• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Çend Pêşnîyaz li ser Tîmên Kurdî û Dînamîkên Bazara Futbolê

Çend Pêşnîyaz li ser Tîmên Kurdî û Dînamîkên Bazara Futbolê
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Futbol, yek ji pîşesazîyên mezin ên werzîşê ye li cîhanê. Îro futbol, ji derveyî werzîşê bûye ekolojîyeka darayî ya mezin. Mezinahîya pîşesazîya futbolê gihîştîye bi sedan mîlyar dolaran li ser pîvaneka gerdûnî. Ev mezinahî, curbicur çavkanîyên dahata tîman zêde dike û di hema demê de wan profesyoneltir dike. Bi taybetî dahatên reklaman, peymanên sponsorîyê, mafên weşanê yên televîzyonê rasterast li ser pêvajoyên darayî yên tîmên futbolê bandorê çêdikin.

Mezinahîya Pîşesazîya Futbolê û Dînamîkên Darayî

Slaa 2023an pîşesazîya futbolê gihîştîye mezinahîyeka gerdûnî ya 500 mîlyar dolaran. Dabeşeka giring a vê pîvanê ji hêla lîg û tîmên mezin ên li Ewropayê ve tê çêkirin. Mînak, lîgên wekî Premier League, La Liga, Serie A û Bundesliga bi mîlyaran dolaran dahatê bi dest dixin. Ji van dahatan dabeşeka giring ji weşana televîzyonê û peymanên sponsorîyê têne wergirtin.

Dahatên reklamê jî beşek giring a pîşesazîya futbolê ne. Markeyên mezin ji bo ku bigehin bi milyonan temaşevanan peymanên sponsorgerîyê bi tîmên futbolê û ligan re gire didin. Bi taybetî pêşketina medyayên civakî û platformên dîjîtal dahata reklaman zêde kir. Tîm, li ser van platforman xwe digehînin girseyên mezin û nirxê markeya xwe xurt dikin û çavkanîyên nû yê dahatê çê dikin.

Derfetên ji bo Tîmên Kurd

Binesazîya û Avahî

Tîmên kurdan ên wekî Amedspor, Mardînspor, Batman Petrolspor, Ağrispor, Dalkurd û Zaxo ji bo pêşkeftina futbolê li herêmên xwe potansîyeleka mezin hene. Lêbelê, ji bo ku mirov vê potansîyelê bi tevahî binirxîne, pêdivî ye meriv li ser kêşeyên binesazîyê û damezrandinê hûr bibe.

Veberhênana binesazîyê: Pêşeroja futbolê bi kifşkirin û pêşkeftina şîyanewerên ciwan ve girêdayî ye. Tîmên kurdî ji bo peydakirina ciwanên jêhatî yên herêma xwe hewceyî pergaleka binesazîyê ya organîzkirî ne. Di vê çerçovê de, divê akademîyên ciwanan werin damezrandin û rêbazên perwerdeya futbolê ya modern di van akademîyan de werin sepandin. Wekî din, divê bernameyên perwerdeyê bên amadekirin ku piştgirîyê bidin pêşkeftina laşî, teknîkî û gîyanî ya lîstikvanên ciwan.

Avahî: Futbola modern nikare bêyî avahîyên bi kalîte were hesibandin. Tîmên kurdî bi avakirina zevîyên perwerdeyê, akademîyên ciwanan û stadyûmên modern dikare alîkarîya pêşkeftina lîstikvanan bike û bala temaşevanan zêdetir bikêşe. Ev avahî dikarin mêvandarîya çalakîyan jî bike ku dê dahata tîmê zêde bike.

Sponsorîyên Herêmî û Dahatên Reklaman: Tîmên kurdan dikarin sponsoran ji herêma xwe bigirin û bi vî şiklî dahatên xwe zêde bikin. Her weha dikarin bi rêya medyaya civakî û platformên dîjîtal jî dahatên reklamê qezenc bikin. Ev tişt, dê tîmê ji hêla aborî ve xurt bike û derfeta îmzeya projeyên mezintir bide.

Çend Qewyatî li Ciwanên Kurd: Mirov Bibe Werzişvan û Piştgirîya Tîma Xwe Bike

Bûyîna werzîşvanîyê ji bo ciwanên kurd ne bi tenê vebijarkeka karîyerê ye, di heman demê de mijareka dilxwazî û nasnameyê ye jî. Futbol dikare bibe amûreka veguhestina jîyana ciwanan. Li vê derê hin pêşnîyazên giring ji bo ciwanên Kurd hene:

Hewildan Bibin Werzişvan: Futbol, ​​disiplîn, birêkûpêkî û xebatê dixwaze. Heke hûn bixwazin bibin futbolvanek, divêt hûn bi rêkûpêk rahênanan bikin û xwe bi berdewamî pêşve bibin. Hûn dikarin beşdarî binesazîyên tîmên kurdan bibin û şîyanewerîya xwe nişan bidin.

Piştevanîya Tîmê Xwe Bikin: Piştevanbûna tîmên herêma xwe, ne bi tenê tiştekê alîgirîyê ye, di heman demê de hesteka girêdayîbûnê ye. Hûn dikarin piştevanîya Amedspor, Mardinspor, Batman Petrolsporê bikin û bibin alîkarê pêşketina futbola herêma xwe. Hûn dikarin herin stadyûmê û piştgirîya tîma xwe bikin.

Perwerde û Werzişê Pêkve Girê Bidin: Ew ciwanên dixwazin bibin futbolvan divêt dev ji perwerdeya xwe neberdin. Werzîş û perwerde dikarin bi hev re bêne kirin. Ev dê hem ji bo karîyera we ya werzîşê û hem jî pêşeroja we ewlehîyeka giring be.

Di encamê de, pîşesazîya futbolê xwedan hêzeka aborî ya mezin e, lê di heman demê de roleka yekane ya civakî jî dilîze. Tîmên kurdî dikarin potansîyela futbolê li herêmên xwe eşkere bikin bi veberhênanên ku dê di binesazîyê û damezrandinê de çêbikin. Dîtin û pêşveçûna ciwanên zîrek beşa herî giring a vê pêvajoyê ye. Divêt ciwanên kurd werin teşwîqkirin ku bibin werzişvan û piştgirîya tîmên xwe bikin. Futbol, ne bi tenê lîstikek e, di heman demê de wateya avakirina hêvî û pêşerojê ye.

Tîmên kurdî, di gel stratejî û veberhênanên rast, dikarin cîhê ku ew di fûtbolê de heq dikin bigirin û rêyên nû ji bo ciwanan vekin. Di vê pêvajoyê de, giringîyek mezin e ku temaşevan, werzîşvan û rêveber hevkarîyê bikin. Futbol, bi hêza xwe ya yekbûyî, dikare derfetên nû bide ciwanên kurd û beşdarî pêşveçûna civakî û aborîya herêmê bibe.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.