Xelatên Oscarê yek ji xelatên herî berbiçav e û fîlm û belgeselên ku vê xelatê bi dest dixin bi gelemperî mora xwe li dîrokê didin. Di nav van hilberên hunerî û teknîkî de, hindek fîlm hene ku divêt her kes temaşe bikin. Li vê derê çend fîlmên Xelata Oscar girtîn hene ku pêdivî ye her sînemahezek temaşe bike.
Godfather (1972)
Godfather, ji hêla Francis Ford Coppola ve hatî birêvebirin, yek ji fîlmên mafyatîk e. Lîstikvanên wekî Marlon Brando, Al Pacino û Robert Duvall tê de cih girtine. Hem bi vegotina xwe ya dramatik hem jî bi dîmenên xwe yên serkeftî cihê xwe di dîrokê de girtîye.
Gandhi (1982)
Ev fîlm ji alîyê derhêner Richard Attenborough ve hatîye çêkirin. Ev film, li ser çîroka Gandhi ye ku ew kesekê Hindî yê dijkolonyal û pêşengekê sîyasî bû. Vî fîlmî di qadên baştirîn fîlm, baştirîn derhênerî, baştirîn lîstikvan, orîjînalîya senaryoyê, derhênerîya dîmenê, dekorasyona setê, sêwirandina cilûbergan û hûnandina fîlmî de 8 xelatên Oscarê wergirtine.
Schindler’s List (1993)
Bi derhênerîya Steven Spielberg derketîye. Ev fîlmên drama ye û behsa hewildana Oskar Schindlerî dike ku dema Şerê Cîhanê yê duyem de hewildana xilaskirina karkerên yahûdî kiribû. Bi kêşanên xwe yên belek belek û kûrahîya hestyarî bandoreka mezin li ser temaşevanan dike.
Forrest Gump (1994)
Karaktera Gump ya Forrest, ku Tom Hanks dilîst, bi firgura xwe ya dilsaf û ilhamdêr ketîye nav dîroka sînemayê. Bi vegotineka bihêz behsa jîyana mirovekê dike ku şahidîya dîrokê kirîye.
Titanic (1997)
Titanic bi derhênerîya James Cameron derket ku yek ji hilberên herî mezin di dîroka sînemayê de tê hesibandin. Bi aheg û hevsengîya Leonardo Di Caprio û Kate Winslet, bi muzîka xwe ya bêhempa û bandorên dîtbarî re cihekê klasîk girtîye. Vî fîlmî di qadên cuda de 11 xelat wergirtine.
The Lord of the Rings: The Return of the King (2003)
Bi derhênerîya Peter Jackson li ser bingeha berhema navdar a Tolkien hatîye çêkirin. Ev fîlmê epîk yek ji wan xalên lûtkeyê yên sînemaya fantastîk e. Bi qezençkirina 11 Oscaran serfirazîyek mezin bidest xistîye.
No Country for Old Men (2007)
Ev fîlim, ji hêla birayên Coen ve hatî çêkirin, serwerîyek e ku sûc, tansîyonê û kûrahîya felsefî tîne ba hev. Karaktera Anton Chigurh, ku ji hêla Javier Bardem ve hatîye lîstin, yek ji mirovên herî tirsnak tê hesibandin di dîroka sînemayê de.
Gravity (2013)
Derhêrê vî fîlmî Alfonso Cuaron e. Ev fîlm li ser jîyana du astronotan hatîye duristkirin ku li fezayê asê dimînin û dikevin ber têkoşîna saxmayînê. Di salên dawîyê de gelek xelatên Oscarê wergirtine ku di qadên derhênerî, sînematografî, hûnandina fîlmî, deng û dîmenê de 7 xelatên Oscarê wergirtine.
Parasite (2019)
Parasite, ji hêla Bong Joon-Ho ve hatîye çêkirin, yekem hilberîna bîyanî bû ku xelata baştirîn fîlmê girtî di dîroka Oscar de. Ev fîlmê Koreya Başûr bandoreka mezin çêkirîye ji hêla cudahîyên çînî û newekhevîyên civakî ve.
Everything Everywhere All at Once (2023)
Ev fîlm ji alîyê Daniel Kwan û Daniel Scheinert ve hatîye nivîsîn û derhênekirin. Piştî wergirtina gelek xelatan, di qadên baştirîn fîlm, baştirîn lîstikvana jin, baştirînên lîstikvanê mêr û baştirîn lîstikvana jin, baştirîn derhêner û baştirîn hûnandin û orîjînalî de 7 xelatên Oscar 2023yê wergirt.
Di encamê de çendîn fîlmên hêjayî temaşekirinê hene ku pêwîst e mirov car caran wextê xwe ji temaşekirina van fîlman re biveqetîne ku zanîna mirovî ya der barê cîhanê de ji çandî, civakî, dîrokî, sîyasî, ekonomî, zanistî û qadên cuda ve zêde dike. Helbet me bi tenê 10 fîlm bijartin, ji xeynî van dîse çendîn fîlmên hêjayî temaşekirinê hene, bes hûn dikarin bi van dest pê bikin. Temaşe xweş.