Implant pêçeke tîtanyumî ye ku ku li şûna diranên kişandî, di hundurê hestiyê çeneyê de tê danîn. Îro împlant baştirîn derman e ji bo diranên kişandî û ger piştî ku di çeneyê de were danîn bi rêkûpêk were parastin, dikare bi salan bimîne. Implant di dev de sabit e û ji hêla xwarin, axaftin û bedewbûnê ji diranên leqleqok pir baştir e û herwiha danîna implantê ziraran nade diranên kêlekê.
Pêngavên Neştergerîya Çandina Diranan(Implant):
Bijîşkê diranan di serî de pidîyê dibirre û di hestî de cihek ji bo danîna implantê çêdike. hestîyê bi firizên taybet di çend gavan de amade dike û paşê implantê di nav hestî de datîne. Piştî çend mehan ku implant bi hestî ve zeliqî, pidîyê ser împlantê radike û beşa jorîya implantê datîne û di dawîyê de ji hemû çeneyê qalib digire û paşê taca implantê ku di laboratûvarê de hatiye çêkirin, li ser implantê datîne û bi vî rengî cîhê bêdiran bi implantê tê dagirtin.

Zirar û Pirsgiêkên Çandina Diranan Çi Ne?
Di her neştergerîyekê de îhtîmala pirsgirêkan heye, lê bi giştî tedawîya çandina diranan pir kêmxeter û serkeftî ye lêbelê, mîna her neştergerîyeke din, di çandina diranan de, piştî neştergerîyê, xwînhatin, enfeksîyon, werimîn û birînên piçûk hene. Piştî danîna implantê îhtîmala şikestina implantê pir kêm e û ev li hember zext û zoran xwedî berxwedaneke pir baş e. Lê di dema neştergerîyê de, îhtîmaleke pir hindik heye ku implant bişkê, zextek pir zêde li implant an hestî were kirin, û zirarê bide pêkhateyên derdorê (damarên xwînê, reh an hestiyê çeneyê).

Implant Çiqas Di Dev De Dimîne?
Implant ji bo ku gelek salan bimîne hatiye çêkirin û emrê wê zêdetirê ji 25 salan tê texmînkirin. Ji ber vê sedemê, implant ji bo diranên kişandî wekî dermanekî mayînde tê hesibandin, ji ber ku rêbazên din ên wekî pira diranan û diranên çêkirî temenê wan di navbera 5 û 15 salan de ye, piştî vê yekê divê bêne guhertin lê implant ne hewce ye ku were guhertin û dê heya dawîya jîyana we bi we re be.
Bi giştî, hemû kesên ku diranek an jî çend diranên xwe kişandine, dikarin ji bo bedewîya diran û tenduristîya devê xwe implantan bikar bînin. Lêbelê, ev rêbaz ji bo kesên di bin 18 salîyê de nayê pêşniyarkirin, ji ber ku mezinbûna hestîyê çeneya wan hêj berdewam e û divê ev kes li benda kemilîna hestiyê çeneya xwe bisekinin û piştî 18 salîyê implant daynin.
Kîjan Mirov Nikarin Implantê Bi Kar Bînin?
-Kesên enfeksiyona diran an çeneyê hene.
-Kesên ku nexweşiya şekir hene.
-Kesên ku cixareyê dikişînin, çêtir e ku ji bo demekî cixareyê biterkînin an jî bi qasî ku mimkin be cixareyê kêm bikin.
-Kesên ku radyoterapî kirine, bi taybetî di çene û rû û nexweşên ku demeke dirêje di bin tedawiya bisfosfonatê de ne, divê implant nekin.
-Implant ji bo jinên ducanî qedexe ye.
Ev Tedawî Çiqas Dirêj Dike?
Bi gelemperî, di navbera dema danîna implantê û dema ku hûn dikarin implantê bikar bînin çend mehan lazim e. Ji ber ku piştî danîna implantê, divê hûn derfetê bidin hestî ku mezin bibe û li ser rûyê implantê bizeliqe da ku bikaribe li hember zexta çeneyê ber xwe bide. Ev pêvajo bi gelemperî sê ta şeş mehan didomîne.
Lênêrîna Piştî Implanta Diranan Çi Ne?
-Di demjimêrên destpêkê de, divê hûn razin û çalakiyên giran nekin.
-Li cîhê neştergerîyê li ser rûyê xwe paketeke qeşayê daynin û her 10 xulekan dîsa dubare bikin.
24 heta 48 saetan qeşayê bikar bînin û piştî wê demê destmaleke germ daynin.
-Pêdivî ye ku hûn di xwarina xwe de bala xwe bidin hin xalan, mînak, divê hûn vexwarinên germ ên wekî çay an xwarinên hişk ên ku hewceyê pir cûtinê ye bi kar neynin.
-Cixare û vexwarinên alkolê bikar neynin.
-48 saetan werzişên bi hêz nekin.