqtîya Kawayî di nav me de bi hezaran mînak dewam dike. Yek, wekî takekes, dema em muhasabeya jîyana xwe bikin, em ê ferq bikin ku ji gelek alîyan ve em Paradoksa Kawayî dijîn. Du, sîh salên dawîyê sîyaseta xwe, em di ber çavan ra derbaz bikin, em ê bibînîn ku sîyaseta kurdan di nav Paradoksa Kawayî de xitimîye. Bi taybetî jî van rojan herî zêde, li Binxetê ev paradoks xwe dide der.
Çareser: Em Kawayî Bikin Qral
Baş e, çareserîya şikandina Paradoksa Kawayî çi ye? Hayjêhebûn û xîret e. Wekî ferd, em di xwe de ferq bikin ku ev paradoks çawa xwe di me de pêk tîne, li dû ferqkirinê em bi hemû hêzên xwe xîret bikin vê paradoksê di xwe de bişikênin û di her qadan de çi huner, çi zanist em xwe bikin sûbje. Bi guherandina ferdan civak jî tê guherandin. Wekî netew jî ji bo şikandina vê paradoksê, bi sinemaya kurdî, bi Edebîyat Kurdî, bi resîma kurdî, bi heykelê kurdî, bi muzika kurdî… em mîtosa Newrozê ji nû ve binivîsin: Em Kawayî bikin qral.