Bitcoin dîsa ber bi lûtkeyan ve diçe: ji 91 hezar dolaran borî. Pereyê krîpto yê herî mezin ê cîhanê Bitcoin, bi hêvîya kêmkirina faîzê ya Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) re ketîye nava lezê û careka din ji 91 hezar dolara zêde bû. Li gorî daneyên CoinGecko, BTC di nav rojê de bi rêjeya %1,8 rabû û gehişt 91.950 dolaran. Nirxê giştî yê bazara krîptoyê jî bi lez rabû 3,11 trîlyon dolaran.
Ev rabûna ji binê 85 hezar dolaran ya destpêka meha berfanbarê nîşan dide ku piştî krîza Cotmehê Bitcoin careka dî xwe da hev. Çavê hemû veberhêneran li biryara faîzê ya îro ya Fedê ye.

Hemleya Fedê ya Faîzê: Sotemenîya Nû ya Bazarê
Rabûna Bitcoinê bi rastî bi hêvîya kêmkirina faîzê ya 25 xalên bingehîn a îro tê ragihandin ve girêdayî ye. Li gorey daneyên CME FedWatch, îhtîmala ku faîz bê xistin di navbera %3,50–3,75ê de ji %90ê zêdetir e. Ev dê bibe sêyem kêmkirina faîzê ya piştgirî ya piştî cotmeh û mijdarê û dê mesrefa deynkirinê kêm bike, ev jî dê eleqeya li hemberî sermayeyên xeternak (bi taybetî krîpto) zêde bike.
Serokê Amber Groupê Michael Wu ji Decryptê re got: “Guherîna hêvîyên faîzê li Asyayê ji çînên sermayeya kevneşopî zûtir bandorê li bazarên fonên krîptoyê dike.” Ev gotin nîşan dide ku krîpto çi qas bi nîşanên makroekonomîk hesas e.

Paşxane: Piştî Krîza Cotmehê di nav Bandeka Teng de Ma
Di destpêka cotmehê de 19 milyar dolar pozîsyona bi leveraj hatibûn tasfîyekirin û Bitcoin ketibû nav bandeka teng a 85–90 hezar dolaran. Piştî ku di destpêka berfanbarê de daketibû 85 hezaran, bi nîşanên “guhertinên nerm” ên Fedê dest bi rabûnê kir. Analîstên Barclaysê jî di dawîya mijdarê de gotibûn “îhtîmala kêmkirina faîzê ji %67ê derbas bûye” û rabûna Bitcoinê pêşbînî kiribûn.
Di 24 saetên dawîyê de Bitkoin %1,86 rabû û gehişte 91.304 dolaran. Ethereum jî bi qasî %2 rabû û nêzîkî 3.500 dolaran bû. Nirxê giştî yê sûkê ji 3 trîlyon dolaran derbas bû.

Nêrînên Analîstan: Ji bo Dawîya 2025ê Pêşbînîyên Geş
Pispor dibêjin ku ger Fed dest bi çerxa kêmkirina faîzê bike, Bitcoin dikare heta dawîya 2025ê derbasî ser 100 hezar dolaran bibe. Rapora Coinbaseê ya berfanbarê jî dibêje “bi kêmkirina faîzê û zêdebûna lîkîdîteyê re bawerîya veberhêneran wê xurt bibe û daxwaza BTCê biteqe.”
Li gorey Changelly, li meha berfanbarê nirxê herî bilind 92.131 dolar e û heta dawîya salê dibe ku bigihe 111.500 dolaran (ji niha %22 zêdetir).
Lê analîstên Bitfinex hişyar dikin: “Avahîya niha hêj naziktir e, ger di daneyên kar de surprîz çêbibe dikare dakeve.

Bandora li Herêmê
Li vê derê jî bi sedema enflasyona bilind û bêîstiqrara TLê veberhênana krîpto gelek populer e. Di 24 seetên dawîyê de li Paribu û BtcTurkê hecma danûstandinan %20 zêde bû. Pispor dibêjin kêmkirina faîzê ya Fedê dikare dolar/TLê bişkêne û krîpto bibe “limana ewle” ya nû.
Lê ji bo veberhênerên herêmê hêj jî xetereya birêkûpêk û bacê heye. Rojnamevanê aborîyê Ayushman Ojha got: “Bi kêmkirina faîzê ya Fedê Bitcoin derket 91.500 dolaran, lê ji bo veberhênerên herêmê hêj nebûna zelalîya bac û birêkûpêkbûnê astengîyek e.”
Pêşeroj: 92 Hezar û Pê ve?
Biryara Fedê ya îro û daneyên kar ên sibê dê rêya Bitckoinê dîyar bikin. Ger 92 hezar bi awayekê daîmî bê şikandin, modelên wekî PlanB 100 hezar dolaran nîşan didin.
Cîhana krîptoyê bi kelecan li bendê ne, lê ev rabûn ne bi tenê dîyardeyeka darayî ye, ew neqşa çerxa lîkîdîteya gerdûnî ye.
