Bextîyar ‘Elî nivîskarê kurd ê Başurî Xelata Hilde Domînê ya sala 2023an stand. Bextîyar Elî bi nivîsandina xwe ya li ser meseleyên civakî û atmorfera herêmî, sînorên kesayetîya xwe derbaz kirîye û hem di nav kurdan de hem jî di nav wêjeya cîhanê de deng vedaye û gehiştîye merheleyeka bilind.
Ji ber çi Xelat Dane Bextîyar ‘Elî?
Bextîyar ‘Elî nivîkarekê kurd ê mezin e ku xwedîyê çendîn berhemên giranbuha ye. Sedema hildana vê xelatê jî hate nîşandan ku Bextîyar ‘Elî mînaka mirovahîyê di pûnase xwe de nîşan daye di cîhana qeyran û şer de.
Xeleta Hilde- Domin Çi ye?
Hilde Domin navê jineka cihû ye li welatê Elmanyayê. Hilde Domin di sala 1909an de li bajarê Elmanyayê Kolnê ji dayik bûye û di sala 2006an de mirîye. Ev jinik şair, nivîskar û wergêr bû. Di lîteratura Ewrûpa û cîhanê de gelek navdar e û xwedanê gelek xelatan e. Piştî mirina wê bi mebesta rêz û bîranîna her sal xelat li ser navê wê tê belavkirin li nivîskarên cîhanê.
Bextîyar ‘Elî Kî ye?
Bextiyar ‘Elî, nivîsakrekê kurd ji Başur e. Bextîyar di sala 1960an de li Silêmaniyê ji dayik bûye. Li Zankoyên Silêmanî û Selahedînê beşa Erdkolojiyê xwendiye. Di sala 1983an de li Hewlêrê di xwepêşandanan de birîndar dibe, pişt re zanîngehê berdide. Ji wê demê ve li Almanyayê dijî.
Romanên Bextîyar ‘Elî
Bextiyar Elî 12 romanên bi navên; Mergî Taqaney Duwem, Êwarey Perwane, Dwahemîn Henarî Dinya, Şarî Mosîqare Spiyekan, Cemşîd Xanî Mamim Ku Hemîşe Ba Legel Xoy Da Deybird, Dagîrkirdinî Tarîkî, Xezelnûs û Baxekanî Xeyal, Koşkî Balinde Xemgînekan, Keştî Firîştekan, Hewrekanî Danyal, Deryas û Laşekan û Bender Feylî nivîsandine.
Helbestêm Bextîyar ‘Elî
Her weha Bextiyar Elî, xwediyê pênc pirtûkên helbestên bi navên; Gunah û Karneval, Bohemî û Estêrekan, Îşkirdin Le Daristanekanî Fîrdews Da, Ta Matemî Gul Ta Xwênî Firîşte, Ey Benderî Dost.. Ey Keştî Dujmin ye.
Berhemên Hizrî yên Bextîyar ‘Elî
Çendîn berhemên Bextîyar ‘Elî yên hizirî hene ku bi rêzê weha ne:
-Welam Le Rojgarî Winbûnî Pirsiyar da – Siyazde Çawpêkewtin Legell Bextiyar Elî, (Bersiv di serdema windabûna pirsiyarê de – 13 hevpeyvîn bi Bextiyar Elî re)
-Îman û Cengaweranî, (Îman û Şervanên Wê)
-Xwênerî Kuşinde – Komelle Witar, (Xwînerê Kujende – Komgotar)
-Le Diyarewe Bo Nadiyar
-Çêjî Mergdostî
-Wek Ballindeyi Naw Cengelle Tirsinakekan
-Sêwî Sêhem, 2009 (Sêva Sêyem)
-Awrrekeyi Orfiyus
-Cwaniyekanî Narrêkî
-Nersîsî Kujraw
Bextîyar ‘Elî Heta Niha Çi Xelat Stendine?
2009, Xelata Wêjeyê ya HARDIyê
2014, Xelata Wêjeyê ya Şêrko Bêkes
2017, Xelata Prestîjê ya Nelly-Sachsê