Kesê ku ji rastîyê haydar be, xwe û jîyana xwe bi bêgavî feda dike.
Rastîya maddî her tim xwedî wê hêzê ye ku bandorê li rastîya gîyanî/arişî dike û li gor xwe dide teşekirin. Çalakîyên ku li pêşîya vê hêzê disekinin, di dawîyê de xwe di pozîsyona radestîyê de dibînin. Her cure şêwazên jîyanê bi pêdivîya adaptasyona bi cîhana civakî ya ku li dora rastîya maddî hatîye avakirin re rû bi rû dibîne. Li dijî rastîya maddî ti çalakîyek arişî/manewî an hestyarî xwe nikare li hemberî wê rizgar bikin. Serwerîya maddî li ser pûçbûna manewî hatîye avakirin. Gava hestyarî li dij rastîyê têk biçe trajedî hêdîka zîl dide. Û jîyana mirovên xwedî hestyar serûbin dibe. Ev şêwaza jîyana maddî rê nade ku jîyanek cuda bila xwe bidomîn e; pejirandina jîyana arişî xwe li der, wek bîyanî dihesibîne. Mantiq û rasyonalîteya teqez xwe di nav jîyana civakî de bi cîh dike û bandora xwe dide rûniştinê. Takekesitî û xweperestî xwe di rewşek jênerev de dibîne. Pevçûn û nakokîya navbera kesan û navbera çînîyan dibe wek beşek ji jîyana nûjen. Xizantî her tim rewşa bêparbûna ji her tiştî ye.
Evîn jî li dij vê rastîya teqez peyda dibe û xwe di trajedîya ku li paş rastîya aborî de veşartî yê de wek bêhukm dibîne. Serpêhatîyên mirovan nîşan dide ku evîn heman demê de bi xwe re trajedîyê jî tîne. Bêparbûyîna hesta evînê ji bûyer û rewşên der mirov diqewime pêk tê û nakokî û gumanên hundirê kesan dihejîne, jîndar dike û wê/wî ji hebûnê/ mirovahîyê diqetîne. Ev yek dibe divîyatîyek derveyî ya ku vediguhere trajedîyeke navxweyî.
Evîn tena serê xwe diqewime lê bi tena serê xwe bi dawî nabe.
Ji bo evîneke bêdawî û nemir çi pêwist e ku xwe di binehişê mirovan de heta hetayê bi cîh bike? Divê çi hebe ku evîn xwe nede jibîrkirin an jî xwe li çar alîyê dinê bide nasîn? Belê, bersiv hêsan e: TRAJEDÎ! Ji bo ev tişt pêk bê divê trajedî û êş û jan hebe û ev rewşên neyînî bê jîyîn. Berevajî ya wê ne gengaz e ku xwe bi nemirî bide pênasekirin. Mînakên wan qet tune ye, hebe jî demkî ne. Mirov çiqasî xwe ji trajedîyan dûrbixe û nexwazin wê bijîn jî, lê her tim meraq û xwesteka wan ya trajedîyên heyînî û hatîye jîyînan re heye. Ji ber ku mirov tenê hewcedarîya dilşadîyê nake; di hundirê wan de xwesteka êş û trajedî jî heye. Van xwestekên xwe li ser trajedîyên der wan pêkhatîye, yên dij wan qewimîye bi rê ya empatî yê ve dabîn dikin.Trajedîya yekî din dibe ku ji yekî din re bibe sedema kêf girtinê. Çi bi hesta heyf girtinê be, çi jî bi têrkirina xwesteka êşkişandinê be; mirov ji êş û trajedîyê xwedî dibe, têrbûna xwe bi vî rengî bi cîh tîne.
Êş çiqas hovane be jî di nav xwe de dîmane tahmek şêrîn dihewîne. Evîn bi êş û trajedîya xwe her dem balê dikşîne ser xwe. Em dibînin ku evîn herî zêde di hunerê de reng vedide. Her cureyên berhemên hunerî, ji evîn û trajedîyê ve ne azade ye. Hunerên xêzeyî, nivîskî an jî devkî/gotinî û hwd. de dîyar e ku melankolî û arabesk xwe eşkere dike. Mirov gava bi van huneran ve mijûl dibe serborîya xemgînîyeke hundurîn, jênerev dibe. Trajedî ji bo afirandina mirovan derfetek madî ya bêhempa pêşkêş dike. Di heman demê de potansîyela afirîner a mirov dide pêşxistin. Ji ber ku sedema balkêş a vê rewşê ew e ku çavkanîya xwe ji jîyan û jîyînên rast digire. Rastîya trajedîya pirranî bi rêya pevxistînê tên afirandin. Her gel li gor çand û hunera xwe trajedîyek evînî bi hêmanên kevneşopîya xwe afirandîye.
Ji ber ku di civakên kevneşopî de têkilîyên jin-zilam yek bi yek nehate pêşwazîkirin, çalakîyên bi vî rengî gelek caran bi awayên veşartî dihatin kirin. Ji ber balkêşîya qedexeyan, rewşa hestyarî ya tund ‘evînîyê’ neçar dike. Ev rewşa hestyarî, ku pirî caran nikare were tepisandin, di dawîyê de xwe eşkere dike. Rastîya ‘evîn’ê ku berevajîya zewaca birêkûpêk e, ku rêgeza nenivîsandî ya civaka kevneşop e, ku li derveyî hişmendîya mêranî ya serdest pêş dikeve û pêwîstî bi erêkirina wê nîn e, bi helwesteke tund re rû bi rû dimîne. Li hemberî vê rastîya ku nayê pejirandin, trajedî hêdî hêdî derdikeve holê.
Civak dema ku têkilîyek dualî peydadibe xwe wekî biryarder dihesibînin. Ew îdia dikin ku para wan di vê yekê de heye ku têkilîyek heye an na. Ev rewşa hestyarîya tund a ku sînor û şertan nas nake bi nakokîyan re dihêle. Û di encama van nakokîyan de rewşa pevçûnê – ku trajîk e – neçar dibe.
Dema em li civakên îroyîn ên nûjen dinêrin, em dibînin ku dem-mekan û hişmendîya mirov guherîye û diguhere. Lê trajedî hebûna xwe li gorî dem û mekanê didomîne û di jîyana mirovan de sedem û hincetên nû ji xwe re pêşnîyar dike ku wek beşek jîyanê berdewam dike. Dinyaya ku bi teknolojîya pêşkeftî ve bûye gundekî biçûk, bi amûrên ku hilberînê di nava beşên herî biçûk ên jîyana taybet a mirovan de jî cîh digire. Jîyana nerazî, ferdê ku jîyana têrbûyî ya ku xeyal dike bi amûrên teknolojîk dibîne û şêwaza jîyana nûjen a ku vê xwestekê hîn zêdetir dipêje, ferdan ber bi pêvajoya serhildana li dijî jîyana heyî ve dibe, ferdê dixe nava xirecirekê. Evîna mirovê nûjen ku ji sermayeya aborî bêpar e, li vir bi trajedîyê tê desteserkirin. Ji vê kêlîyê û pê de, mirov dev ji hestyarîya borî berdide û ber bi rastîya tûj ve diçe; ango bi bijartinên aqilane gavekê diavêje qada bê hest û robotîk ya jîyana modern. Ev yek di hin rewşan de ji bo kesek û di hin rewşan de jî ji bo her du kesan encamên trajîk di têkilîyên dualî de amade dike. Di vir de, bijarteyek bê dil heye, zordarî an jî ferzkirina modernîteyê heye. Tiştê ku berê zihnîyeta civakî rê nedida, niha jî hem hişmendîya civakî hem jî şert û merc destûrê nadin.
Evîn çiqas ji rastîyê dûrbikeve ewqas amadehîya trajedîyê dike. Berevajî çiqas nêzê rastîyê bibe jî trajedî dîsa xwe li rû dixe. Ya ecêb ew e ku rastî bixwe jî trajedî ye.
Hemû têkilîyên jîyana mirovan ên ku tenê ji alîyê madî ve hatine kişandin û şêweya dinyaya bêruh û mekanîk a ku ji ber bandorên wê yên neyînî hatîye afirandin, mirovahîyê ji her demê bêtir xweperest û xwegertir dike. Rastîya civakî ya ku nikare pêşî li çêbûna hesta evînê bigire, ji bo pêşîgirtina li encamên erênî yên evînê an jî ji holê rakirina evîna ku derketîye holê, dudilî nake ku her cûre faktorên mecbûrî bixe nav tevgerê.
Hişmendîya mirov a ku li gorî jîyana civakî pêk tê, li ku be û li ku derê be, her tim meyla mirovan ya bi trajedîya ku bi şert û mercan peyda dibe, derdixîne holê. Bandora şert û mercan ya ku li ser jîyana mirovan, ji bandora mirov a li ser rewşanserdesttir e. Bandora neyînî ya civaka kapîtalîst li ser psîkolojîya mirov dibe sedema pirsgirêkên derûnî yên heyî û yên nû. Dema em li pêvajoya dîrokî dinêrin, qasê mirovên nûjenên ku hewcedarîya piştgirîya kesane dikin/dixwazin û hewcedarîya dermanên derûnî dikin qet nehatîye dîtin. Tiştê ecêb ew e ku ji bo piştgirîya psîkolojîk jî sermayeya aborî pêwîst e. Bi gotineke din, pirsgirêkên ku ji ber sedemên aborî rû didin, bi heman hêza aborî ve têne çareser kirin û pirsgirêk – bi şertê ku li gorî nîzama heyî werin adaptekirin- têne çareser kirin. Derfeta hebûna rastîya razber li hember rastîya şênber dîmane her tim wenda dibe.
Cihê hestîyarîya zêdeya ku li pêşberî rastîyê, trajedî ye.
Pirsgirêka mirovên nûjen, sedema hebûna wan bûye çalakîyên aborî, her cure pêdivîyên wan ya jîyînê li ser hêza aborî dimeşe. Freud dibêje ‘‘Tişta ku dinyayê bi rêve dibe arezû ye’’ mirovên nûjen jî vê tiştê dide ber çavên xwe û ji bo arezû û xwestekên xwe bicîh bîne, li dû hêza aborî dikevin da ku hebûna xwe bi xwestekên xwe bidest bixin. Aborî tenê nabe mebest, aborî ji bo mebestên hundirîn-xwestekên bên têrkirin- rêyek dijwar e û rêyek bêgavî ye. Dawîya dawî em tên ser gotina Marx a ku dibêje ‘‘Binesazî bandorê li avahîya jorîn dike’’.