• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Boksorê Kurd Egîd Kabayel bû Şampîyonê Cîhanê

Boksorê Kurd Egîd Kabayel bû Şampîyonê Cîhanê
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Boksorê kurd Egîd Kabayel di pêşbazîya Şampîyonîya Sîkleta Giran a Cîhanî de reqîbê xwe yê çînî di raûnda şeşan de têk bir û bû şampîyonê cîhanê. Vê serkeftinê di nav kurdan de bi taybetî di medyaya civakî de deng veda ku ew kurdekê Bazarcixa Mereşê ye û her tim kurdbûna xwe tîne zimên.

Serkeftina Mezin: Bû Şampîyonê Sîkleta Giran a Derbazdar a WBC’yê

Di çalakîya “The Last Crescendo”yê ku tê wateya muzîqaya dawîyê, li Rîyada Erebistana Siûdî hate li dar xistin. Egîd, ji bo şampîyonîya sîkleta giran a derbazdar a WBC’yê bi reqîb xwe Zhilei Zhang re derkete ser rîngê.

Di pêşbirkê de, Zhang di raûnda 5ê de Egîd avête erdê, lê Egîd di raûnda ji 6ê de vegerîneka mezin kir û derbeyekê mezin li cergê wî da û Zhang bi vê yekê ew nakawt bû û Egîdê kurd bi ser keft.

Ev serkeftin yek ji destkeftîyên herî mezin e di karîyera Egîdî de. Egîd, kembera WBC’yê wergirt û ji bo pêşbazîyên mezintir ên cîhana sîkleta giran gaveka giring avêt.

Pêşeroja Wî

Serkeftina Egîd Kabayel a li dijî Zhang, ew kire yek ji namzedên herî bihêz ji şampîyonîya sîkleta giran a cîhanê. Niha ji bo kembêren WBC, WBA û WBO’yê wekî yek ji reqîbên mezin tê dîtin.

Ev tê vê wateyê ku di pêşerojê de, belkî maçeka şampîyonîya cîhanê bike bi kesên wekî Tyson Fury, Oleksandr Usyk an jî Anthony Joshua re. Heger tişteka weha çêbibe û bi ser bikeve, dê bibe yek ji nûnerên herî giring ên boksorên kurd di sîkleta giran de.

Egîd Kabayel Kî ye?

Egîd Kabayel boksorekê profesyonel ê kurd e û li ser bi nasnameya Elmanyayê ye. Di 23yê Îlona 1992yan de li Leverkusena Elmanyayê ji dayik bûye. Malbata wî ji Bazarcixa Mereşê ne û niha lî bi malbata xwe re li Bochuma Elmayayê dijîn. Egîd, bi bejna xwe ya 1,91 metreyî, xwudan şêwaza şerî ya ortodoksî ye, bi taybetî di cîhana sîkleta giran de bûye navekê balkêş.

Egîd, di sala 2011an de dest bi karîyera xwe ya pîşeyî boksê kirîye û heta niha derkeftîye 26 pêşbazîyan û di hemîyan de jî bi ser keftîye ku ji nav van 18 pêşbirk bi nakawtê reqîbê xwe têk birîye. Bi şîyanewerîyên xwe yên teknîkî, parastin û kulmên bihêz, bûye bokserê naskirî li Ewropa û li çaralîyê cîhanê.

Egîd Kabayel heta niha gelek boksorên giring têk bir. Di sala 2017an de, bû Şampîyonê Sîkleta giran a Ewropîayê (EBU) û ev kember sê caran bi serfirazî li def xwe parast. Bi taybetî serkeftin wî ya li dijî şampînoyê cîhanê yê berê Derek Chisora,  ​​ew di arenaya navneteweyî de da nasandin.

Wekî din, di sala 2023yan de, Agron Smakici têk bir û Kembera Parzemînî a WBA’yê bi dest xist. Her sala paştir bêhtir pêş ket û bû yek ji navên herî bihêz di cihana sîkleta giran de.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.