Chelsea FC, di fînala Kûpaya Cîhanê ya Tîman a FIFAyê ya 2025an de bû şampîyon. Duhî şev, tîma Îngilistanê Cehelseyê tîma Frensayê Paris Saint-Germain (PSG) bi encameka balkêş 3-0 têk bir û bû şampiyonê cîhanê.
Maç li Stadyûma MetLifeê hate lîstin, tîma îngilîzî li hemberî PSGya ku weke yek ji tîmên herî bihêz ên Ewropayê tê dîtin, bi serkeftineka mezin bi ser keft. Ev serkeftin, duyemîn şampiyoniya Kûpaya Cîhanê ya Tîman a Chelseayê bû piştî sala 2021ê.

Stêrkê Maçê Cole Palmer 2 Gol avêtin û Asîstek Kir
Stêrkê maçê, lîstikvanê Îngilîz Cole Palmer bû. Palmer, di nîvê yekem de du gol avêtin û ji João Pedro re asistek kir, bi vî awayî tîma xwe bi ser êxist. Di deqîqeya 8an de gola yekem avêt û zû awantaj ji Chelsea re çêkir, ev yek jî heta dawiya maçê domand. Gola João Pedro ya di dawiya nîvê yekem de, skor kir 3-0 û berxwedana PSG bi temamî şikand.
Rahênerê Chelseayê, Enzo Maresca, piştî maçê weha got: “Performanseka fantastîk. Ez bi lîstikvanên xwe serbilind im. PSG weke tîma herî baş a cîhanê tê dîtin, lê me îro ew di lîstika wan de têk bir.” Taktîkên Maresca, bi taybetî bi zexteka bilind û şêwazê lîstikê ya êrîşkar, PSG di rewşeka zor de hişt.

Porê Marc Cucurella Hate Kişandin, Kartê Sor Hate Dayîn
Di aliyê PSGê de, bêhêvîbûn serdest bû. Şampiyonê dawî yê Lîga Şampiyonan a Ewropayê PSG, di maçê de bi bandor nebû û piştî ku João Neves ji ber kişandina porê Marc Cucurella kartê sor dît, ma bi 10 lîstikvan. Piştî maçê, di navbera rahênerê PSG Luis Enrique û lîstikvanê Chelsea João Pedro de gengeşiyek çêbû ku bû mijara axaftinê.
81 Hezar û 118 Temaşevan
Maç li ber 81,118 temaşevanan hat lîstin, di nav temaşevanan de Serokê FIFAyê Gianni Infantino û Serokê DYAyê Donald Trump jî hebûn. Trump, piştî maçê di merasîma xelatkirinê de kûpa da kaptanê Chelseayê Reece James. Lê belê, hin temaşevanan Trump yûh kirin ku ev yek jî bal kêşa.

Ev serkeftina Chelsea, nîşana bilindbûna dubare ya tîmê di bin rêveberiya Todd Boehly û Clearlake Capital de ye. Tîma şîn û spî, di Gulana 2025an de Lîga Konferansê ya UEFAyê qezenc kiribûn û niha bi şampiyoniya cîhanê ev serkeftin gihandin asta gerdûnî.
Qezeceka Pir Mezin…
Bi vê serkeftinê Chelseayê re nêzîkî 90 milyon pound xelat wergirt û xercên wê yên di bazara veguhestinê ya havînê de telafî kir. Bi taybetî performansa João Pedro yê nû transferkirî di fînalê de, nîşan da ku veguhestina wî ji Brighton çi qas rast bû.

Temaşevanên Chelseayê, li ser medyaya civakî serkeftin bi coş pîroz kirin. Tiştevanekê weha got: “Me Ewropa fetih kir, niha cîhan ya me ye!” Maresca jî giringiya Kûpaya Cîhanê ya Tîman destnîşan kir û got: “Ev tûrnûva, bi qasî Lîga Şampiyonan, belkî jî zêdetir bi prestîj e.”
Chelsea, bi vê serkeftinê beriya sezona 2025/26ê ya Lîga Premierê moral wergirt, temaşevan jî niha çav berdane şampiyoniya lîgê.
