Dema em derdikevin rêwîtiyekê yan jî jibo dûrketina xirecira jiyanê em pêşî berê xwe didine helbestan û stranan. Helbest û stran aramiyekî û xweşiyekî didine dilê mirovan.
Carinan xeyalên me, carinan hêviyên me, carinan jî xemgînî û bendemayînên me pêrgî hev tên di stranan de. Stranbêjekî ku bi deng û bi stranên xwe me dibecihên kûr û dûr yek ji wan jî hunermend Rezan Koç e.
Hunermend Rezan Koç bi strana xwe ya “Gula Hewşê” di hewşa jiyana me de cih girt.
Hinekan ev stran ji bo yara xwe, hinekan ji bo malbata xwe û hinekan jî ji bo hevalên xwe kirin diyarî.
Hinek ji me li ber xemgîn bûn, hinek kes jî bi vê stranê keyfxweş bûn. Her hevokeka vê stranê bû wateya hestê me.
Stranên Rezan Koç di platformên civakîde bi taybetî jî ji hêla ciwanan gelek hat parve û guhdar kirin. Lê ew ne tenê bi vê stranê, bi gelek stranên xwe yên din bi nav û deng jî hene ku Rezan Koç wî bixwe nivîsandine.
Digel ku ev stran li ser zimanê me bûne aheng û di nav gel de belav bûne hîn em nizanin nivîskarê van stranan hunermend Rêzan Koçî bixwe ye.
Em dê behsa van jî bikin lê pêşî em hunermendê xwe nas bikin.
Rezan Koç Kiye ?
Rezan Koç Hunermendekî ji navçeya bajarê Mêrdînê ji Nisêbînê ye. Ji 18 saliya xwe ve xebetkarê tendûristiyê ye.
Ev 30 salên wî ne ku bi stran û mûsîkê ve mijûl e. Hunermend Koçî her çiqas di van çend salên dawî de ketiye jiyana me de jî, bi stran û bi dengê xwe bandoreke sedsaleyî li ser me kir û bû kesek ji malê.Koçî, Kurê bavek memurê dewleta Tirkî ye lewma jiyana wî bi piranî li bajar û dezgehê Tirkiye derbas dibê.
Piştî çend salan bi daxwaza xwe vedigere bajarêNisêbînê û ji wê demê ve jiyana xwe li wir di nav gelê xwe de bi ziman û çanda xwe didomîne.
Di vê serdemê de gelek lêkolînên kûr li ser stranan, kilaman û dengbêjan dike.
Ji 6 û 7 saliya xwe vir ve bi mûzîkê ve eleqedar e û dibêje “Ev hezkirin û miraqa min ya
li ser mûzikê bi diyariyeke hevaleke bavê min dest pê kir.”
Dema Rezan Koçî zarok bû, hevaleke bavê wî tembûreke piçûk ya zarokan diyarî Koçî dike û bi saya vê tembûrê miraqa wî ya li ser mûzîkê dest pê dike.
Di sala 1995 de li zaningeha Yildiz Teknîkê de derfeta wî ya xwendinakonservatuara sazên bitêl çêdibe lê mixabin bavê wî bi awakî hişk û neyînî li hember vê biryara wî disekine. Naxwaze ku Rezan Koç bi karê mûsîkê re eleqedar bibe
û kaxiza kû ji hêla zaningehê ve hatiye bi rê kirin, li ber çavê Rezan Koç jihev diçirîne.
Mixabin carinan malbata mirov her çiqas bi hestên parastinê be jî dibin asteng ji bo pêşketina me ya hûnerî. Koç, kengî berê xwe bide mûzîkê, bavê wî tim li hember wî disekine û naxwaze kurê wî bi mûzîkê ve mijûl bibe. Wek her bavî ew jî dixwaze ku Koç ji bo pêşerojê ji hêla aborî ve bê mînet be û bibe xebatkarê tendûristiyê. Koç, vê daxwaza bavê xwe bi cih tîne lê tu carî mûzîkê terk nake.
Ji bo vê hêza wî ya pêşveçûna hunerî, ez bixwe jî hûnermendê mecarekedin jî ji dil û can pîroz dikim. Li gor hin gotinan êdî di van demên dawî de bavê wî jî bi hunera wî ya mûzîkê û bi dengê kurê xwe gelek serbilind û serfiraz e.
Çîroka strana “Gula Hewşê” çiye ?
Hûnermend ev stran ji bo keça xwe ya astengdar(16 salî) ku sala borî koça xwe ya dawî kiriye, nivîsandiye. Keça wî ji stranên bavê xwe û ji muzîka wî gelekî hez dike. Koç dema ji kar vedigere malê, ligel zarokên xwe yê din her tim ji keça xwe ya astengdar re strana dibêje û li saz dixe.
Dema ku keça wî diçê ber dilovaniya Xwedê, Koç strana “Gula Hewşê“ jibo wê dinivîse û dixwîne.
Koç dibêje kû:
“Mala min hewşek bû û keça min jî guleke di nava wê hewşê de bû.”
Dema min çîroka stranê guhdarî kir gelekî şaş mam, ez qet nefikirîm ku straneke bi vî rengî , xwediyê çîrokeke bi vî awayî be.
Gelekî xemgîn bûm…
Koç, her tim bi karê stran û muzîkê ve mijûl dibû lê ji hêla mirovan ve pir nedihat zanîn û nas kirin.Lê bi israr û bi bandora derdora xwe strana “Gula Hewşê“ li ser platformên civakî belav kiriye û gelek baş kiriye ku em jî anha hunermendekî weke wî dengxweş nas dikin. Bi parvekirina strana “Gula Hewşê” deng û rengê xwe digihêjîne bi hezaran.
Lê ji bilî strana “Gula Hewşê” gelek stranên navdar jî hene kû hunermend Rezan Koç bixwe nivîsandine û ji hêla hubermendên cûr bi cûr ve hatine strandin.
Hinek ji van stranan tim li ser zimanê me û li ber guhê me lê didin, dema em dikevin medyaya civakî yan jî di trafîqê de yan jî di devê zarokên li kolanan de em tim pêrgî van stranan tên lê me nizanîbû ku ev jî ji berhemên hunermendê hêja Rezan koç
in.
Çend mînak ji wan stranan:
Xecê Herdem – Tu Li Kû Yî
Raperîn – Sal Bê Deng
Eymen Adal – Taca Sera
Alîş Yaşar – Rebeno Dilo
Gonûl Dîlan – Çi Rojên Xweş Bû
Hunermend dibêje ku:
“Ziman ji bo min pir girîng e.Yek ji sedema ku li Nisêbînê jiyana xwe didomînim jî Zimanê Kurdî ye.
Ez di zarokatiya xwe de ji ber karê bavê xwe yê memuriyê li bajarên Tirkiyeyê mezin bûm û ji ber vê yekê ji ez ji zimanê xwe dûr dimam. Ji bo zarokê min heman tiştî nejîn, ji zimanê xwe dûr nekevin û her tim bi zimanê xwe biaxivin naxwazim ji van deveran herim.”
Li ser van gotinên Koç, gotineke pêşiyên me hate bîra min.
Pêşiyên me gotine ku:
“Dar li ser koka xwe , mirov li ser zimanê xwe şîn dibe”
Ji ber vê sekna wî ya li ser ziman ez bi taybetî Rezan Koç pîroz dikim. Hunermend Koç bi stran û bi mûzîk û bi xema xwe jiyanek têr û tijî bihurandiye û bi hêvî me ku hîn jî wê li ser jiyana xwe gelek tiştên xweş zêde bike û heta dawîya emrê xwe
wê jiyana me bi stranên xwe geştir bike.
Bi hêviya stranên hîn xweştirîn û geştirîn ez nivîsa xwe livir diqedînim.