Berê em dest bi nivîsa xwe ya di derbarê mîhrîcana muzîkê a Agirîyê bikin ez dixwazim bi kurtasî Mr. Dosso Dossi bi we bidim nasîn.
Hîkmet Eraslan bi sê navan tê nas kirinê. Navê di qada karsazîyê û fermîyetê de Hîkmet Eraslan e. Navê wî yî kurdî Hikmetê Mihemedê Meşarê ye. Navê wî yê dikê ango sahneyê jî Mr. Dosso Dossî ye. Hîkmet lawê Mihemedê Meşarê ye. Meşar gundê Bazîda navçeya Agirîyê ye. Bavê wî kesekê naskirî navdayî ye di civaka xwe de. Birayê Hîkmet Eraslan, Ahmet Eraslan jî bi salan di astê bilind de rêveberîya kuluba futbolê ya Fenerbahçeyê kiriye. Jixwe ew jî yek ji xwediyê holdînga malbatê ya bi navê Dosso Dossi ye.
Pişti çend kurteagahîyên di derbarê Mr .Dosso Dossî de em werin ser meseleya mîhrîcana muzîkê. Wekî her carê dîsa mîhrîcan bi çavên dijberî hev hate nirxandin. Hîn kesan ezîz kir, hîn kesan jî rezîz kirin. Herdu alîyan jî bi çavekî alîgir lê nihêrîn. Dibe herdu alî jî di xalan de mafdar jî bin lê ew ne meseleya me ye. Em dê qala tiştên me dîtî bikin.
Berîya 9ê meha Tîrmehê bi rêya medyayê ev bername hatibû îlankirin. Organizasyon ya holdînga Dosso Dossî bû lê bi alikarîya şaredariya Bazîdê, qaymeqamtîya wir û parezgeha Agirîyê rêve diçû. Ango dewlet bi gir û hûrê xwe ve li wir bû.
Ez û hevalekî me yê rêvaberê Federasyona Çandê Ya Agirîyên li Egeyê jî bo hevdîtina li gel şaredara Bazîdê li wir bûn. Ji ber ku em mêvan bûn, me jî cihê xwe li protokola bernameyê de girtî bû. Vê derfet dame em zanibin kî hatiye kî nehatiye. Çimkî ji çapamenîya Tirkîyeyê jî gelek rojnamegerên navdar hatibûn. Mînak wekî Ertugrul Ozkok. Her wiha çapemenîya Agirîyê ya heremî jî hema bêje hemû li wir bû.
Tişta herî zêde bala min kişand girseya li wir bû. Te digot qeyî Bazîd hemû hatiye wir. Ji bilî kesên ji bajarên derûdorê û yên ji Îranê hatibûn. Çimkî min digot ev gef û gur tenê reklam e û kesek naçe festîvalê. Lê wexta min ew girse dît ez heyirîm. Herî kêm 40 hezar kes hebû. Her çendî şaredara Bazîdê ne girêdayî tu partiyê jî be gelê Bazîdê xwe ji vê festîvalê dûr negirtibû û ref bi ref meşiyan qada konserê.
Pêşîyên me gotine “Mêra bikujin lê bextê wan xirab nekin”. Wexta Mr. Dosso Dossi derket sahneyê, qada festîvalê ji DJ’îtîyê vegeriya dîskoke servekirî. Bi axatfinên kurdî û tirkî, dîsa bi stranên ji herdu zimanan hezaran kes coşand. Li gel ku emrê wî ne ciwan e jî enerjî û performansa Mr. Dossî ya li ser dike hêjayî çepik û pesinan e. Mirovan li erdê -bi taybetî jî ciwan- reqs dikirin, tîrêjên sahneya Mr. Dossî jî li hewa direqisîn. Qasî erdê li hewa jî govendek hebû. Govenda tîrêjên rengûreng. Govenda kurdî, stranên tirkî yên pop û reqqasî hemû li tev hev bûbûn û li qadê belav dibûn.
Min serî de got; mebesta wê mîhrîcanê çi be, çi hedef kiribin ew tiştekî din e lê camêr heqê karê xwe didê û li vir jî.
Wekî tê zanîn du sê sal berê jî li qûntarê çiyayê Agirîyê jî defîleya cil û bergan jî çêkiribûn. Gelek xeberdan li ser wê jî hatibûn kirin.
Helbet piranîya însanên hatibûn wir ji bo şahî û kêfxweşîyê hatibûn. Û wisa jî kirin. Ev jî nîşan dide li gel hemû xirêcir û gengeşîyên heyatê însan destê xwe ji kêf û şahiyan nakin. Organîze kî jî çêkiribe ne xema wan e. Jixwe meriv wexta li coşa însanan li qadê dinihêrî te digot qey ji tiştekî tolê hildidin.
Têkilîya di navbera Mr. Dossî û girseya li wir jî pir balkêş bû. Mr. Dossî ew girseya wir wekî şefê orkestrayekî rêve dibir. Wexta bigota em vîdeoyan bikişînin, telefona her kesî li hewa û li vîdeo kişandinê bû. Wexta bigota “ka ronahî” her kesî bi yek derbê lambeyên telefonên xwe vêdixistin û berê wan didin aliyê Mr. Dossî. A Xwedatî camêr girse zeft kiribû, wekî tizbî di destê xwe de dibir û dianî.
Divê meriv vê jî bêje; her çendî girse bi hemû stranan dicoşiyan lê wexta dengê stranên Kurdî dihat û wexta Mr. Dossî bi kurdîya xwe ya Celalîyan hîtabê wan dikir zêdetir dicoşîyan.
Em bi mînakeke ecêb serê nivîsa xwe bidin hev. Heta ku hunermenda kurd Zara derneketibû ser dikê gelek kesan hew dizanibûn ku ew hunermenda vexwendine hunermenda tirk Zara ye, ya bi navê xwe yî eslî Neşe Yilmaz a wextekî bi “Neşecik” dihate nas kirin. Yek ji wan kesan jî ez bûm. Axir bi derketina Zaraya Kurd em hîn bûn ev “Zar” ya kî ye.
Zaraya kurd ku bi navê xwe yê kurdî Zerîfa Paşayevna, hunermend û lîstikvana fîlman ya li welatê Rûsyayê ye. Ew kurdeke êzdî ye û di sala 1983an de li bajarê Lenîngrada Rûsyayê ji dayîk bûye. Stran û klîbên wê bi mîlyonan tên temaşekirin.