Gelek têgehên rêber hene li ser jîyana kesayetî û civakî. Ev her du jî “buhayê komleyatî” û “darizandina nirxî” ne. Her çend ev her du têgeh lêk bên tevlihevkirin jî, ya rastî jêk cuda ne. Buhayê komelayetî bi gelemperî norm û bawerîyên civakê qebûl dike, lê darizandina nirxî nirxandin û fikrên şexsî ne. Di vê nivîsê de, pênase, peydabûn û ferq û cudahîyên di navbeyna van her du têgehên “buhayê komleyetî” û “darizandina nirxî” de dê bêne nirxandin.
Etîmolojîya Van Her du Peyvan
Buhayê Komelayetî di esasê xwe buha anku nirx û komel jî anku civak. Mirov dikare bêje “nirxê civakî” jî. Di îngîlîzî de jê re “social volue”; di tirkî de jê re “sosyal değer” tê gotin. li alîyekê dî Darizandina Nirxî jî ew tişt e ku kesayet didarîze. Di îngîlîzî de jê re “value judgment”; di tirkî de “değer yargısı” tê gotin.
Buhayê Komelayetî Çi ye?
Buhayê komelayetî an jî buhayê civakî, normên hevbeş, bawerî û rêzikên reftaran e ku ji hêla endamên komeleyekê/civakekê ji bo nîzam û pergala civakekê ve têne parve kirin. Ev buha/nirx bi avahîya çandî, kevneşop û dîroka civakê ve girêdayî ne.
Taybetmendîyên Buhayê Komelayetî
Ji alîyê civakî ve tê pejirandin: Nirxên civakî an jî bi navekê dî buhayê komelayetî ji hêla beşeka mezin a civakekê ve tê pejirandin.
Dikare piştî demekê biguhere: Buhayê komelayetî li gorî pêşkeftina civakê dikare biguhere. Mînak, berê nedihate qebûlkirin ku jin di karsazîyê cihî bigirin, bes niha ev yek wekî nirxekê civakî tê dîtin.
Pergaka komelayetî çêdike: Ji mirovan re dibe alîkar ku mirov bi hevûdu re di nav hevsengîyekê de bijîn.
Girêdayî Çandê ye: Her civakek dikare xwedîyê nrixekê cuda be.
Mînak:
Rêzdarîya Malbatî: Li nav gelek civakan, pêbawerîya malbatê û guhdarîya gotinên rihspîyan nirxekê giring ê civakî ye.
Rastîgo: Ew nirxekê gerdûnî ye ku bawerîya di navbera mirovan de zêde dike.
Piştgirî: Piştgirî di demên dijwar de di gelek civakan de nirxekê civakî yê bihêz e.
Darizandina Nirxê Çi ye?
Darizandina nirxî, nirxandina kesayetî ya li gor pîvanên exlaqî, estetîk an jî şexsî ye der barê mijarekê, bûyereke an jî kesekê de. Darizandinên nirxî, li gor serpêhatî, malbatî, perwerde û nêrînên şexsî dirûv digire.
Taybetmendîyên Darizandinên Nirxî
Kesayetî ye: Nirxên darizandinê dibe ku li gor kesan biguhere.
Dikare subjektîv be: Her mijarek li gor her kesekê dikare cuda binirxîne.
Mirovên cda dikarin bi heman bûyerê re bi dîwanên nirxên cûda re nêz bibin.
Şiroveyên Hestyarî û Kesane Heye: Dikeve bin bandora rabirdûya şexsî..
Dikare Biguhere: Hindî mirov pîr bibe û serpêhatîyên mirovî zêde bibin darizandina nirxî dikare biguhere.
Mînak:
“Xebatkarî mifteya serkeftinê ye.” (Girîngîya kesayetî ye ku dide serkeftinê)
“Jîyana bajêrvanîyê ji jîyana gundan çêtir e.” (Ramaneka kesayetî)
“Muzîka klasîk celebê muzîkê yê herî wesfdar e. (Darizandina nirxî ya estetîk)
Ferqa û Cudahîya di Navbeyna Buhayê Kesyatî û Darizandina Nirxî de
Her çend buhayê kesayetî û darizandina nirxî têgehên cihêreng in jî, ew bi hevûdu re têkildar in. Buhayê komelayetî di avabûna darizandina nirxî ya kesayetî de roleka giring dileyîze. Mînak, heke dilsozî di civakê de wekî buhayê komelayetî yê girîng were pejirandin, piranîya kesan dê dilsozîyê wekî dilpaqijîyeka giring bibînin.
Lêbelê, darizandina nirxî ya kesan carinan dikarin dijberî buhayê komelayetî bin. Mînak, id civakekê de strukturên malbata kevneşopî dikare bêne pejirandina, bes kesayet dikare di şêweya jîyana xwe de rihettir û azadtir be. Cudahîyên weha dikarin nirxên civakî bi demê re biguherînin.
Wek encam, Buhayê Komelayetî û Darizandinên Nirxî têgehên giring in ku strukturên exlaqî û civakî yên kes û civakan çêdikin. Buhayê Komelayetî, normên hevpar ên civakê ne; Darizandina Civakî, nirxandin û fikrên kesayetî ne. Famkirina cudahîya di navbera van her du têgehan de, dibe alîkar ku ahenga civakî zêde bike û bi awayekê durist ferqên di navbera kesan de binirxîne. Di encamê de, divê rêz li ber darizandinên kesayetî yên kesan bêne girtin û buhayê komelayetî bi demê re li gorî hewcedarîyên civakê werin nûvekirin.