Pûanê min a azmûna lîseya biwargeh 220 û tiştek bû. Min li tu derê kar nekiribû. Bertil û şelafiya ji midîrê yatiliya Farqînê re kar dikir. Lêbelê kesî guh lê nekir. Ca min wê pêlê pir çong dixist pişta min. Xwe li min şidandibû: Ez ê bişandama Qubala (belkî jî Rişmilê) medreseyê û sebt û lehdan jî ez ê biçûma Nisêbînê cem mala xalê xwe Sofî Qedrî, ji bo çek mekên min bişuştana. Lê min digot “mekteb û hey mekteb!”
Ji yatiliyê bi şûn de, ku tewştirîn zora li ser min bû, belkî çûna medreseyê xelefa wê vegeranda, lê min digot “mekteb û hey mekteb!”. Hevalekî min telefonî min kiribû ku wî jî weke min lîseya wargehî kar nekiribû û gotibû ku “bi şertê ku em salane 600 wereqeyî bidin wargeha wê, em dikarin li lîseya Farqînê bixwînin.” Niha kes tif nake 600 wereqeyî. Lêbelê bavê min xela û “qûraqlix”a debarê kiribû hincet û berê min dabû Stembolê. Axirî, ne bi ya min bûbû ne jî bi ya ca min.
Gelo, min çima gotina ca xwe li erdê xist û min çima digot “mekteb û hey mekteb!”?
Dibêjim qey heta niha jî yek ji wan pirsan e ku ji xwe dikim û pê re hest bi poşmaniyekê jî dikim. Berî wê salê û bi 2-3 salan min dest bi Qur’anê kiribû. Min her 3 melayên gund guherandibûn heta ku min xitim kirî. Jixwe, her 2-3 mehên dawîyê ji bilî min suxteyek nemabû. Ji bilî micidî û ma’dtirşîya melê, mala wî jî li qulteyna gund bû. Lêbelê mekteb şên bû; kêf, ‘hofk û heval lê bûn. Digel ku yatilî heps bû û ew jî dûrî bajêr bû jî, lê ji ber min xewlecîyek ji medreseyê re xêz kiribû di hişê xwe de ku mû bernedida ji mala melê, min nexwestibû biçimê û min gotina ca xwe li erdê xistibû.
Min ê pir bi dû re fêhm bikira heger biçûmayê û bibûma mele, ez ê jê bi şûn de bibûma sosyaltirîn mirovê civatê. Sîstem weha bû: Seba pêşengîyeke baştir a ji bo civatê, divîyabû yên bûbûna mele an jî keşe ji civatê bêrî bi ‘ilm bibiliyana. Her çendî di misilmantiyê de ev şert hatibe sistkirin jî, keşe nazewicin; ji bo ji dêvla xwiya malê bibin pêşengê civatê û baweriya xwe û mitaleyên wan ên aborîyî kêmtir bin. Helbet ji bo krîstyanîyê ez qala wê demê dikim ku hîna hikumê dêrê hebû û “qirnê ronahiyê” yê eletewş agir bera bênderên dinyayê nedabû. Ji bo vir peyveke min tune. Lêbelê, guhên me yên îfşa û nemehrem-hez dilive wextê ku em dibihîsin Melayê Cizîrî azibekî dilsoj bûye û welê jî serê xwe danîye.
***
Vê havînê ji bo têketama azmûna lîsansa bilind min berê xwe ji Batmanê da Mêrdînê. Min dikarîbû biçûma Carbekir û ji wir jî biçûma. Tevî ku serêşî û wextê wê yê rêwingiyê hindiktir e jî tê re neçûm. Çi ku îmana min ji quretîya şofêrên xeta Batman-Carbekir diçe. Ji loma kengava rêya min bi Mêrdînê bikeve, di rêya Midyadê re diçim. Wê carê jî weha çêbû. Dema li otobusê siwar hatim, min dît cihê min li tenişta kurikekî 10-11 salî ye. Yekî geplikî bû, şirîn bû. Min meraq kir bê wê di vî emrî de û bi serê xwe here ku? Got: “Ez ê herim Qiziltepe medreseyê.” Kurmancîya wî ne bi wê çendê herikbar bû ku dilê min bibijanda çûna xwe ya medreseyê; lê ne xerab bû jî. Wextê nuh dest bi peyvê kir, min got “tu botî yî jî?”; piçekî dereng fêm kir, lê bişirî, serê xwe hejand û got; “belê”. Nizanim bê li benzînxaneya ewil ku otobus lê sekinî çû kirî yan ji çenteyê xwe tehmetînkin derxist û da min, ji bo dilê wî nemîne min rahişt yekê û xwar.
Li qoltixê li miqabilî me jî 2 feqeyên din hatin rûniştin berî derketina ji bajêr. Ev ji yê li cem min mezintir bûn û lixwekirina wan jî girantir bû. Wextê telefona yekî ji wan lêxist, min xeyala xwe dayê ku telefoneke piçûk ê ne smart li ber guhê wî ye. Min bi wan re jî hinekî suhbet kir. Bi qasî tê bîra min; gotin em ê ji medreseyê biçin “iznê” yan wê biçûna Nisêbînê yan jî Serêkanîyê. Lêbelê ji ber hevrêyê min li gorî wan bimitale bû, li ber dilê wî çûm û hatim û ne şaş bim min ev peyva petatî jî jê re kir: “Mirov li ser rêyan mezin dibe, dibe însan.” Hinekî –bi dudilî – min 50 wereqeyekî sor dayê, got “na” jî, min bi zora dayê.
Kêlîya min pere dayîyê, min dilê xwe, bi xwe û me şewitand bê çima digel ku bi sedsalan e em dikarin mela û medresayan xwedî bikin jî, çima me heta niha me nekariye berê vê pergalê bidin berev bo “xwende”yên xwe yên din. Xwedîkirina “weşanxaneyekê” ya bi zekat û fitreyan jî bû mînakek ji vê dilbixweşewitandina min û tiştine din jî. Min têra xwe sedemin ji xwe re rêz kirine bê çima ev tişt pêk nehatîye, lê ne niha. Min di nav re ji hevala xwe re qala hevrêyê xwe kir û min gotê “heke kurekî me çêbibe em ê jî wî bişînin medreseyê”. Mirûzê xwe daliqand, qala xerabîyên cema’etan kir vir de û wê de. Dawîyê ez li Mêrdînê peya bûm û otobus çû “Qiziltepe”yê ji qewla hevrêyê min ve.
***
Em çi bikin jî dem bi paş ve venagere. Lêbelê, ji bo perwerdeyeke alternatîf mirov dikare feyzê ji medreseyan werbigire. Qet nebe mirov dikare bala xwe bide mîmariya wê. Helbet çênabe ku bi tenê “mêr” biçinê.