Hebû tune bû, rojekê ji rojan hevalên bi navê Berf û Baran ketine rêyekî. Ev rê rêyeke mecbûrî ye, ew di vê rêyê de rasterast diçin. Dema ku di rê de diwestîyan Berfê xwe tu caran venedikişand û xwe berpirsîyarê Baranê didît. Bi dilsozî û bi bawerî li cem wê disekinî. Jixwe ew difikirî ku bêyî fedakarîyê meriv nikare bibe hevrê. Her ku diçûn di rê de bi gelemperî hebûna Baran tenê dihat nivîsandin. Baran dixwest teselîyê bide Berfê, lêbelê berf pêhesîyaye ku di rêya dirêj de her çiqas tengezar be jî dawiyê de di destê wê de, tenê nivîsên têkçûyî û matmayî mane
Baran gotîye: -Em herdu wekî goşt û neynûk in. Em qet nikarin ji hevdu veqetin, ez ji te hez dikim û dihêlim ku tu jî ji xwe re di rê de stranan xwe bibêjî, heta ewqas kêfa min ji te re tê ku ez têm di bin stranên te de şiroveyên biratîbûnê dubare dikim. Binêre ewqas mezin im. Heke ligor dile min be destûr didim ku tu fikr û ramanên xwe bi min re parve bikî ez ê bihêlim tu govend û dîlanan jixwe re bigire bi hevalên ku ji xeynî min re jî tu dikarî biaxive ma tu hîn çi dixwazî? Qedrê min bizanibe!
Baran dibîne ku dîsa jî dilê Berfê ne rehet e, jê re dibejê: -Dilê xwe negire, xwe aciz neke ji ber ku em bihev re wekî goşt û neynûkan tevdigerin. Em herdu jî ji avêhatine xiluqandin û ji asîmanan dibarin. Tu cudahî di nav me de tune ye!
Berf bi hûrgilî difikire ku gelek caran ji bo dîtina rastîyan dereng maye lê carinan ditîye ku dema ew tiştekî dixwaze wek neynokên dirêjbûyî tên jêkirin, berf di dema jêkirinê de wek neynûk e û dema di rê de bin jî berf li gora xaftina Baranê dibe goşt. Berf, berê xwe daye Baranê û gotîye: -Ev ne hevaltîyeke biedalet e!
Dibîne ku wey bavo, Barana min û te xwe wenda kiriye ji holê rabûye ka bi ku derê ve çûye, wê li ku derê bibare kes nizane. Xebatên fermîbûnê û wekhevîbûnê ji ber ku li cem ewran zêdetir ji bo Baranê hebû di rê de jî her tim heqê yekem ya Baranê bû. Ji ber wê, Baran wek teyrekî firîyaye û bi lez rêyên din jî derbaskirîye. Lêbelê Berfa pepûk a dirê de mayîna vê wê jî nehatîye xwendin û ew rêyên ku meşîyaye jî her dem li ser navê baran hatîye nivîsandin. Ji ber ku di serî de navê wê bi murekebeke wekî bi sêhr û nehatîye dîtin ve hatîye nivîsin, tu car nehatîye xuyakirin û nehatîye xwendin.
Welhasil Berfa pepûk digel ewqas rêyan çûye de jî bênav maye. Çima? Rê heman rêbû. Herdu rêhevalên wekî goşt û neynûk jî ji bo heman armancê hatin xuliqandin û herdu ji 2 oksijen û ji hidrojenekê ne. Wan hewl didan ku ji bo sedemekî jîyana xwe bidomînin. Ji serî de di dilê wan de, dema vegerîna asîmanê de bersivdayînekî jê neyê fedîkirin hebû û ji bo zindî û nezindî yan re lêfê de bibin feyza Xwedê binîn ziman, zikirkirina ji bo Xwedê û belavkirina şifayê ji bo beden û ruhên nexweş, ji ber vê yekê xebat hebûn. Di hevrêtîya Berf û Baranê de çi ferq hebû? Di hevrêtîya wan de hevaltî, bihevrebûyîn û cudahî an jî tu kêmasî tunebû. Berfa me ya di rê de nîvçemayî dizanîbû ku tena serê xwe maye lêbelê jixwe re nake pirsgirêk, ji ber ku ji zû de tenê hatîye hiştin. Êdî Berfê jî çarenûsa xwe qebûl kirîye. Li ber ewran û baranê serê xwe tewandîye, fikra xwe ya xweparastin û hebûna xwe jî gelek caran ji bîr kirîye, bûye xerîbê xwe, xwe nas nekirîye ji ber vê yekê, Xwedayê xwe jî nas nekirîye, peyvên ku dihat bîra wê ziman lê nedigerîya û di bin sîya tunebûna xwe de dimeşîya…
Têbinî: Adaptasyon ji nivîsa “Alegorîyek: Goşt û Neynûk” ya Mucahit Bîlîcî ye.