• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ÇAND

Belgeselên Hêjayî Temaşekirinê yên Xelatgirên Oscarê

Belgeselên Hêjayî Temaşekirinê yên Xelatgirên Oscarê
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Xelatên Oscarê yek ji xelatên herî berbiçav e û belgeselên ku vê xelatê bi dest dixin bi gelemperî mora xwe li dîrokê didin. Di nav van hilberên hunerî û teknîkî de, hindek fîlm hene ku divêt her kes temaşe bikin. Li vê derê çend fîliên Xelata Oscar girtîn hene ku pêdivî ye her sînemahezek temaşe bike.

20 Feet from Stardom (2013)

Bi derhênerîya Morgan Neviller hatîye çêkirin. Ev belgesel li ser wan disekine ew lehengên muzikê yên ku cihekê giring di muzîkê de digirin lê her tim hatine paşguhkirin. Berê xwe dide wan vokalîstên li paş stranbêjên navdar û ew komên muzîkê yên navdar dimînin. Ne bi tenê muzîkhez jê tamê digirin di heman demê de ew kesên ji kare xwe hes dikin jî dikarin tameka xweş werbigirin.

Citizenfour (2014)

Ev belgefîlm bi derhênerîya Laura Poitras hatîye çêkirin. Edwar Snowden, bi belgeyan destnîşan dike ku li Emerîkayê NSA guhdarîya hemwelatîyan dike û bêyî qanûnan li ser înternet û telefonan têne guhdarîkirinê. Ev fîlm behsa hevdîtinên Snowden û rojnamevan Glenn Greenwald û Ewen MacAskill dike li ser vê mijarê.

Amy (2015)

Ev belgefîlm bi derhênerîya Asif Kapadia hatîye çêkirin. Ev belgesel behsa jîyana Amy Winehouseyê dike ku di ciwanîya xwe de miribû. Di vê belgeselê de çi roportaj, çi vebêjer û çi kêşanên taybet nînin. Amy Winehouse li paş xwe çi hêlabe, dema sax li ser wê çi hatibe gotin, çi bûbe nüce ev hemî anîne cem hev û belgeseleka xweş hatîye amadekirin.

O.J: Made in America | Ezra Edelman, 2016

Ev belgefîlm bi derhênerîya Ezra Edelman hatîye çêkirin. Mijara vê belgeselê doza O. J. Simpson e ku heta niha bûye mijara gelek çêker an jî belegeselan û demekê dirêj ji rojeva Emerîkayê neketîye. Bi awayekê hûrgilî ev doza vekolaye. Nêzîkî 7 seetan e ku din av xelatgirên Oscarê de belgesela herî dirêj e.

Free Solo | Jimmy Chin, Elizabeth Chai Vasarhelyi, 2018

Ev belgefîlm mijareka balkêş û xetere dihewîne. Stîla hilkişîna çîyavanan dike mijara xwe ku tişta ecêb ev çîyavan bêyî amûr bi destên tazî vê yekê dikin. Yek ji van çîyavana jî Alex Honnold e ku li gor teknîka wî mejî, şêweya hizirê, psîkolojî û hestên wî awayekê dî dixebite. El bi kendalê bi navê El Capitanê ve bi teknîka Free Solo hildikişe ku ev çîya tirsa hemî çîyavanan e. Bi bêhnhilkî mirov temaşeyî vî fîlmî diket.

American Factory (2019)

Ev belgfîlm bi derhênerîya Steven Bognar û Julia Reichertî hatîye çêkirin. Behsa çîroka karxaneyekê û du komên karkeran ji çandên cuda dike. Karaneyek piştî krîza ekonomîk ji alîyê karsazekê Çînî ve tê kirînê. Cudahîyên rêvebirin çînî û karkerên emerîkî dibe sebeba hindek alîyên û serneketinan.

My Octopus Teacher (2020)

Bi derhênerîya Pippa Ehrlich û James Reed hatîye çêkirin. Sînemager Craig Foster li Afrîkaya Başur li mala xwe hobîyên nû çêdike û her sibeh diçe berava oqyanûsan û keşfan dike. Rojekê di bin bandora xweveşartin û nêçîrvanîya merê heftser de dimîne û nêzîkî salekê her roj çavdêrîya wî diket. Vê yekê li gel dîmenên binavî yên nuwaze derbazî emayeayê dike.

Summer of Soul (2021)

Ev belgefîlm bi derhênerîya Xhalib Thomson, li ser jîyana reşikan e ku reşik di sala 1969an de li New Yorkê li herêma Harlemê di bin zext û zorê de bûn. Bi hevgirtin û muzîk û çanda reşikan balê dikêşe.

Navalny (2022)

Ev belgefîlm, navê xwe ji rêberê dijberê Rûsyayê Alexei Navalny digire. Bûyerên jehrkirina Navalny û pişt re jî li ser lêpirsînan disekine. Tevî hemî îdîayên, her çend Kremlin berpirsîyarîya Vladimir Putin red bike jî fîlm bale dikêşe ser dîyarkirina hurgilîyên komloyeka ku Putîn berpirsîyar nişan dide. Derhêner vî fîlmî bi vê gotinê pênase dike, “Çîroka mirovekê û têkoşîna wî bi rêjîma otorîter re”.

20 Days in Mariupol (2023)

Derhêner Chernov behsa çîroka xwe ya 20 rojên dike li gel hevalên xwe li bajarê Mariupolê di dema destpêka dagirkirna Ûkraynayê ji hêla Rûsyayê ve di hefteyên ewil de di Sibat-Adara 2022yan de. Vê belgeselê dîmenên dezgehên çapemenîyê yên wekî PBS Frontline û Associated Pressê bi kar anîne û wehşeta vî şerê giran pêşçav kirîye.

Lîsteyeka Berfirehtir:

Born Into Brothels: Calcutta’s Red Light Kids | Zana Brisk & Ross Kauffman, 2004

La marche de l’empereur / March of the Penguins) | Luc Jacquet, 2005

An Inconvenient Truth | Davis Guggengheim, 2006

Taxi to the Dark Side | Alex Gibney, 2007

Man on Wire | James Marsh, 2008

The Cove | Louie Psihoyos, 2009

Inside Job | Charles Ferguson, 2010

Undefeated | Daniel Lindsay & T.J. Martin, 2011

Searching for Sugar Man | Malik Bendjelloul, 2012

Icarus | Bryan Fogel, 2017

Di encamê de bi kurtî belgeselên oscargirtî di nav nimûneyên asta herî bilind ên hunera sînemayê de ne. Bi vegotinên dramatîk, lîstikvanîya bandorker, tevgerên balkêş û dîmenên neyên jibîrkirin, divêt her sînemahezek temaşe biket. Heke we hinek fîlimên oscargirtî hêj jî temaşe nekiribin, kerem bikin zû li gor vê lîsteyê hemîyan temaşe bikin.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.