Koma Rewşenê, ya ku bi awayekî kolektîf ewil di salên nodî da ava dibe û piştî çend salan bi belavbûna komê, di sala 1998ê de bi navê Rewşenê bi formên muzîka Rockê berdewama xebatên xwe dike, bayekê nû û cuda li muzîka kurdî zêde dike. Bi albûmên bi navê “Asê” û “Pola Nû” herî zêde di nav ciwanên kurd û yên dinyayê da bernîyas dibe, dengekî xurt vedide, xwe ispat dike û bi tarza muzîka protestê hest û fikarên civakê vedibêje û diqêre. Rewşena rockbêj jî di destpêka sala 2011ê belav dibe. Solîstê komê Harûn Elkî bi awayekî solo hunera xwe didomîne û li ser muzîka kurdî xebatên resen û qedirgiran diafirîne. Harûn, di dawîya sala 2020ê da albûma bi navê “Rev”ê wek berhemeka bêhempa têkarî hûnera kurdî dike.
Albûma Revê ya ku bi deh stranan pêk tê û ji bilî strana Koma Wetan Bayê Payîzê ya hatîye coverkirin û tevî strana tirkî ya bi navê Mîskîn’ê ra piranîya stranên albumê ji alîyê Harûn Elkî ve hatîye nivîsîn û bestekirin. Aranjorî û bingeha albumê ya muzîkal jî dîsa ji alîyê Harûn Elkî ve hatîye çêkirin.
Belê ez bi bawer im li ser Rewşen, Harûn Elkî û albûma Revê mirov dikare bi hezaran hevokan rêz bike, hezar bendan ji gotina xwe zêde bike, hestên cuda li ser wan êkat bike. Lê em dizanin heta niha li ser hunera Rewşen û Harûn Elkî belkî bi dehan bername, gotûbêj, potcast hatine çêkirin, gelek nivîs li ser hatine nivîsîn û vegotin.
Ez bi bawer im strana “Bendik”ê ya ji albûma Revê bi tena serê xwe watedar û bi bingeh e ku mirov li ser bihizire û gelek tasfîrên berkeftî lê bike. Jixwe stran wek meteforekê tenê bi navê xwe kêm zêde peyama xwe bi awayekî berfireh dîyar dike. Gotinên stranê ji serî heta dawîyê felsefeyekê û hişmendîyeka kûr û dirêj disêwirîne. Stran bi hêvîyê dest pê dike û wateya heyîna însanî, bi sekneka egzîstansîyal benda di nava însanî, jîyanê û dinyayê da bi zimanekî zelal tîne bîra însanî. Stran, di nava xwe da hem hêvîyê, hem gazindan hem jî tahlîlên dorfireh vedihewîne. Dîyar dike ku ew bendik di nava însanî û gelek darûdoxan girêdanên bihêz çêdike. Her çend bi peyvên erenî dest pê bike jî a rast bi gazind, bedbînî û bi xemgînîyeka kûr stran bi dawî dibe. Gazind, tenê ji boy însanî û koka neçakîya însanî ye. Gazind ji bo xeritandin, nerazîbûn, xweperestî û tebatîya însanî ye. Ji ber ku helkirin û hilberîn dîsa aîdê însanî ye. Wek dawîya stranê hezar xwezî û poşmanî jî dîsa ya însanî ye.
Lê çima însan di nava ew qas şênî û însanan da bi hesreta însanan dijîn. Harûn hemûyê dibersivîne. Bi min di stranê da hevoka herî xwe dide pêş û wek aforîzmayekê dixwaze gelek rastîyan bine li çavên însanan û bersiva vê bide, hevoka, “Yek sûd maye hevparî, hezkirin û watebarî” ye. A rast ev hevok û bingeha wateya hevokê armanca heyîn û keda heyîna însanî nîşan dide. Dîyar dike ku tenê yek rê heye ji boy xwe xelasî û çareserîyê. Ma tişta ku însanî li ser pîyan dihêle, enerjîya di hundurê mêjî û ruhê însanî da xwedan dike û têxe nava lêgerînekê, ne hînbûna hezkirinê û wetebarîya jîyanê ye! Mirov hezkirin û watebarîyê ji nava jîyana însanî rake gelo çi dimîne yan jî wê valahîyê çi tije dike! Tiştek namîne ji bilî rastîyêkê. Ew jî “xwas û tazî” ye.