Ronî, ji alîyê bavê xwe ve Yahûdîyê Aşkenaz, ji alîyê dayika xwe ve jî Yahûdîyê Sefaradê bû. Bi sedemên curbicur, du malbatên ku ji hevdu bêxeber di destpêka salên 1920î da li Stenbolê rastî hev hatibûn û çîroka Ronîyî bi vê rasthatinê dest pê kiribû. Ronî di destpêka serborîyên xwe da herî zêde behsa jîyana dapîrên xwe Hîlda Danon û Fanny Margûlîesê dikir, çîroka xwe bi jîyana wan dest pê dikir û xem û keserên wan bi zimanekî hestîyar û dilsoj vedigot. Jîyana her du jinan ji hevdu balkêştir û nahîftir bû. Zimanê yekê Ladîno û yê ya din jî Rûsî bû, her du li welatên cuda mezin bûbûn lê dîsa jî ev nebûbû asteng ji bo xizmanîya du malbatên xwe nas û belkî gorî Stenbola wê demê gelek pêşketî û entelîjans.
Ronî li Stenbolê ji dayik û mezin bûbû. Piştî ku ji Koleja Robertê mezûn bû, ji bo xwandina zanîngehê çûbû Londonê. Ewil bi wêjeyê ve eleqedar bû, lê piştra li ser beşa aborîyê akademî kir û li Ewropayê li gelek zanîngehan xebitî. Ji bilî akademîyê li ser televîzyonê bernameyên balkêş çêkirin û wek qunciknivîs di rojname, kovar û platformên dîjîtal de li ser mijarêncivakî û rojane pênûseke tûj û wêrek bikaranî.
Wî ji bo xwe digot, “Tişta ku hatîye serê min ya herî baş ew e ku ez bûme sosyalîst.” Ji bo hemû netewên bindest yên dinyayê heta dawîya emrê xwe bi sekneka eşkere û humanîst, bi awayekî çalak di navxebatan da cihgirt û herî zêde jî li ser mafên penaberan xebitî.
Meseleya zimanî jî derd bû ji bo Ronîyî. Di gotûbêjeka ya li ser zimanan pek hatîyî da digot, “Zimanê dayik û bavên dayika min Ladîno, berbi wendabûnê ve diçe, ji ber ku gelek kêm kes diaxivin êdî wî zimanî. Heta ku ez jî nizanim. Zimanê min yê zikmakî tirkî ye. Lê kurdî ne wek Ladînoyê ye, bi mîlyonan însan diaxivin, her tim pêş ve diçe, ne mumkun e tu caranwendabibe.” Haya wî tim jinetewaKurd û jizimanêKurdîhebû û serê xwe gelek bi vê meseleyê diêşand. Helwesta şoreşkerekî wêrek û zana lê hebû. Ji ber navê xwe jî li gelek cihan wekî kurd dihat zanîn. Bi wateya navê xwe, hevşibîna di nava zimanê îbranî û kurdî de, girêdaneka gelek biqîmet û ev rewşwekî kêfxweşî û hevparîyekê didît.
Ew nivîskar, rojnameger, wergêr û aktîvîstekî sosyalîstbû. Lê berîya her tiştî helbestvan bû. Li ser rewşên kesê dest nedayê û ji xwe re nekirî derd bi zimanekî zelal, rastîbîn û binecîh dinivîsî. Her kesî perçeyek ji xwe didît di nav helbestên wî de. Jîyana wî ya di nava Stenbol û Londonê de derbasbûyî, bûbû şahidê gelek serborî û hewldanên Ronîyî. Belkî jî herî zêde li ser helbestê tesîr kiribe ev hatin û çûna di nava van her du bajarên kozmopolît û xopan de. Qasî realîstîya xwe kesekî romantîk jî bû ew. Elsa ya ku bi salan Ronî evîndarê wê bû, navê wê tim li ser zimanê Ronîyî bû û di gelek serpêhatî û helbestên Ronîyî de wekî hêmayekê cih girtibû. Ronî bi hêzeke mezin û ber bi çav evîna xwe ve digot heta ku bi navê Elsayê pirtûkeke helbestan jî nivîsî bû.
Ji bilî pirtûkên wî yên helbestan, gelek pirtûkên wî yên wergêr, ceribîn û yên serpêhatîyan jî hene. Wekî Elsayê, Stenbol jî li ber dilê Ronîyî ezîz bû. Ew evîndarê Stenbolê jî bû. Wî riste rêz dikirin li ser Stenbolê. Zarokatî, hevaltî, evîn, gazind û veqetanên dilêş hebûn di nav wan riste û hevokan de. Wî ji bo xwe digot, “Welatê min Stenbol e. Zimanê min jî tirkî ye. Ji ber wê ez tu car li Stenbolê xwe bîyanî nabînim helbet. Stenbol guherî, ez jî guherîm, lê tiştên me bi hev re jîyayî naguherin. Ez xwe li Stenbolê bîyanî nabînim lê dizanim wek bîyanî yekî têm dîtin.” û di dawîyê de jî digot, “Em li her derê bîyanî ne êdî.”
Di pirtûkên xwe yên bi navê “Malbata Min û Yahûdîyên Din” û “Digirnije Zarokatîya Min Li Dû Min” de mirov Ronîyî ji nêz ve dinase. Nefsbiçûkî û samîmîyeta zimanê wî, xwe ji dûr ve nişanê mirovî dide. Ronî mirovekî enternasyonal bû. Her însanên biêş û derdê wan heyî, di sohbet, pirtûk û sekna wî de xwe didît. Mirina wî jî mirineke zû û nepayîn bû. Wî li dû mirina hevalekî xwe digot, “Me, ew wek desteyê ve nasînê rêwî kir, ji bo meyxaneyên ji dinyayê wêdetir.” Me jî 19ê Tîrmeha 2023yê bi heman armancê hozanê mezin Ronî Margûlîes rêwî kir. Ronîyek bû ew, yeke ku dê qet neyê vemirîn. Çinarek bû, li dû man, gul û ji bîrekê wêdetir…