Dibêjin bi suhbetê mirov jehra mirovî didoşe…
Dem tê, em hemî dikarin bikevin rewşa bêhtengîyê (depresyonê), ev pir normal e û ev jî perçeyekê jîyanê ye li gel xweşî û nexweşîya xwe. Di vê derê de mebest ew e, dema ku em bikevin rewşeke weha, pêwîst e em hewil bidin zûtir xwe ji vê rewşê xilas bikin, ji ber ku metirsî heye tiştên weha wekî gulomaçka berfê mezin bibin û girantir bibin. Helbet hûn serî li pisporên derûnîyê bidin dê gelek baş be, lê ji bo destpêka bêhntengîyê an jî bi navekê dîtir depresyonê, çend pêşniyazên me hene.
Şêweya Xewê
Xeweke baş hem ji bo tenduristiya laşî hem jî ji bo tenduristîya derûnî û gîyanî giring e. Dema ku mirov xwe bêhnteng hîs dike, domandina rûtîna xewê dijwar dibe, lê danîna demjimêrên razanê yên birêkûpêk û şopandina rêgezek aram berî razanê mînak xwendina pirtûkekê an jî meditasyon, dikare qalîteya xewa mirovî baştir bike.
Di demên normal ên xewê de divê mirov here biraze. Ew tiştên mirov difikire bila bo siba bimînin. Gelek caran mirov dibêje ez şevan sere xwe rihet dikim, na ma ew sere te bêxew bimîne tu dê çi xêrê bibînî û sibetirê zêdetir tu dê aciz bibî.
Çalakiyên Fîzîkî
Çalakiyên fizîkî yên wekî meşê, bazdanê an rakirina giraniyê dikarin bibin sedema zêdebûna endorfînê ku pê re ji alîyê derûnî ve mirov rehet bibe. Werzîşa birêkûpêk piştgirî dide tenduristiya giyanî ya giştî û asta stresê kêm dike. Bi kirina werzîşê mirov hişê xwe mijûl dike û mirov xwe ji ramanên nerênî dûr dixe.
Spor ji bo saxlemîya laşî û mêjîyî giring e ku wekî xwarin û avê hewcedariyek bingehîn e. Taybet di roja me de ku însan bûne êxsîrê teknolojîyê û wekî robotan dijîn. Mirov çi bike neke lazim e mirov hereket bike, jixwe teqrîben sedema bêhntengîyê jî ji bêhereketbûnê tê.
Çalakiyên Afirîner
Çalakiyên afirîner ên wekî çêkirina hunerê, guhdarîkirina muzîkê an jî nivîsînê dikarin bibin wekî formên vegotina hestyarî. Van celeb kiryar û çalakî dikarin ji mirovî re bibin alîkar ku mirov pirsgirêkên xwe çareser bike û hestên xwe derxîne, bi vî rengî mirov dikare hestên nerênî yên ku di hundirê mirovî de çêdibin kêm bike.
Hemî cure çalakiyên hilberîner ên afirîner ji bo mirovî baş in. Birûnin û ramanên xwe li ser defterekê binivisin, puzzleyekê çêbikin, fêrî lêxistina enstrumanekê bibin, her çend piçûk be jî. Bi kurtî, hilberîne.
Pêwendîya Civakî
Derbaskirina demî bi heval an malbatê re hestên tenêtiyê kêm dike û piştgiriya hestyarîyê çêdike. Carinan bi tenê kesek li mirovî guhdarî bike dikare ji mirovî re bibe alîkar ku mirov xwe çêtir hîs bike. Ger hevdîtina rûbirû ne mumkin be jî têlefon an bangên dîmenî jî dikarin bibin alîkar.
Dibêjin bi suhbetê mirov jehra mirovî didoşe, ev gotineke xwedî zanîneke mezin e. Gava mirov bêhnteng bibe an jî dile mirovî nexweş be, dibe ku mirov xwe li malê asê bike, mirov êşê bikêşe û ev yek wekî fikreke xweş li mirovî bê, lê li hember vê yeke bisekinin, ev ne çare ye. Berovajî vê yeke li gel heval û hogirên xwe bicivin, biaxivin, kela dile xwe birêjin.
Derbazkirina Wextî bi Xwezayê re
Derbaskirina wextî li xwezayê, bandorên kêmkirina stresê peyda dike û dikare hestan baştir bike. Çûyîna parkê, rêveçûna li deverek daristanî an jî rûniştina bi tenê li baxçeyekê dikare cudahiyekê çêbike. Derdorên xwezayî westandina derûnî kêm dike û hestên erênî zêde dike.
Em hemû ji xwezayê qut bûne û stûnên beton ên bajarên me diyar in. Hawîrdorên xebatê koliyên betonê yên bêhest in, xaniyên ku bi koxikên mirîşkan ên beton hatine xemilandin. Cihên şînkatî lê heyî têne wêrankirin. Lê tevî van hemûyan jî heçê bixwaze dikare xwe bigehîne keskatî û şînkatîyê.
Wekî Encam
Ji bo ku mirov xwe baş hîs bike, mirov hewce ye ku ji xwe re armancan çêbike û agahdariya ku dê ji we re baş be fêr bibe û wê li jiyana xwe bi cîh bîne. Ji ber vê yekê, li ser vê mijarê bi dehan video hene ku mirov dikare temaşe bike û aqlekê jê bigire. Heger mirov van tişta bike wekî xelata mirov dikare hişekê zelal û vekirî, ruh û gîyanekê paqij û derûnek tendurist bi dest bixe.