• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home TEKNOLOJÎ

Bernameyên Popûler ên Çêkirina Vîdeoyan bi Jîrîya Çêkirî

Bernameyên Popûler ên Çêkirina Vîdeoyan bi Jîrîya Çêkirî
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Di serdema dîjîtal a îro de, çêkirina naverokê êdî ne bi tenê di destê profesyonelan de ye. Bi pêşketina bilez a teknolojîyên jîrîya çêkirî (AI), her kes di çend kêlîkan de dikare vîdyoyên balkêş çêbike. Bernameyên çêkirina vîdyoyan bi AI, ji têketinên hêsan ên wekî nivîs, wêne an deng, vîdyoyan bi xuyangeka profesyonel, anîmasyon û heta fîlmên kurt çêdikin. Di vê nivîsê de, em ê amûrên herî populer ên çêkirina vîdyoyan bi AI’ê bidin nasîn û li ser awantaj, qadên karanînê û xalên ku divê balê bikişînin biaxivin.

Jîrîya çêkirî (AI) di warê çêkirina vîdyoyan de guherînek çêkirîye. Li sala 2025ê, bi karanîna bernameyên AI, bi tenê çend bi peyv, wêne an dengan, vîdyoyên profesyonel têne çêkirin. Ev amûr ji bo afirînerên naverokê, bazirganan û perwerdekaran bûne amûreka bingehîn. Di vê nivîsê de, em ê 10 bernameyên herî baş ên AI’ê yên ji bo çêkirina vîdyoyan bi taybetmendî, awantaj û dezawantajan bidin nasîn.

Çêkirina Vîdyoyan bi Jîrîya Çêkirî Çi ye?

Bernameyên çêkirina vîdyoyan bi AI, ew nivîsbar in ku destûrê didin bikarhêneran ku bi karanîna daneyên wekî fermanên nivîsî (prompts), wêne an vîdyoyên heyî bi awayekê otomatîk naverokên vîdyoyê çêbikin. Ev amûr, bi teknolojîyên pêşkeftî yên wekî fêrbûna kûr (deep learning) û proseya zimanê siruştî (NLP), xeyalên bikarhêneran vediguherînin rastîyê. Mînak, gava ku hûn nivîsekê wekî “ejdehayek li fezayê difire” binivîsin, AI vê ramanê dîmenîze dike û vediguherîne vîdyoyekê. Ev amûr ji bo naverokên medyaya civakî, reklam, vîdyoyên perwerdeyê an projeyên kêfê her diçe populertir dibin.

  1. Synthesia

Synthesia ji bo vîdyoyên bi avatarên AI’ê navdar e. Peyvekê têkevî, awatareka realîst hilbijêrî û vîdyoyek zêdetirî 130 zimanan tê çêkirin. Ji bo perwerdeya şirketê û danasîna berheman bêhempa ye.

Awantaj: Piştgirîya pirzimanî, karanîna hêsan, avatarên bi kalîte. 

Dezavantaj: Ji bo anîmasyonên afirîner kêm e. 

Buha: Belaş (3 deqîqe/meh), plana Starter $29/meh (10 deqîqe).

  1. Runway ML

Runway ji bo vîdyoyên ji peyv an wêneyan tên çêkirin gelekî bi1hêz e. Modelên Gen-3 Alpha û Gen-4 vîdyoyên realîst û bi dîmenên domdar çêdikin. Amûrên wekî motion brush û kontrola kamerayê ji bo çêkerên fîlman bêkêmasî ne. 

Awantaj: Amûrên profesyonel, kalîteya bilind. 

Dezawantaj: Hînbûn hewce dike, kredî zû xelas dibin. 

Buha: Versîyona belaş sînordar, pîlanên peretî heyvê ji 15 dolaran dest pê dikin.

  1. Pictory

Pictory nivîsên wekî blog an senaryoyan bi otomatîkî vediguherîne vîdyoyên kurt. Ji bo medyaya civakî (Reels, Shorts) bêkêmasî ye. 

Awantaj: Zû naverokê nû dike, yekbûna wêneyên stokê. 

Dezawantaj: Ji bo vîdyoyên dirêj kêm e.

Buha: Ceribandina belaş, premium heyvê 19 dolar.

  1. InVideo

InVideo AI v3.0 bi peyvan vîdyoyên tevahî, avatar û deng çêdike. Bi şablonên xwe ji bo YouTube û Instagramê pir pratîk e. 

Awantaj: Edîtorekê yekgirtî, klonkirina deng. 

Dezawantaj: Di plana belaş de nîşana avê (watermark) heye. 

Buha: Belaş 10 deqîqe/hefte, pro heyvê 20 dolar.

  1. HeyGen

HeyGen vîdyoyên takekesî bi avatarên realîst û lip-sync çêdike. Ji bo bazirganî û e-bazirganîyê bêkêmasî ye, ji 100 zimanan zêdetir alîkarîyê dike. 

Awantaj: Bilez e û li gor mobîlan e.

Dezawantaj: Anîmasyonên pêşketî sînordar in. 

Buha: Ceribandina belaş, pro heyvê 29 dolar.

  1. Kling AI

Kling vîdyoya n bi dîmenên profesyonel çêdike. Ji 10 çirkeyan heta 3 deqîqeyan vîdyoyên bi fizîkeka realîst çêdike. 

Awantaj: Vîdyoyên dirêj, estetîka bilind. 

Dezawantaj: Pergala kredîyê dikare biha be. 

Buha: Belaş sînordar, pro heyvê 10 dolar.

 

  1. Luma Dream Machine

Luma ji peyv an wêneyan vîdyoyên 1080p çêdike. Bi navrûyaz xwe ya hêsan ji bo destpêkeran xweş e. 

Awantaj: Sazkirina hêsan, pêvajoya kêfxweş. 

Dezawantaj: Di pîlana belaş de tenê wêne çêdibin. 

Buha: Lite heyvê 9.99 dolar (3200 kredî).

  1. Pika Labs

Pika 2.1 vîdyoyên 1080p HD bi tevgerên realîst çêdike. Ji bo fîlmên kurt û vîdyoyên muzîkê bêkêmasî ye. 

Awantaj: Bilez, kontrola hûr. 

Dezawantaj: Ji bo vîdyoyên dirêj stitching lazim e. 

Buha: Ceribandina belaş, pro heyvê 10 dolar.

  1. OpenAI Sora

Sora ji bo vîdyoyên sînematîk û realîst herî pêşkeftî ye. Bi peyvan dîmenên dirêj û bi fizîka bêkêmasî çêdike. 

Awantaj: Azadîya afirîner, kalîteya bilind.

Dezawantaj: Gihîştin sînordar, buha ye.

Buha: API-bingeh, heyvê 20 dolar (kredî-bingeh).

  1. Google Veo

Veo 3 bi Canva’yê re yekgirtî ye. Deng û peyvê bi hev re bi kar tîne, ji bo medyaya civakî vîdyoyên baş çêdike. 

Avantaj: Yekbûna hêsan, hilberîna b-rol ên bilez. 

Dezawantaj: Di pîlana belaş de sînordar. 

Buha: Bi Canva Pro’yê re heyvê 15 dolar.

Kî Divê bi Kar Bîne?

Amûrên çêkirina vîdyoyan bi AI ji komeka berfireh a bikarhêneran re xizmetê dikin:

– Afirînerên Naverokên Medyaya Civakî: Ji bo YouTuber, TikToker û fenomenên Instagramê, naverokên bilez û balkêş çêdikin.

– Bazirganî: Ji bo kampanyayên reklamê, danasîna berheman an çîrokên markayan vîdyoyên bi lêçûneka kêm.

– Perwerdekar: Ji bo amadekirina materyalên dersê an pêşkêşîyên înteraktîf.

– Hunermend û Xwedîyên Hobî: Ji bo projeyên afirîner, anîmasyon an ceribandinên kêfê.

Pêşerojê Çi li Bendê ye?

Teknolojîya çêkirina vîdyoyan bi AI bi lez pêş dikeve. Li sala 2025ê, em dibînin ku ev amûr wêneyên realîsttir, anîmasyonên herikbartir û yekbûna dengan a pêşkeftî pêşkêş dikin. Di salên bê de, bê guman AI dê di pîşesazîya fîlman û çêkirina naverokên serbixwe de roleka mezintir bilîze. Lê belê, karanîna etîk a vê teknolojîyê û mijarên mafnasîyê dê di navenda nîqaşan de bimînin.

Encam

Bernameyên çêkirina vîdyoyan bi AI, amûrên bi hêz in ku afirînerîyê demokratîk dikin. Platformên wekî Runway ML, Synthesia, Pictory, Invideo, HeyGen, Kling Al, Luma Dream Machine, Pika Labs, OpenAl Sora û Google Veo ji bo bikarhênerên ji her astê vîdyoyên profesyonel gihandî dikin. Çi hûn fenomenekî medyaya civakî, pisporê bazirganîyê an jî tenê xwedîyê hobîyeke meraqdar bin, ev amûr ji bo veguherandina xeyalên we bo rastîyê fersendeke xweş pêşkêş dikin. Zû yekê biceribînin û dest bi çêkirina vîdyoya xwe bikin!

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.