Gava mirov tiştekî distîne yan jî der barê çawanîya tiştekî de diaxive, ji bo ji xwe û ji nirxên xwe piştrast be, bi gelemperî wê tiştê dide ber tiştekî din ê nêzî wê û di asta wê de û bi vî rengî raman û helwestên xwe yên der barê wî tiştî de dipîve û vedibêje. Wekî mînak gava mirov erebeyekê yan jî têlefonekê dikire, ewilîn li taybetîyên wê dinêre û dû re dide ber ya xwe ya kevin yan jî yeke din a xwedî heman taybetîyan yan jî yeke taybetîyên wê nêzî wê û li gorî wê berawirdkirinê dibêje ka baş e yan na û ka dê kêr wî bê yan na. Û ev danberhev, ango berawirdkirin di her qada jîyanê de bi vî awayî, ger bi hişmendî ger jî bi awayekî binhişî û otomatîk, tê kirin û ev dike ku mirov ji xwe û ji helwestên xwe piştrast û ewle be. Helbet ev rêbaz ji bo jîyana fîzîkî tê şopandin û jîyana fîzîkî hêsan dike, di jîyana civakî de jî tê dîtin û xwedî çend encamekan e.
Bîrdozîya Berawirdkirina Civakî di sala 1954an de ji alîyê Leon Festînger ve hatîye teorîzekirin û li gorî wê, mirov çawa ku di jîyana fizîkî de ji bo dîtin û helwestên xwe hewcehîya pîvanekê dibînin û bi berawirdîyê wê pîvanê pêk tînin, her weha di jîyana civakî de jî hewcehîya vê yekê dibînin. Ango li gorî Festinger mirov xwedî nesta xwe-nirxandinê ne; dixwazin der barê asta şîyanên xwe de, radeya rasteqînîya helwestên xwe de nirxandinan bikin û vê yekê jî bi berawirdkirina rewşa xwe ya bi rewşa kesên wekî xwe re pêk tînin. Di danberhevîya civakî de, mirov xwe bi yên wekî xwe re berawird dike û hewl dide “ji xwe” razîbûna xwe qewî bike, şîyanên xwe bipîve, ji rastîya helwestên xwe piştrast be û cudahîyên di navbera xwe û yên din de, ji hêla çawanîyê ve, bibîne û li gorî wan tev bigere. Bîrdozîya Berawirdkirina civakî dikare bi sê hevokan bê kurtekirin1:M
- Mirov xwedî nesta nirxandina şîyan, helwest û dîtinên xwe ne.
- Gava rasterast pîverên fîzîkî tune bin, xwe bi berawirdkirina bi kesên din re dinirxînin.
- Bi gelemperî, xwe bi kesên wekî xwe re berawird dikin.
Helbet di çarçoveya berawirdkirina civakî de firehbûneke demê bi xwe re anîye heye û medyaya civakî ya roja îro di vê yekê de roleke mezin dilîze. Lê li gel vê yekê, her çi qas Festinger armanca berawirdkirinê bi “rasteqîni”yê re pênase jî bike, armancên wê yên din jî hene, ku gava mirov ji hêla “xwerêzî”yê ve lê dinêre, berawirdkirin dikare di asta xwerêzîyê de jî kartêker be. Ango berawirdîyeke bi kesekê ji me ne çêtir re, dikare xwerêzîya me bilind bike û bi awayekî erênî bandorê li ezitîya me bike. Her weha ne bi tenê wekî takekesî, her di heman demê de bi awayekî kom û civakî jî ev danberhevî tên kirin û hewla endaman ew e ku, ji kom û civaka xwe, bi berawirdkirina wê ya bi kom û civakên din re piştrast bin û gava encama berawirdîyê erênî jî bû, ev jî dîsa xizmeta xwerêzîya takekesî dike. Lê gava bi awayekî giştî lê bê nêrîn, çend şêwe û armancên berawirdkirinê hene1:
Nirxandina Rast a Ezitîyê
Wekî me di destpêkê de jî bal kişandî li ser pênaseya Festingerî ya li ser armanca berawirdkirinê, armanceke wê ya sereke, ku Festinger bi taybetî li ser disekine, piştrastbûna çawanîya xwe ye. Ango mirov dixwazin ji şîyanên xwe, helwestên xwe û wekî encamekê ji tevgerên xwe piştrast bibin, xwe bêtir nas bikin û ji bo vê yekê jî xwe bi kesên wekî xwe re didin ber hev û bi vî awayî berawirdkirinekê dikin.
Bilindkirina Ezitîyê
Li alîyekî din, pêkan e ku mirov berawirdkirinê ji bo têrkirina hesta xwe ya jixwerazîbûnê pêk bîne û ji bo vê yekê, xwe bi kesên ji xwe kêmtir re, ango ne di rêza xwe de, berawird bike û “jêçêtirbûn”a xwe ya di encama vê danberhevîyê de dest dixe, ji bo bilindkirina ezitîya xwe bi kar bîne. Bi gotineke din, gava mirovî xwe bi kesên ne di rêza xwe de ne re berawird kir, dê di dawîyê de bigihîje wê encamê ku ew kesekî têra xwe baş e, ji yên din çêtir e û ev yek jî dê bi awayekî erênî xizmeta xwerêzîya wî, ango ezitîya wî bike. Ji van cure berawirdkirinan re berawirdkirinên berbijêr tê gotin û helbet ev yek ne bi tenê di asta takekesî de lê her weha di asta kom û civakan de jî tê kirin û bi vî awayî endamên kom û civakan xwerêzîya xwe û koma xwe diparêzin. Lê helbet ev berawirdkirin alîgir e û ne pîverek e rasteqîn e.
Pêşdebirina Ezitîyê
Çawa ku berawirdkirina bi kesên ji asta xwe kêmtir re pêkan e, her wiha berawirdkirina bi kesên ji asta xwe bilindtir e jî pêkan e û ev yek jî wekî berawirdkirina ber bi jor tê binavkirin. Di vê berawirdkirinê de takekes, xwe bi kesekî ji xwe çêtir re dide ber hev û wî kesî ji xwe re mînak/model digire û li gorî vê berawirdîyê hay ji kêmasîyên xwe çêdibe û hewl dide wan kêmasîyan temam bike û bibe kesekî wekî kesê xwe pê re berawirdkirî. Ji ber ku ev yêk rê li ber takekesî vedike ku kêmasîyên xwe bibîne û wan temam bike, kêrî pêşdebirina ezitîyê jî dike û bi temamkirina wan kêmasîyan re asta xwerêzîya takekesî jî bilindtir dibe. Lê helbet pêkan e ku encamên wê nerênî bin û zîyanê bidin xwerêzîya takekesî, ango gava mirovî dît ku kesê xwe pê re berawird dike ji wî gelekî çêtir e, pêkan e ku bawerîya mirovî ya ji xwe bişikê û ev yek bi awayekî nêrênî bandorê li ezitîya mirovî bike.
Ji bo fêmkirina cudahîya di navbera berawirdkirina berbijêr û ya berbijor ve ezmûna Stanley Morse û Kenneth Gergen (1970)1 mînakek e baş e. Di vê ezmûnê de Morse û Gergen ezmûnerên xwe bi du rewşan/kesan re rû bi rû dihêlin û dibînin ku ev yek bandorê li ser xwe-nirxandinên ezmûneran dike. Qaşo ev pêvajoya rakirina çend kesan ya ji bo xebata li ser “lêkolînên kesayetîyê” ye. Di ezmûnê de ezmûner di destpêkê de pîvekeke xwerêzîyê dadigirin û dû re bi awayekî ketober li du rewşên cuda re rû bi rû dibin. Di rewşa ewil de ezmûner gava ji bo hevdîtina kar derbazî jûrê dibin, rastî namzetekî din ê karî tên ku kesekî ji hev çûyî, ser û cilên wî qirêj û qetîyayî ye; di rewşa duyan de jî namzetê din ê kar kesekî jixwerazî, ser û cilên wî paqij û gelekî li hev hatî ye. Di her du rewşan de jî ew namzetên din di eslê xwe de lêkolînerên ezmûnê ne. Di encama van rasthatinan de tê dîtin ku, di asta xwerêzîya ezmûnerên bi kesê Qirêj re rûbirûbûyî de bilindbûnek heye lê li alîyê din, ya ezmûnerên bi kesê Paqij re rûbirûbûyî de jî kêmbûnek heye. Ev yek jî careke din nîşan dide ku nêzîkbûna kesê pê re berawirdî tê kirin ya mirovî giring e û bandorê li çawanîya berawirdkirinê dike.
Çavkanî:
Taylor, S. E., Peplau, L. A., Sears, D. O. (2015), Sosyal Psikoloji (A. Dönmez, Çev.). Ankara: İmge Kitabevi. (tê de).