• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Çend Sebebên Zanistî ji bo Belavkirina Qencî û Rêzgirtinê

Çend Sebebên Zanistî ji bo Belavkirina Qencî û Rêzgirtinê
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Rêzgirtin û qencî li ser tenduristîya laşî û gîyanî bandorên kûr hene. Lêkolînên zanistî destnîşan dikin ku rêzgirtin û arîkarî asta bextewarîyê zêde dike, serederîya bi  bêhntengîyê re bihêz dike û di ser re jî emre mirovî jî dirêj dike. Qencîyeka piçûk jî dikare bandoreka mezin li ser civakê çêbike. Li vê derê ew feydeyên ku ji alîyên zanistî ve têne piştgirîkirin hene.

Rêzgirtin û Qencî Vegir in

Tevgerên nerm û nazik dikarin ji kesekê wekî dînemoyekê derbazî yê din bibe. Kesek rêzê li ber we bigire, ev dibe sebeb ku hûn jî rêzê li ber kesekê dî bigirin. Ev bandor ji hêla zanyaran ve bi “vegirtina civakî” tê binavkirin. Di encam vê lêkolînê de hate dîtin ku ew kesên ji hêla kesekê ve qencîyek dîtîn, di nav rojê de daxwaz û meylan wan a li ser arîkarîyê zêdetir dibe. Bi vî rengî, tevgereka nerm û nazik ya kesane dikare bibe destpêka guherîneka mezin a civakê.

Rêzgirtin û qencî, li cîhên kar, li derdor civakî û din av malbatêi de têkilîyên bihêz peyda dike. Minetdarîya li hember kesekê dibe sebeb ku mirov jî bi awayê erênî tev bigerin û çerxekê çêbikin di vî warî de. Belavbûna rêzgirtinê, bawerîya mirovan ji hev çêdike û dibe alîkar ji bo hevkarîyê. Wehareng, qitîskeka piçûk a rêzgirtinê dikare bibe guherîneka mezin a komelayetî.

Rêzgirtin Mirovî Keyfxweş Diket

Rêzgirtin û qencî  û nerm û nazikî, bandoreka erênî li ser kimyaya mejîyê me dike. Dema em qencîyekê dikin, mejîyê me hormonên bextewarîyê wekî dopamîn, serotonîn û oksîtosîn dide kar. Ev kîmyewî, hizûra me zêdetir dike, razî û dilxweş dikin. Ev hest wekî “tahma alîkarîyê” tê zanîn û alîkarîya mirovan dike ku ji jîyanê bêtir enerjîk bin û bi jîyanê ve girêdayî bin. Lêkolîn nîşan didin ku mirovan her tim qencîyê dikin depresyon û anksîyeteya wan kêm e.

Ji bo Dilî Baş e

Rêzgirtin faktorek e ku rasterast bandorê li tenduristîya dilî dike. Asta stresê ya bilind yek ji sedemên bingehîn ên nexweşîyê ne. Lêbelê, lêkolîn nîşan didin ku nerm û nazikî û xêrwazî xebata oksîtosînê dide xebatê û stresê kêm dike. Oksîtosîn ruhen xwînê fireh dike û tansîyonê diêxe û dibe alîkar ku dil tenduristtir bixebite. Ji ber vê yekê rêzgirtina dewamî, metirsîya sekinandina dilî û zêdebûna tansîyonê kêm dike.

Piştgirîya Pergala Parastinê dike

Mirov rêzê bigire, nerm û nazik û xêrxwaz be, bertek bîyolojik ên bihêzkirina pergala parastinê hişyar dikin. Li dû lêkolînan, kiryarên navcivakî yên erênî karîgerîya hucreyên parastinê zêde dike û bi vî rengî laşî mirovî li beranber nexweşîyan bihêztir dike. Xêrxwazî, asta hormanonên stresê kêm dike ku pergala parastinê baştir bixebite. Heger em berê xwe bidinê ku stresa kronik pergala parastinê bêhêz dike, hingê em ê bizanin ka rêzgirtin çi qad bandorê li laşe mirovî diket.

Fikaran Kêm Dike

Rêzgirtin û qencî di kêmkirina fikar û stresê de rêbazeka xwedî bandor e. Alîkarîya kesekê an kiryareka nermik ji me re dibe alîkar ku mejîyê me îdraqa gefan kêm bike û rihet bibe. Bi taybetî ew kesên nexweşîya anksîyeteyê heyîn heger qencîyekê li kesekê bikin bala wan ji fikarên xwe dûr dibe û rihet dibin. Lêkolîn dibêjin, xêrxwazîya alîkarîyê, asta fikar û strese bi awayekê dîyarde kêm dike.

Pêwendîyan Xurttir Dike

Rêzgirtin û qencî yek ji kevirên bingehîn ên mirovî ne. Nerm û nazikî, bawerîya di navbeyna mirovan de zêde dike û pêwendîyê xurt dike. Li gor lêkolînan, ew kesên nerm û nazik, pêwendîyên xurt û demdirêj û saxlemtir hene. Bi taybetî di pêwendîyên romantik de, rêzgirtin û empati têkilîya di navbeyna partneran de bihêz dike û şerî di navbera wan de bi awayekê baştir çareser dike.

Piştgirîya Tenduristîya Gîyanî Dike

Nerm û nazikî li ser tenduristîya me ya gîyanî bandoreka erênî heye. Lêkolîn nîşan didin ku asta depresyonê û tenêtîya mirovên ku bi rêkûpêk qencîyê dikin kêm e. Ji ber ku rêzgirtin, armanc û wateyê dide ferdî ku bi nêrîneka pozîtîf berê xwe bide jîyanê. Bi taybetî qencîya dilxwazî dibe ​​alîkar ku kesayet xwe bêtir kêrhatî û hêja hîs bikin.

Di encamê de, rêzgirtin û qencî bi tene pêwendîyên me yên civakî bihêz nakin, di heman deme de ji alîyê fizîkî û ruhî ve jî bandorên erênî dikin. Ev daneyên ji alîyên zanistî ve hatîne piştrastkirin, ji bo nîşandana rêzgirtina jîyana rojane sebebên bihêz pêşkêş dikin. Xêreka piçûk jî dikare encamên mezin çêbike, hem ji bo me hem jî ji bo derdora me.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.