Jiyana hunermendê kurd ê binavûdeng Dengbêj Kazoyî ku ji Wanê ye, bû belgefîlm. Jiyana hunermendê Dengbêj Kazo, ji aliyê rojnamevan Adnan Deniz ve bi navê “Efsaneya Dengbêj Kazo” belgefîlmek hate çêkirin.
Promiyera belgefîlmê 18ê Sibatê li Sahneya Şaredariya Bagcilarê ya navçeya Bagcilara Stenbolê hate lidarxistin. Ev yek ji bo xatirê yadkirina 65 salîya hunera wî hate kirin ku her weha di promiyerê de beşa sohbetê jî hebû.
Derhênerê vê beglegeselê Denîz ku bi rojan beriya promiyerê ji Wanê û welatî vexwend promiyera Stenbolê, da zanîn ku wê di demeke nêz de li Wanê promiyera belgefîlmê bê lidarxistin.
Derhêner Adnaz Denizî Der Bareyê Vê Belgeselê De Axivî
Adnan Deniz di daxuyaniya xwe de li ser belgeselê weha got: “Ez gelek kêfxweş im ku min ev derfet bi dest xistiye ku ez mîrateya kûr a hunerî û çîroka jiyana Dengbêj Kazoyî vebêjim. Şarezatiya Kazo ya muzîkê û kûrahiya hunera wî ya bêhempa ji bo min bû çavkaniya îlhamê. Pîrozkirina salvegera 65an a hunera wî û bibîranîna vî dengbêjê efsanewî ji bo min cihê şanaziyê ye. Ez hêvîdar im ev belgefîlm rêzdariya me ya ji bo huner û mîrateya çandî ya Kazoyî, bi awayekî herî serkeftî û baş nîşan bide û bibe ezmûnek watedar ji bo temaşevanên me.”
Denîz ji bo ekîba belgefîlmê jî hizirên xwe weha anîn ziman: Em kêfxweş û serbilind in ku me belgefîlma “Efsaneya Dengbêj Kazo”yî qedandiye. Ez spasiya xwe ji hevalên xwe yên hêja Denîz Zeybek û Ferîd Huseynzade dikim ku bûne hevparê xeyalên min ên zarokatiyê û hebûna xwe her kêlî bi “ruhê wefadariyê” dan hîskirin û hêviyên xwe nêzî hêviyên min kirin. Her weha ji ber tevkariyên wan ên mezin ez spasiyaRêzan Şirvan, Celal Çetintaş, Rohat Alakom, Enes Akkoyun, Nergiz Carav, Burak Enes Gönültaş, Îlayda Aydin, Meltem Ayyıldız, Şamil Aslanzade, Lala Aliyeva û Muzaffer Buzoba’yê dikim.
Dengbêj Kazo Kî ye?
Dengbêj Kazo di sala 1950î de li gundê Ermanisê ji dayik bûye ku girêdayî navenda Wanê ye. Kazo, di piçûkînîya xwe de bi xêra bav û bapîrên xwe yên dengbêj, hunera dengbêjiyê nas kir. Bapîrê wîEcemê Kinê, di dîwana Zor Huseyîn Paşayî de dengbêjî kiriye.
Kazo, hêj di ciwanîya xwe de bi gelek dengbêjên wekî Hecî Ebdûlkerîm û Tahîro re stran gotine, bi van dengbêjan de nêzîkî 50 band çêkirine. Di bin bandora Mihemed Arifê Cizrawî û Şeroyê Biroyî de maye ku Şero, yek ji dengbêjên radyoya Êrîvanê ye.
Piştî salên 1990’î ku muzîka Kurdî azad bû, endamên malbata wî komeke muzîkê ya bi navê Koma Şîrvan ava kirin. Di vê heyamê de bi giştî 26 albûmên xwedîbandrol derxistin.