• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home TENDURISTÎ

Bleaching Çi Ye?

Bleaching Çi Ye?
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Bleaching yek ji baştirîn û zûtirîn rêyên spîkirina diranan e. Bleaching rêbazek e ku tê de rengên ku li ser rûyê diranan asê mane, bi alîkarîya madeyên kîmyewî têne rakirin. Guhertinên rengên diranan wekî guherînên rengê diranan ji ber xwarin û vexwarinan, cixare, pîrbûn û hin dermanan bi bleachingê têne rakirin.

Cureyên rêbazên bleachinga diranan çi ne?

Bi gelemperî du cûre bleaching hene: Office bleaching û Home bleaching. Office bleaching; Ev cûre bleaching li cem doktorê diranan tê encamdayîn. Bi vê rêbazê diran  di demeke herî kin de spî dibin. Ev pêvajo bi gelemperî ji bo diranan de rêbaza herî ewle ye. Di vê rêbazê de madeyên kîmyewî yên taybet wekî hîdrojen peroksîtê bo spîkirina diranan tê bikaranîn.

Pêngavên vê rêbazê bi gelemperî wiha ne: Ger li ser diranan kevir hebin, divê berî her tiştî ew werin rakirin û diran bi tevahî paqij bibin. Ji bo ku madeyên spîkirinê zirarê nedin pidîyê, pidî bi alîkarîya madeyên taybetî tê parastin. Ji bo 15 heta 30 demjimêran jela hîdrojen peroksîtê li ser diranan tê danîn.  Dibe kuhewce be çendcarangêl li diranan bê danîn û her carê 15 heta 30 demjimêran didomîne. Piştî şûştina jêlê, spîbûna diranan tê kontrolkirin ta diran li gorî xwesteka me spî bibin. Heger diran pir reş yan zer bin, dibe ku  2 yan 3 carekê din ev pêngav dubare bibin.

Ev rêbazeke din a spîkirina diranan e ku hûn bi xwe li malê encam didin.  Pêşîn, doktorê diranan qalibek ji diranên we yên jorîn û jêrîn digire. Li gor van qaliban, tray têne çêkirin. paşê hûn gerek li gorî destûra bijîjk, materyalên spîkirinê bikarbînin.  Di vê rêbazê de Carbamide peroxide bi gelemperî tê bikaranîn. Ji bo spîkirina diranan li malê sebir hewce dike ji ber ku tîrbûna madeyên ku têne bikaranîn kêm e û pêdivî ye ku qalib her carê çend demjimêran li ser diranên we bimîne û ewrê baz nêzîkî 2 hefteyan didome. Niha hinek ji pirsên berbelav derbarê spîkirina diranan bersiv didin:

Feydeyên Spîkirina Diranançi ne?

Yek ji baştirîn û zûtirîn rêyên spîkirina diranan bleaching e. Her çendrê bazamalê dikare metirsîdar be heke hûn destûra bijîşkê diranan neşopînin, lê rêbaza ofîsê bi tevahî ewledar e. Bihayê vê rêbazê ji rêbazên din ên spîkirina diranan erzantir e.

Ziyanên spîkirina diranan çi ne?

Ev rêbaz ne mayînde ye û divê piştî demekê bê nûkirin. Ji ber ku diran bi xwezayî ber bi renggirtinê ve diçin. Ger madeyên spîkirina diranan demeke dirêj li ser diranan bimînin, dê bandorên xerab li ser wan bikin wek zêdebûna hestiyarîya diranan.

Piştî spîkirina diranan çi lênêrîn hewce ye?

Ji xwarin û vexwarinên ku dibin sedema zerbûn diranên we, wek vexwarina qehwe, kola, an kişandina cixarê, ji xwe dûr bixin. Di saetên destpêkê yên piştî spîkirina diranan de, çêtir e ku diran û pidiyê xwe bi ava germ bişon. Hefteyek piştî spîkirina diranan, serdana bijişkê diranan bikin. Xwe ji xwarinên sar dûr bixin.

Kîjan rêbaza spîkirina diranan çêtir e?

Hilbijartina rêbaza spîkirina diranan bi tercîh û şertên we girêdayî ye. Lê bi gelemperî, spîkirina diranan li malê ji spîkirina di ofîsê dirêjtir e. Heke hûn dixwazin di demek kurt de diranên xwe spî bikin, çêtir e ku hûn di ofîsê de spî bikin. Her wiha hûn dikarin yekem car li ofîsê spî bikin û paşê li malê jî spîbikin da ku bandora spîkirinê pirtir be.

Piştî spîkirina diranan, heta kengê diran spî dimînin?

Bi giştî piştî 3 salan, spîbûna diran kêm dibe, lê domdarîya wê di van sê salan de jî girêdayî lênihêrîn û parêza we ye.

Ma spîkirina diranan ji bo jinên ducanî zirar e?

Sipîkirina diranan ji bo jinên ducanî qedexe ye û çêtir e ku ev yek piştî şîrdayînê were kirin.

Temenê herî baş ji bo spîkirina diranan çend e?

Piştî 18 salîyê çêtir e, ji ber ku di vî temenî de mîna û ac tam kemilîne û xetera zirara diranan tune ye.

Dr. Nazenîn Çûpanî

Dr. Nazenîn Çûpanî

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.