Zanyaran sîstema rojê keşf kirin ku berê qet nehatibû dîtin, her çend tê texmîn kirin ku bi teorî 100 salên ronahiyê ji gerstêrka me dûr e. Di vê pergalê de her 6 gerstêrkên bi ahengek bêkêmasî, bi mîlyaran salan bê guhêrbar tev digerin.
Lêgerîna gerstêrkên li fezayê yên ku dikarin jiyanê lê ava bikin berdewam dike. Stêrnasên Zanîngeha Chicagoyê stêrka HD110067 û gerstêrkên li dora wê bi rêya peykên TESS û Cheops ên NASAyê lêkolîn kirin. Li ser gerstêrkên navborî îmkana jiyanê nebû, lê sîstemeka teorîk yekem car bi rastî hate dîtin. Zanyaran daxuyand ku ev sîstem”sîstema rojê ya nuwaze” ye.

Sîstema Rojê ya Nuwaze Çi ye?
Sîstemên rojê bi du awayên cuda pêk tên. Ya yekem pergalên ku bi awayekê “kovî” ava bûne, wekî pergala rojê ya ku em tê de ne. Di dema çêbûna van sîsteman de gerstêrk li hev dikevin, hinek bi hev ve dizeliqin, hinek jî winda dibin. Wekî encam, di sîstemên mîna yên me de, mezinahiyên gerstêrkan cuda ne.
Di warê pergalên rojê yên bêkêmasî de, ev ne wesa ye. Gerstêrk di navberek diyarkirî de hatine rêz kirin û hemî hema hema yek in. Ev gerstêrk di bin guherîna hindik de ne, bi hevahengî tev digerin û rêgezên dorvegertir dişopînin. Sîstema HD110067 sîtsemek wesa ye. Ev sîstem di heman demê de rê didin me ku em bêtir agahdarî li ser pêvajoyên çêbûna gerstêrkan bistînin.
Gelo Berî Niha Hatîye Dîtin?
Di der barê lêkolînê de ji Zanîngeha Warwickê Dr. Marina Lafarga-Magro got, “Ev bi rastî jî keyecan e, em tiştekî ku berê kesî nedîtiye dibînin.”
Sîstem ew qas hevseng e ku têkiliyek di navbera tevgerên gerstêrkan de jî heye, ew mîna pergala me serbixwe tev nagerin. Li gorî 3 gerstêrka herî nêzîk li dora stêrka xwe gerstêrka 2yemîn 2 zivirandin û gerstêrka di rêza 3yemîn de 1 gerstêrka li dora stêrka xwe temam dike. Piştî gerstêrka 4. di navbera salên gerstêrkan de rêjeyek 4:3 heye. Zanyaran bi diyarkirina noteyek ji bo gerstêrkan jî van tevgeran veguherandin muzîkê.

Avahiyên gerstêrkan, ku her yek ji wan du sê qatan ji dinyayê mezintir e, dişibin Neptûnê. Her çend ev celeb gerstêrka herî berbelav di Rêya Kadizê de be jî, hê jî avahiya wan bi tevahî nayê zanîn. Bi rastî jî nayê zanîn ka gerstêrkên kevirî ne, ji gazan an şilekê pêk tên. Rastiya ku stêrka li navenda pergala nû jî geş e, di vê mijarê de rê li ber lêkolînên nû vedike.