Dema em navê hunermendê nemîr Eyaz Yûsiv an jî Eyaz Zaxoyî bi lêv dikin teqez strana “Heger dinya hemî gul bit, gulek tenê besî min e” di guhê me de deng dide û pê re jî strana “Canê delala min” xwe berdide serê zimanê me. Ka em piçek xwe berdin ser jiyana Eyaz Zaxoyî û çîrokên stranên wî. Eyaz Yûsiv 20ê sibata sala 1961ê li bajarê Zaxo ji dayik bûye. Navê wî yê (Eyaz Zaxoyî) ji wir tê. Ji zarokatîya xwe vir de heza wî ji hunerê re hebû û hemû demên xwe li dîwanên dengbêjan de derbas dikir, bi eşqeq mezin guhdarî li dengên wan dikir. Eyaz Yûsiv dibistana xwe ya destpêkê û navîn li Zaxo qedandiye, bi deng û şîroveya xwe ya stranan bala derdora xwe zêde zêde kişandiye û di gelek rêxistinên biçûk ên dibistanan û bajêr de strana bi deng kiriye. Dema Eyaz Yûsiv dibe 18 salî, wek hemwelatîyekî Îraqî leşkerîyê ji bo leşkerîyê tê şandin. Şerê Îran û Îraqê û leşkerîya li Bexdayê ji Eyaz Yûsiv re dibe derfetek mezin. Eyaz Yûsiv wan derfetan bi awayekî baş bi kar tîne û wê demê gelek kasetan çêdike. Ji piştî ku diçe leşkerîyê Şerê Îran û Îraqê jî bi dawî dibe.
Li Bexdayê serîlêdana Radyoya Kurdî dike û li wir gelek stranên bi kurdî bi deng dike. Di bingeha Şanoya Hunerî ya Dihokê de dest bi xebatan dike û wê demê rêya wî bi Erdewan zaxoyî re pêrgî hev tê, hevdu nas dikin û bi hevre dest bi xebatên musîka kurdî dikin. Eyaz Yûsiv kasêta xwe ya yekem di sala 1982 de derdixe û bi wê kasêta xwe dengek mezin dide. Eyaz Yûsiv bi keçeke endama Tîpa Hunerî ya Dihokê re pêwendîyek wî ya evîndarî hebû û pêwendîyê tesîr li ser jiyana wî ya hunerî jî dikir, loma di warê stranên evîndarîyê de gelekî pêşketî bû. Yanî hunermendê ezîz evîna xwe bi hestên xwe ji me re kiriye stran.
Eyaz Yûsiv bi giştî 4 albûm, 12 klîp û di ser 65î re stran nivîsandiye û ev ked hemî di navbera 7-8 salan de pêk hatiye. Ne tiştek hêsan û asayî ye û ne pêkan e ku mirov li hember wî bejna xwe netewîne… Eyaz Yûsiv di demên xwe yên dawîn de gelek gelek zeîf, qels dikeve. Teşhîsa nexweşîya jana zirav (tuberkuloz) datînin li ser bertekê nexweşîya wî û wî ji bo tedawîyê ji bajarê Zaxo dişînin nexweşxaneya Mûsilê lê bijîşk neçar dimînin û li wir di 20ê Çileya 1986an de ku hîna temenê wî 25 e jiyana xwe ji dest dide. Ji hêla hunermend Erdewan Zaxoyî tê îdiakirin ku Eyaz Yûsiv ji aliyê rejîma Baas a Iraqê ve hatiye jehrîkirin û lewma jiyana xwe ji dest daye. 6 roj piştî koça dawî ya Eyaz Yûsiv, Erdewan Zaxoyî jî di odeyeke otêlê de ji aliyê leşkerên Sedam ve tê revandin û careke din agahî jê nayê sitendin. Ew bûyera ku bi serê Erdewan Zaxoyî de hatiye îdia ya wî ya di derheqê mirina Eyaz Yûsiv de jî xûrt dike mixabin…
Yanê bi kurtasî dîsa çîroka kurdekî hêja sedema kurdbûna wî, sedema zimanê wî di dîrokê de nîvçe dimîne. Bi mirina wî re, bi taybetî xelkên bajarê wî Zaxoyê ku lê ji dayik bûye, xemgînîyeke mezin kişandin. Meyîtê Eyaz Yûsiv li cem bavê wî li Zaxoyê tê veşartin. Dayîka min tim dibêje “Sal bi sal, xwezî bi par” Heta tovên me li ser vê xakê hebin em kurd dê tim ji bo çîroken nîvçemayî bi keserek mezin “xwezî”yê bînin. “Xwezî ne bi vî rengî ba.”
Çavkanî: Wîkîpedia
www.kurtler.com