Derzîyên dermandanê di jîyana me de cihekî mezin digire. Bi bikaranîna di warê tenduristîyê de em zêdetir sûdê jê werdigirin. Gelo em çîroka wan derzîyên dermandanê dizanin? Di 129-200 salên Piştî Zayînê de ji alîyê Galen ve ji bo melheman bi çermê mirovan bidin hatiye amadekirin. Bêguman ev cureyê derzîyên dermandanê yê herî basîd û hêsan bû. Piştî Galen, Ammar bin Ali al- Mawsili, di sala 900an a piştî zayînê de ji bo kataraktê(şêlîbûna çavan) tûbên şûşe bi kar anîye. Di sala 1650an de xebata Pascal a di qada hîdrolîk de ji bo dermanan di demaran bikin di dîroka van derzîyên dermandanê yên nûjen de gaveke mezin bû.
Cristopher Wren ji bo ava xaşxaşê enjekteyî kûçikan bike bi bikaranîna kanûlayan rêbazeke cuda anî vî warî. Bêguman wekî her tiştê medîkal û ji bo tenduristîyê di pêşketina van derzîyan de jî demeke xeter heye, em encamên gelekî xirab dibînin. Ji bo van derzîyan em dikarin bibêjin dem û dewrana xirab di sala 1660an de dest pê kiriye û heta du sed salan jî kişandiye. Di sala 1660an de Drs Major û Esholttz ji ber pîvana dermanan bi wan derzîyan nizanibûn û rind nedihatin paqijkirin gelek kes pê mirine. Mixabin ji ber van encamên nerind heta 200 salan bi derzîyên dermandanê enjeksîyon nehatiye bikaranîn.
Di sala 1844an de derzîyê dermandanêyê hîpodermîk li Dublinê ji alîyê fîzîkvan Francis Rynd ve hatiye çêkirin. Ev derzî ji sê parçeyan pêk tê; lûleya derzî, pîston û lastîk. Ev pîston ji mineral an jîmetalanjîdihatçêkirin. Piştî vê, derzîyeke din di sala 1853an de li Fransayê ji alîyê Charles Pravaz ve ji bo dermanek enjekteyî bizinan bike bi pîstoneke ji kitanen hatiye çêkirin. Wê salê li Edinburghê Alexander Wood ji bo morfînan enjekteyî mirovan bike şiringeyeke fonksîyonel bi derzîyeke hîpodermîk dike. Di sala 1899an de Li New Yorkê Letitia Mumford Geer ji bo bi destekî bê bikaranîn derzîyeke din sêwirandiye. Paşê di sala 1946an de ji Ingilizîstanê Chance Brothers ji tûba şûşe derzîyek çêkir û ev yek wekî şoreşekê bû. Ji ber ku her parçeyên derzîyê di nava hev de bûn û ne hewce bû bi hev bikin.
Bêguman cudahîya wan derzîyên dermandanê û yên niha ev e; heta niha derzîyên hatine çêkirin ne plastîkbûn. Piştî salên 1945-1960î derzîyên dermandanê yên yekcarî bi tûba plastîk dihatin çêkirin û bikaranîn. Cara pêşîn ji alîyê Charles Rothauserve di sala 1949an de ji polîetîlenê yê plastîk hatiye çêkirin lê ji ber ku bi tînê nerm dibin paqijkirina wan zehmettir û bihatirbû. Du salan şûnde ji polîpropolînê derzî çêkir û di bazara Awistralyayê de bi mîlyonan hat firotin. Di sala 1956an de ji Nû-Zelendayê Colin Murdoch, patenta derzîyên dermandanê yên yekcarî stand. Piştî vê 1961an de Plastipaka Becton Dickinson û di sala 1974an de jî Phill Brooks ji bo derziyên dermandanê patenta DYAyê standiye.
Bi çêkirina van derzîyan di warê tenduristîyê de pêşketineke bêhempa çêbû. Bi bikaranîna van karê bijîjk û hemşîreyan hêsantir bû û encamên xeter ên ji bo nexweşan ji holê rabûn. Çiqasî em bibêjin derzîyên dermandanê jî ne tenê di warê tenduristîyê de di gelek deran de em van derzîyan bi kar tînin. Ji bo tiştan enjekteyî mêwe û sebzeyan bikin, ji bo xwarina bidin ajalan, ji bo tiştan bi hev ve bikin û hwd. tên bi karanîn.