Sînemaya kurdî li gorî çavkanîyan bi fîlmê Zerê dest pê dike, Zerê fîlmeke dramayê ya bêdeng e ku di sala 1926an de ji Komara Sovyeta Sosyalîst a Ermenîstanê derketiye û Hamo Beknazarian lîstikvan û derhênerîya wê dike. Fîlm li ser kurdên êzîdî yên li Yekîtîya Sovyetê dijîn hatiye çêkirin û wek yekem fîlm tê dîtin ku jiyana kurdan li ser şaşeyê nîşan dide. Hin lîstikvanên wê kurd û hin jî ermenî ne. Ji sala 2000î pêde êdî hîn zêdetîr bû keşan û weşana fîlmên kurdî.
Piştî derketina sînemaya yekem ya pêşandana gel ji alîyê birayên Lumière ve di 28ê Kanûna Pêşîn a 1895an de hat organîzekirin û fîlmê Zerê 31 sal piştî vê pêşandana yekem hat çêkirin. Kurdên li Îranê li herêmeke bakurê rojavayê welêt dijîn û bi zimanê xwe xebatên çandî dikin. Sînemaya kurdî li Îranê jî di nav van çalakiyên çandî de ye.
Derhênerên kurd fîlmên ku behsa zehmetî û pirsgirêkên gelê kurd dikin çêdikin. Ev fîlm bi giştî li ser mafên siyasî, civakî û çandî yên gelê kurd ê li Îranê dijîn ava dibe. Fîlmên sînemaya kurdî her çendî bi gelemperî li ser zehmetî û jiyana rojane ya gelê kurd raweste jî, bi gelemperî pirsgirêkên giştî yên civaka Îranê radixe ber çavan. Sînemaya kurdî li Îranê jî weke hemû sînemaya piştî şoreşa îslamî di bin zextê de bû. Lê di van salên dawî de derhênerên kurd ji bo çêkirina fîlmên xwe jîngeheke azadtir dîtin. Her çîqas bi mijarên wekî hejarî, koçberî, bêkarî, mafên jinan, karkerîya zarokan ve mijûl bibe jî balê tim dikişîne ser dîrok, çand û kevneşopîyên gelê kurd ê li Îranê. Di van fîlman de nêrînek bi wate û kûr li ser nasname û hebûna gelê kurd pêşkêş dikin. Sînemaya kurdî li Îranê xwedî gelek derhênerên jêhatî ye, yek ji wan ê navdar Bahman Ghobadî (Behmen Qûbadî) ye. Behmen Qûbadî di sala 1969an de li bajarê Bane yê Îranê hatiye dinê. Paşê wek ciwanekî amator tevlî koma derhênerên sînemayê dibe û bi wan re dest bi çêkirina kurtefîlman dike. Hunermend Qûbadî piştre ji bo xwendina sînemayê diçe paytextê welatê xwe û xwendina xwe nîvco dihêle. Hunermend di navbera salên 1995-1999an de derhênerîya 10 kurtefîlman kiriye ku di gelek pêşbirkên neteweyî û navneteweyî de xelat wergirtine, di nav wan de fîlma “Jiyana Di Nav Mijê de”, ku xelata taybet a Juriyê li Festîvala Clermont-Ferrand wergirtiye. Di sala 1999an de derhêner Behman Qubadî di kişandina fîlma Abbas Kiyarostamî ya bi navê The Wind Will Us “Ba Wê Me Kaş Bike” de wek alîkarê sereke xebitî û di fîlma “Textê Reş” a Samîra Mexmalbaf de jî yek ji rola sereke lîst. Qubadî di Festîvala Fîlman a Cannesê ya sala 2000î de bi fîlmê xwe yê Dema Hespên Serxweş “Xelata Kamera Zêrîn”, “Xelata Sînemaya Ciwan” û “Xelata Fipresci” wergirt.
Ger ez bi çavê temaşevanekî fîlmê “Dema Hespên Serxweş” şîrove bikim bi rastî jî fîlmek ku mirov zû bi zû nikare ji bandora wê derkeveye. Çîrok bi taybetî behsa têkoşîna jiyana xwişkek û du birayê zarok û kurd dike. Ayoub û Madî bira ne û Amaneh jî xwişka wan e, bi temenê xwe yê piçûk mecbûr dimînin ku berpirsiyarîyên giran bidin ser milê xwe. Mejî pişta Madî bêdirûv (deforme) bûye û ji bo emelîyata wî pere lazim e. Ayoub ji bo pereyê emeliyata Madî bide ser hev dest bi rêwîtiyek dijwar û metirsîdar dike. hewl dide ku bi qaçaxîya li ser sînorê Îran û Iraqî pere qezenc bike û birayê xwe bi ew pereya emelîyat bike lê mixabin jiyan li gor daxwaz û erkê wî nameşe. Behmen Qûbadî bi ev fîlmê xwe balê bi taybetî dikişîne ser şert û mercên zehmet ên jiyana gelê kurd û koçberiya bi darê zorê ya di navbera sînoran de. Di sala 2004 de, wî fîlmê (Turtles Can Fly) “Kîso Jî Difirin” kişand û derhêneriya wê kir, îlhama ev fîlmê xwe ji jiyana zarokên di Şerê Amerîka-Iraqê de girtiye. Qûbadî fîlmê xwe bi van hevokan dinirxîne: “Ez vê fîlmê xwe diyarî hemû zarokên bêguneh ên cîhanê yên ku bûne qurbanîyên polîtîkayên dîktator û faşîstan dikim. ” Qûbadî bi fîlmên xwe li ser pirsgirêkên gelê kurd disekinî, kedeke girîng di pêşxistina sînemaya kurdî de daye. Di fîlmên wî de gelek caran çand, kevneşopî, muzîk û zimanê kurdî tê nîşandan.
Berî nivîsa xwe biqedinîm dixwazim çend fîlmên kurdî yêm ji hêla derhenerên kurd ên îranê hatina kişandin bi were parve bikim. Ev fîlm behsa jiyanên cuda û çîrokên cuda yên kurdên Îranê dikin. “A Time for Drunken Horses” (Dema Hespên Serxweş) (2000) – Derhener: Bahman Ghobadi “Half Moon” ( Nîv Heyv) (2006) – Derhener: Bahman Ghobadi “Turtles Can Fly” ( Kîso Jî Difirin) (2004) – Derhener: Bahman Ghobadi “The Songs of My Motherland” (Stranê Welatê Dayîka Min) (2013) – Derhener: Bahman Ghobadi “Rhino Season” (Demsala Kergedana) (2012) – Derhener: Bahman Ghobadi “Before the Burial” (2008) – Derhener: Behnam Behzadi “A Few Kilos of Dates for a Funeral” (2006) – Derhener: Saman Salur “Whispers of the Cities” (2013) – Derhener: Mohammad-Ali Talebi Bimînin di xweşî yê de…
Çavkanî:Wîkîpedîa