• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Bikaranîna Etîk a Jîrîya Çêkirî û Bandorên wê yên Civakî

Bikaranîna Etîk a Jîrîya Çêkirî û Bandorên wê yên Civakî
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Silav hevalino! Îro ez ê bi we re li ser bikaranîna etîk a jîrîya çêkirî û bandorên wê yên civakî biaxivim. Berî her tiştî, ez dikarim bêjim: Jîrîya çêkirî tiştekê fantastîk e, jîyana me hêsan dike, lê eger bi şaşî bê bikaranîn, dê bibe bela! Mînak, meseleya pêşkumîyê (prejudice)… Bifikirin, jîrîya çêkirî ji bo wergirtina karan tê bikaranîn û bi tenê mêran hildibijêre ji ber ku daneyên wê wisa ne. Erê, li Amazonê tam ev tişt qewimî! An jî naskirina rûyan, mesela kesên çermreş nas nake. Ev ne cudakarî be, çi ye? Yan jî te ji bo emelên xwe bi kar anî: te teza xwe bi jîrîya çêkirî da çêkirin û te gote mamosteyê xwe ev tez min çêkirîye. Ha ji te ree!

Der barê bandorên civakî de, tirsên bêkarîyê mezin in. Jîrîya çêkirî karan otomatîk dike, bi milyonan kes dikarin bandorê jê bibînin. Lê alîyên erênî jî hene: Di tenduristîyê de teşhîsan datîne, di perwerdeyê de destgehiştineka zêde. Lê nepenîtî? Li her derê kamera hene, jîrîya çêkirî temaşe dike, mîna romana 1984 ya Orwell! Û deepfake? Vîdyoyên sexte dikarin bandorê li hilbijartinan bikin, dikarin di civakê de kaosê çêbikin.

Nêrîneka Analîtîk

Jîrîya çêkirî, bûye parçeyek ji civaka nûjen û nikare bête paşguhkirin. Di warên tenduristî, darayî, veguhestin û şahînetê de guherînek çêkirîye û di heman demê de nakokîyên etîkî yên kûr û guherînên civakî jî derxistîye holê. Ev nivîs, dê bikaranîna etîk ya jîrîya çêkirî û bandorên wê yên civakî lêkolîn bike, hem alîyên erênî hem jî nerênî binirxîne. Lêkolînan destnîşan kirîye ku pêşkeftina bilez a jîrîya çêkirî pirsgirêkên wekî pêşkumkirinê, binpêkirina nepenîtîyê, windakirina karan û xetereyên hebûnî bi xwe re tîne.

Sazîyên navneteweyî yên wekî UNESCO ji bo dîyarkirina çarçoveyên etîk ên jîrîya çêkirî hewil didin, nirxên wekî mafên mirovan, dadmendî û domdarîyê derdixin pêş.

Zehmetîyên Bikaranîna Etîk

Pirsgirêkên etîk ên pergalên jîrîya çêkirî di serî de pêşkumî ne. Neheqîyên dîrokî yên di daneyên perwerdeyê de dikarin di biryarên jîrîya çêkirî de bibin sedema cudakarîyê. Mînak, pergalên naskirina rûyan di mêrên spî de rastbûneka bilind nîşan didin, lê di kesên çermreş de rêjeya şaşîyan zêde dibe. Bi heman awayî, amûrên wergirtina karan dikarin namzetên mêran tercîh bikin û cudakarîya zayendî xurt bikin; amûreka jîrîya çêkirî ya ku Amazonê dev jê berdayî, ji ber daneyên mêr-serdestîy, namzetên jin dezawantaj kir. Nepenîtî jî qadeke krîtîk e: Pergalên çavdêrîyê yên bi jîrîya çêkirîyê dikarin azadîyên kesane tehdît bikin û meylên otorîter xurt bikin. Rêziknameyên wekî Qanûna jîrîya çêkirî ya Yekîtîya Ewropayê bi helwestên xetereyî-based hewil didin van pirsgirêkan çareser bikin.

Rola jîrîya çêkirî di pêvajoyên biryargirtinê de dûrahîyeka exlaqî çêdike û tevlîbûnên neexlaqî teşwîq dike. Lêkolînan destnîşan kirîye ku dema peywir ji jîrîya çêkirî re tê spartin, mirov zêdetir meyla derewînê an xapandinê dikin. Ev bi têgihiştina “ev ne kiryara min e, ya algorîtmayê ye” tê ravekirin. An jî di kiryareka rast de mirov dikare derewan bike û bêje min çêkirîye. Bo nimûne, te sparteka xwe an jî teza xwe li jîrîya çêkirî da çêkirin û te gote şêwirmendê xwe ev tez min çêkirîye. Çi ji exlaqî dûr e. Her weha, di çekkirina jîrîya çêkirî de (mînak, dronên otonom) sînorên etîkî têne derbaskirin, ku ev yek pêşbazîyeka çekdarî ya cîhanî dide destpêkirin.

Bandorên Civakî

Bandorên civakî yên jîrîya çêkirî di qatên aborî û civakî de kûr in. Di warê karan de, otomasyon bi milyonan karan tehdît dike; di hilberîna naverokê, analîza daneyan û biryargirtinê de pejirandina bilez tê dîtin. Ev dikare neheqîyê zêde bike û rêjeyên bêkarîyê bilind bike. Lê berovajî vê, jîrîya çêkirî di tenduristî û perwerdeyê de destgehiştinê zêde dike û bandorên erênî çêdike, lê pêşkumên daneyan dikarin komên marjînal derxe derve.

Di asta civakî de, jîrîya çêkirî bi belavkirina nûçeyên sexte û deepfake’an bawerîyê têk dide. Di nav ciwanan de, girêdayîbûn, tenêtî û pirsgirêkên tenduristîya derûnî çêdike û têkilîyên malbatî qels dike. Di warê jîngehê de, xerckirina enerjîyê ya jîrîya çêkirî dikare guherîna avhewayê bileztir bike, lê bikaranînên li ser domdarîyê dikarin feydeyê bidin. Pispor dibêjin jîrîya çêkirî dikare heta sala 2030ê 15 trilyon dolaran alîkarîyê bide GDP ya cîhanî, lê xetereyên bêhevsengîyê (misalignment) dikarin zirarên wekî qeyranên darayî çêbikin.

Pêşnîyazên etîkî yên UNESCO’yê bale dikêşe ser prensîbên wekî proporsîyon, bêzirarî, zelalî û çavdêrîya mirovî; ev çarçove armanc dikin ku jîrîya çêkirî berfireh û dadmend be. Di pêşerojê de, perwerdeya etîkî û rêzikname dê roleka krîtîk bilîzin.

Di Encamê de

Jîrîya çêkirî hem derfetên bêhempa pêşkêş dike hem jî pirsgirêkên etîkî û civakî yên kûr derdixe holê. Pêşkumî, nepenîtî, bêkarî û erozyona bawerîyê wekî xetereyên sereke derdikevin pêş, lê di heman demê de jîrîya çêkirî di tenduristî, perwerde û domdarîyê de potansîyeleka mezin dihewîne. Ji bo ku bandorên wê yên nerênî kêm bibin, çarçoveyên etîkî yên wekî yên UNESCO’yê, zelalî, çavdêrîya mirovî û perwerdehîya jîrîya çêkirî krîtîk in. Bi rêzikname û hişmendîyeka bi baldarî, jîrîya çêkirî dikare bibe amûreka avakirina civakeka adiltir û pêşkeftîtir.

Hûn çi difikirin? Di şiroveyan de parve bikin, belkî di nivîseka dî de em nîqaş bikin! Ji bîr nekin, bibin abone.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.