• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home TENDURISTÎ

Bikaranîna Firçe û Bendikê Diranan

Bikaranîna Firçe û Bendikê Diranan
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Her wekî ku hûn dizanin diranên me roleke girîng di xwarin, axaftin, bedewbûn û kenînê de hene û ji ber vê parastina wan jî pir girîng e. Ji bo paqijkirina dev û diranan gerek firçe û bendikê diranan her roj bi kar bînin. Bikaranîna van gerek bi şêwaza dirust be ta bikaribe pêşî li rizîbûna diranan bigire.

Şêwaza Dirust a Firçekirina Diranan

Diranên xwe herî kêm rojê du caran(serê sibê û şev berî razanê) bi qasî du deqeyan firçe bikin. Li ser firçeyê bi qasî nokekê hevîrê diranan ku bi florayde daynin. Firçeya xwe bi goşeyekî 45 pileyî di navbera pidî û diranî de daynin bi aramî bi paş û bipêş bihejînin. Dû re bi nermî firçeya xwe ji pidîya diranî ber bi jêr ve bînin.

Pêşî alîyê derveyê diranan paqij bikin. Piştî paqijkirina hemî diranan, alîyê hundurê diranan jî paqij bikin û di dawîyê de rûyê diranan paqij bikin. Ji bofirçekirina alîyê hundurê diranên pêşîyê, gerek firçeya xwestûnî(vertical) bigrin û wê jor û jêr bihejînin.

Her wiha zimanê xwe bi firçeyê paqij bikin da ku bakterîyên ku pê ser wî ji holê rakin. Her wiha yek ji sedemên sereke yên bêhna pîs a devî paqijnekirina zimanî ye.

Çêtir e ku her 3 an 4 mehan carekê firçeya xwe nû bikin. Ew şêwaza ku me li vir nîşanê we da, şêwazeke giştî ye. Ger nexweşîyên pidîyan nexweşîyên din hebin şêwaza firçekirinê diguhere. Divê hûn di nav “xwarin û vexwarinê” û firçekirina diranên xwe de herî kêm bi qasî 30 xulekan navber bidin. Ji ber ku piştî xwarin û vexwarinê bi taybetî yên tirş, esîda ku li nav devê we çêdibe, hinek mînaya diranî nerm dike û vê demê firçe sedema jê xwarina mînaya diranî dibe.

Firçe nikare pilak û bermayîyên xwarinê ji navbera du diranan paqij bike ji ber wê divê em ji bo paqijkirina van deran bendikê diranan bi kar bînin. Bi vî awayî em dikarin pêşî li xerabbûna diranan û nexweşîya pidiyê bigirin. Herî kêm rojê carekê (şev berî razanê) bendikê diranan bi kar bînin.

1)Nêzîkî 30-40 cm bendekî bibirin. 

2) Dawîya bendikê li dora tilîyên xwe bipêçin, Gerek bi qasî 5 cm bendik di navbera tilîyên we da bimîne.

3)Bi aramî bendikê diranan ji cihê pêwendîya diranan ber bi jêr bînin.

4) Bendikê li dora diranê xwe bi şeklê tîpa C-yê derxînin. Bi vî awayî hûn dikarin kêleka diranên xwe paqij bikin. Paşê bendikê bi jor û jêr bizivirînin.

5) Dema ku hûn digihîjin jêrê diranî, bendikê piçekî bin pidîyê da jî bibin. Pir girîng e ku cîhê binî pidîyê jî paqij bikin ji ber ku wî derê jî pilak berhev dibe.

6)Ji bo diranekî din beşek nû ji bendikê bi kar bînin.

7) Dibe ku ji bo cara yekem ku bendikê diranan bi kar tînin, hinek xwîn ji pidîyê we were ku ev asayî ye. Ew dê piştî demekê kurt bi xwe bisekine.

Dr. Nazenîn Çûpanî

Dr. Nazenîn Çûpanî

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.