• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Çima Malbatên Feqîr Zêdetir Zarokan Çêdikin?

Çima Malbatên Feqîr Zêdetir Zarokan Çêdikin?
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Li çaralîyê cîhanê, malbatên xizan zêdetir zarokan çêdikin, lê malbatên dewlemend kêmtir zarokan çêdikin. Ev rewş encama têkilîyeka tevlihev a faktorên cihêreng ên civakî, aborî û çandî ye. Di vê nivîsê de, em ê tercîhên malbatên xizan û malbatên dewlemend ên der barê çêkirina kirina zarokan de û sedemên rastîn ên van tercîhan bivekolînin.

Meyila Malbatên Feqîr li ser Çêkirina Zêdetir Zarokan

1. Faktorên Civakî û Çandî

  • Nirx û Normên Kevneşop:

Di gelek civakan de çêkirina zarokan rewşa civakî ya malbatê zêde dike û ji alîyê normên kevneşopî ve tê teşwîqkirin. Avahîyên malbatê yên berfireh di nav civakan de wekî nîşaneka prestîjê têne hesibandin. Bi taybetî di civakên gundî û kevneşop de hejmara zarokan weke faktoreka bihêz û zêdekirina prestîja malbatê tê dîtin.

  • Bawerîyên olî:

Hin bawerîyên olî li dijî kontrolkirina zayînê ne û xwedîkirina gelek zarokan weke erkeka pîroz dihesibînin. Ev bawerî dikarin li ser helwesta malbatên xizan ên der barê xwedîkirina zarokan de bandorê çêbikin.

2. Faktorên Aborî

  • Ji Xebatê:

Di malbatên xizan û feqîr de, zarok bi kevneşopî wekî beşeka giring a hêza kar û xebatê têne dîtin. Bi taybetî di aborîyên çandinîyê de, zarok bi xebata li zevîyan an jî bi alîkarîya karên malê barê aborî yê malbatê sivik dikin. Destpêkirina karî di temenekê biçûk de ji bo malbatê avantajeka aborî ya demkurt peyda dike.

  • Ewlekarîya Pîrbûnîyê:

Di gelek malbatên xizan de, ji ber tunebûn an kêmbûna pergalên ewlekarîya civakî, dêûbav zêdetir zarokan çêdikin, bi hêvîya ku zarokên wan dema mezin bibin xwedî li wan derbikevin. Ev dibe sedem ku zarok wek sîgorteyekê bên dîtin.

3. Asta Perwerde û Hişyarîyê

  • Kêmasîya Perwerdekirineê:

Civakên ku asta perwerdeya wan kêm, nebûna zanîna têr li ser rêbazên kontrolkirina zayînê û plansazîya malbatê meyla çêkirina zarokan zêde dike. Kêmasîya xwendinê dibe sedema nezanîna berjewendîyên aborî û civakî yên sînordarkirina hejmara zarokan di demeka dirêj de.

Meyila Malbatên Dewlemend li ser Kêmçêkirina Zarokan

1. Faktorên Civakî û Kesane

  • Şêweya Jîyan û Pêşveçûna Kesane:

Malbatên dewlemend pêşî li pêşkeftina kesane û kalîteya jîyanê digirin, li ber çavan barên aborî û zemanî yên çêkirina zarokan digirin. Vebijarkên şêwaza jîyanê yên wekî rêwîtîyê, hobî û çalakîyên civakî dibe ku bibin sedema tercîhek ji bo strukturên piçûktir ên malbatê.

  • Normên Çandî û Asta Perwerdeyê:

Di civakên dewlemend de, astên bilind ên perwerdeyê der barê rêbazên kontrolkirina zayînê û plansazîya malbatê de dibe alîkar ji bo standina biryarên hişmendtir. Kesên xwenda dikarin encamên aborî û civakî yên çêkirina zarokan baştir analîz bikin û li gorî wê plansazîyê bikin.

2. Pêdivîyên Aborî û Karîyerê

  • Şêweyên Jîyana li ser Karîyerê:

Di malbatên dewlemend de, bi taybetî beşdarbûna zêde ya jinan di jîyana karsazîyê de bandorê li biryara xwedîkirina zarokan dike. Karîyer, perwerde û pêşkeftina pîşeyî pir caran temenê zarokçêkirinê dereng dike û dibe sedem ku malbat kêm zarokan çêbikin.

  • Perwerde û Kalîteya Jîyanê:

Malbatên dewlemend, ji bo ku zarokên xwe baştir perwerde bikin û mercên jîyanê xweştir bikin, çavkanîyên xwe arasteyî kêmtir zarokên dikin. Mesrefên zêde yên ku ji bo perwerdeya bikalîte û pêşkeftina zarokan têne xerc kirin dibe ku hejmara zarokan sînordar bike.

Di encamê de meyla malbatên xizan zêdetir li ser çêkirina zarok e û malbatên dewlemen hejmara zarokan bisînor dikin. Ji bo vê yekê bi berhevkirina dînamîkên cuda yên aborî, civakî û çandî were dikare were ravekirin. Ev tercîh wek stratejîyeka maqûl di çarçoveya civakî de ji bo her du koman derdikevin holê. Pêşxistina pîlana têgihîştî, li pişt famkirina sebebên van cudahîyan e û dikare alîkarîya civakan bike ku avahîyek demografîk a hevseng û domdar bi dest bixin.

Di vê çarçoveyê de, zêdekirina xizmetên perwerde û kontrolkirina zayînê ji bo malbatên xizan û rêzgirtina tercîhên malbatên dewlemend ên der barê çêkirina zarokan de dikare bibe alîkar ku bigihîje hevsengîya demografîk. Di her du rewşan de jî divê tercîhên malbatan di dîyarkirina polîtîkayên aborî û civakî de weke faktoreke giring bê dîtin.

Xelat Ertoşî

Xelat Ertoşî

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.