Îndeksa Hanley Passport “paseportên herî bihêz ên sala 2023an” eşkere kirin. Li gor daneyên Yekîtîya Navnetewa Barkirina Asîmanî (IATA) rêza lîsteya bihêzitirîn Paseportan îsal dest guherandîye.
Par di lîsteyê de paseporta Japonê bi 193 pûnana di rêza yekem de bû. Lê belê rêza yekem îsal dest guherand û bihêztirîn paseporta sala 2023an bû paseporta Sîngapûrê.
Kesên Paseporta Sîngapûrê Heyîn Dikarin Çi Bikin?
Kesên paseporta Sîngapûrê heyîn dikarin bêyî wîze biçin 193 dewletan.
Tirkîye Di Rêza Çendan De Ye?
Her weha Paseporta Tirkîyeyê di rêza 53an de ye bi 114 pûanan.
Lîste weha ye:
1-Sîngapûr: 193
2- Japon: 191
3-Fînlandîya, Fransa, Almanya, Îtalya, Koreya Başur, Îspanya, Swêd: 190
4-Qralîya Yekbûyî, Avusturya, Danîmarka, Îrlanda, Luksemburg, Hollanda: 189
5- Belçîka, Malta, Norwêç, Portekîz: 188
6-Avustralya, New Zelanda, Îsvîçre: 187
7-Kanada, Komara Çekan, Yewnanistan, Polonya, Usa: 186
8- Macarîstan: 185
9- Lîtvanya: 184
10- Estonya, Letonya, Slovakya, Slovenya: 182
Bêhêztirîn Paseportên Sala 2023an Kîjan in?
Li gor vê lêkolînê Efganistan ji ber şerên navxweyî û her wekî dîtir bi 27 pûanan di rêza 106an de ye. Sûrîye bi 28 pûanan di rêza 105an de, Êraq bi 30 pûanan di rêza 104an de, Pa1kistan bi 33 pûanan di rêza 103an de û Yemen bi 34 pûanan di rêza 102an de ye.
Di Lîsteyê De Çend Dewlet Hene û Çend Hatine Pûankirin?
Di lîsteyê de 199 dewlet hene û bi temamî paseporta 106 dewletan hatine pûankirin.