Ew kesên dibêjin kurdî ji farisî çêbûye, ecêb e ku piranîya wan ne kurdî dizanin ne jî farisî… Her wekî Bedel Boselî gotî “Neştergerekê mejîyî rabe karê neşteşgerîya dilî bike çi qas bêexlaqî û sûc be, her wesa gotineka weha jî ji alîyê kesên ne kurdolog ve bêexlaqî û sûc e.”
Kurdî û Farisî ji malbata zimanên Hind-Ewropî ne û zimanên xwedî gelek taybetmendî û cudahîyên hevpar in. Exleb hinek kesên kurdînezan û di ser re jî farisînezan bi dilekê xirab îdîa dikin ku kurdî ji farisî çêbûye. her çend em vê yeke qebûl nekin jî gelek caran em nikarin bersiva van kesan bidin. Ji bo vê çendê kerem bikin vê nivîsê bixwînin û bersiva van dilxiraban bidin.
Dema Kesek Bêje “Kurdî ji Farisî Çêbûye” Vê Bersivê Bidinê
Ev kes dema gelek caran dikevin vê îdîayê exleb peyvên hevpar nîşan didin. Dibêjin di kurdî de ev qas peyvên farisî hene. Hingê hûn jî dikarin dêjin di tirkî de ev qas peyvên erebî hene, ma tirkî ji erebî çêbûye!
Kurdî û farisî du biraziman in û ji malbata Proto Hînt-Ewropî ne ku îngîlîzî, frensî, rûsî, hindî jî di nav de 444 ziman ji vê malbatê ne. Anku ne kurdî ji farisî ye ne jî farisî ji kurdî ye, lê belê her du ji heman çavkanîyê ne.
Kurmancî û zazakî ji alîyê akûzatîv û ergatîvê ve wek hev in. Anku di dema niha û dema bêyê de akûzatîv di dema borîyê de ergatîv e. Ji vê yekê re nîvergatîvî tê gotin û ev jî nasnameyeka zimanê kurdî ye.
Ji ber vê yekê cînavk (zamîr) di bin du cure, bandorê lo rewşa zayendê û pirhejmarîyê û kêşana lêkeran dike. Her weha peyv ji pêşgir û paşgiran distîne. Bi vê yekê ji alîyê sentaks û semantîkê ve kurmancî û zazakî yekrê ne.
Her weha ji ber ku ji heman malbatê helbet hevparîyên her du zimanan hene. Li jêrê cudahî û alîyên hevpar ên van her du zimanan hene:
Taybetmendîyên Hevpar
- Malbata Ziman: Her du ziman jî ji şaxê îranî yê malbata zimanên hind-ewropî ne.
- Ferheng: Di navbera kurdî û farisî de peyvên hevpar ên giring hene. Bi taybetî di encama têkilîyên dîrokî û têkilîyên çandî de kurdî û farisî gelek peyvên hevpar li xwe digirin.
- Rêziman: Her du jî hem taybetîyên analîtîk û hem jî sentetîk nîşan didin. Bo nimûne:
- Kêşana dema a lêkeran dişibin hev.
- Hin strukturên rêzimanî yên bingehîn, bi taybetî hevokên rengdêr û navdêran, dişibin hev.
- Alfabe: Kurdên Başur û Rojhelatê û faris alfabeya erebî bi kar tînin. Lê exleb kurdên dî alfabeya latînî bi kar tînin.
- Edebîyat: Edebîyata kurdî û farisî di dîrokê de bandor li hev kirine. Bi taybetî edebîyata farisî bandoreke mezin li nivîskar û helbestvanên kurd û ereb û farisan û Rojhelata Navîn kirîye.
Ferq û Cuda di Navbera Her du Zimanan de
- Zarava û Varyasyon:
- Zaravayên wek kurmancî, soranî, zazakî, (kirmanckî) û hewramî hene di kurdî de.
- Farisî xwedan guhertoyên wekî farisîya îranî ya nûjen (farisî), tacikî û derî ye.
- Struktura Ziman:
- Kurdî avanîya zimanî ya nîvergatîv heye. Anku têkilîya kirdeyê bi lêkerê re di dema borî de diguhere.
- Farisî avanîya zimanî ya navdêrî (nomînal) heye, yanî têkilîya kirde-lêkerê xwedîyê avahîyeka direkt e.
- Fonetîk:
- Kurdî xwedî konsonant û ahenga dengdêran dijwartir e.
- Farisî xwedan avahîyeka dengnasî ya nermtir e û dengên dengdêran jî dîyartir in.
- Ferheng:
- Ferhenga peyvan a kurdî gelek dewlemend e.
- Di ferhenga peyvan a farisî de bi taybetî bandora erebî zêde ye.
- Pêşveçûna Dîrokî:
- Kurdî wek zimanê ku ji alîyê gelên cuda ve tê axaftin, xwedî avahîyeka pir-zaravayî ye û vê yekê jî standardkirina wê zehmet kirîye.
- Ji ber ku Farisî wv demekê dirêj e li Îranê zimanê dewletê ye, ji ber wê jî bûye xwedîyê avahîyeka standard û navendîtir.
Di encamê de, kurdî û farisî her çi qas zimanên ku bi têkilîyên dîrokî, erdnîgarî û çandî nêzî hev in jî ji alîyê rêziman, dengnasî û cihêrengîya zaravayan ve ji hev cuda ne. Digel ku ji ber erdnîgarîyê taybetmendîyên hevpar ji danûstendina demdirêj a du zimanande derdikevin jî cudahî di encama pêvajoyên civakî û dîrokî de derketine holê. Anku kurdî û farisî ji hev çênebûne bes ji ber ku her du zimanê proto hînd ewrûpî ne nêzîkî hev in û çavkanîya wan yek e. Kurdî jî farisî jî du zimanenên serbixwe ne.