Hebû tunebû, li kolanên bajarekî pîroz bi navê Mizgîn û Lezgîn xwîşkek û birayek hebûn. Mizgîn û Lezgîn sêwî bûn. Hîn dema pitik bûn dê û bavê wan emrê Xwedê kiribûn û çûbûn ber dilovanîya Xwedê. Ew bi dapîr û bapîrên xwe re dijîyan û ji wan pir hez dikirin. Her weha dapîr û bapîrên wan jî ji van pir hez dikirin. Aborîya malê sedema ku dapîr û bapîrên wan pîr bûn li ser pişta Mizgîn û Lezgînî bû û carinan jî cîranan alîkarîya wan dikir. Hinek kesan xwarin dişandin hinek kesan jî cil û berg didan wan.
Rojek ji rojên payîzê bû. Mizgîn û hevaleka xwe ji dibistanê vedigerîyan malê. Hevala Mizgînê got:
-Îşev dayîka min wê ji min re goştî bibirêje ji bo şîvê, immm. Ez û bavê xwe em pir ji goşt hez dikin. Divê ez bilez biçim malê. Bi xatirê te Mizgîn. Mizgînê deng ji xwe neanî; yê wê ne dayika wê, ne jî bavê wê hebû û jixwe wec û şiklê wan jî qet nedihat bîra wê. Lêbelê Mizgînê di xeyalên xwe de ji xwe re dê û bavek afirandibû û wan ji Mizgînê pir hez dikirin.
Tam dîsa ketibû nava xeyalan, ji nişka ve xurxurek bilind bû li holê û Mizgîn bi wî dengî hate ser hişê xwe. Ew deng ji zikê wê hatibû. Rebenê pir birçî bûbû. Xwe bi xwe pirsî, “Gelo cîrana me xaltîka Pîrozê, îşev jî şîv şandîye ji me re? Înşalleh şandî be.” Êdî naxwazim nan û zeytûnan bixwum. Hema wê kêlîkê destek kete ser milê wê. Ew destê birayê wê Lezgîn bû. Lezgîn 13 salî bû û temenê Mizgînê jî hîna 8 salî bû. Lezgîn dema ji dibistanê derdiket zû diçû kolan bi kolan digerîya, pêlav boyax dikirin û pere bi dest dixist, alîkarîya aborîya malê dikir. Carinan di dawîya heftêyê de Mizgînê jî alîkarîya birayê xwe dikir. Lezgîn destê xwişka xwe girt û bi hev re meşîyan malê. Di rê de diçûn ku li erdê tiştek dibiriqî bala Mizgînê pir kişand. Nêzîkî wî tiştî bû ku dît gerdenîyek pir xweşik e. Mizgînê ew ji erdê ragirt û nîşanî birayê xwe Lezgîn da. Lezgîn got:
-Ev kî çi dizane ji kê ketîye û ne tiştek qîmetdar e, eşkere ye. Jixwe qîmetdar bûya nediket erdê. Ka hadê bilez be em biçin malê, Mizgîn pir sar e! Mizgînê ew gerdenî xiste bêrîka xwe û meşîyan malê. Dema gîhajtin malê bêhneke xweş hebû li holê. Mizgînê got:
-Xaltîka pîrozê tiştek xweş çêkirîye îroj ha, û kenîya. Bû şev dema razanê hat Mizgîn û Lezgîn maçî gepên dapîr û bapîrên xwe yên delalok kirin û ketin nav cîyan. Mizgînê destê xwe avêt bêrîka xwe û ew gerdenîya ku li erdê dîtibû jê derxist. Bi rastî jî pir xweşik bû û kêfa Mizgînê pir jê re hatibû. Ew xiste stûyê xwe û çavên xwe girtin û dest bi efirandina xeyalên xwe kir. Di xeyalên xwe de ji xwe re gerdûnek afirandibû û her şev bi van xeyalan re di xew re diçû. Di wê gerdûnê de qet nebaşî û xerabî tunebû. Her kesî ji her kesî hez dikir. Hemî kolan bi dar û gulîstan bûn. Ezman tim şîn û bêrîkên Mizgînê jî tim tije şekirên cûr bi cûr û çokolat bûn. Di xeyalên Mizgînê de dema ew û Lezgîn ji dibistanê vedigerîyan malê, dayik û bavê wan derî li wan vedikir. Pêşîyê ew himbêz dikirin, pê re jî ramûsanek germ datanîn ser gepên wan û Mizgîn dîsa di nava xeyalan da di xew re çû.
Şev çûn.. roj çûn… meh çûn… Roja rojbûna Mîzgînê hat. Mizgîn dê biba 9 salî. Wê rojê nedixwest ji nava cihê xwe derbikeve û biçe dibistanê. Lê dapîra wê gazî wê dikir. Divê xwe amade bikira yan na wê dereng bima. Rabû ku wê gazî birayê xwe Lezgîn bike, dît ku Lezgîn weke navê xwe bilez berî wê çûbû jî. Mizgînê cilên xwe yên dibistanê li xwe kirin û hinek av xiste tasê, tevî şehê xwe çû ba dapîra xwe. Dapîra wê, ew li ber xwe da rûniştin û bi gotinên xweş dest bi şehkirina porê wê kir:
– Mizgîna min, delaloka min, porpemboka min. Dapîrê porê Mizgînê hûna û ew rakir li ser lingan, ew himbêz kir û jê re got: “Rojbûna Mizgînoka min pîroz be. Tu her şad û dilxweş bî berxika min.” Mizgîn pir kêfxweş bû, jixwe dapîra wê çi caran rojbûna wê ji bîr nedikir û her sal pêşîkê wê pîroz dikir. Mizgînê ji dapîra xwe pir hez dikir. Di wê kêlîkê de gerdenîya Mizgînê bala dapîra wê kişand û ew xiste nava destên xwe.
– Keça min te ev ji ku hanî ? Çi qas gerdenîyek xweşik e ev. Mizgînê got, “Çend meh berê dema ez ji dibistanê dihatim malê, min ew li erdê dît pîrê! Pîrê got, “Te qet li xwedîyê wê gera keça min? Ne ya cîranên me be?” Mizgînê deng ji xwe nekir, çimkî pirskirin nehatibû bîra wê û got, “Ez ji dibistanê dereng mam pîrê, divê bilez biçim” û bilez ji malê derket. Îroj hepkî xemgîn bû Mizgîn. Him rojbûna wê bû him jî dayîk û bavê wê ne li ba wê bûn. Dema li ser van tiştan difikirî hêsirek ji çavê wê herikî û çû li ser morîka gerdenîya sitûyê wê ket. Ji nişka ve ew gerdenî biriqî û kevirê wê sor bû. Hew dît ku ji gerdenîya wê firîşteyek fir da derket holê. Mizgîn pir tirsîya, xwe de alî. Firîşteyê dest bi axaftinê kir:
-Silav ji te re Mizgîn Xan. Ez firîşteya vê gerdenîyê me. Ev sed sal bûn ez di hundirê wê de bûm û jê derneketibûm. Çimkî bes têkevim nav destê mirovên qenc, efsûn bi cî tê û dikarim derbikevim ji derve. Tu miroveka pir dilpak û qenc î Mizgîn Xan. Ew hêsira te ya saf bû sedem ji bo derketina min. Ez xwezîya mirovên qenc pêk tînim û wan digihînim xeyalên wan lê bes yek heqê te yê daxwazê heye. Ka bêje tu çi dixwazî? Mizgîn li hemberê tişta bihîstî şaş û mat mabû, bi tenê got: ”Tu rast î?”
Firîşte kenîya û got:
– Belê delalokê ez rast im. Ka bêje xwesteka te çi ye? Mizgîn hîn ew ecêbmayîn ji ser xwe neavêtibû ku dengek ji dawîyê gazî wê kir.
– Mizgîn!!! Ma qey tu nayê dibistanê? Zû bike em dereng man. Ev hevala Mizgînê ya dibistanê bû. Mizgînê berê xwe da pêşî dît ku firîşte wenda bûye. Gazî kir û nekir derneket holê. Gerdenîya xwe kir ji nava cilên xwe da û baz da çû dibistanê. Wê rojê tim li ser firîşteyê û li gotinên firîşteyê fikirî. Êdî dikare xeyalên xwe bike rastî. Lê firîşteyê gotibû bes yek heqê te heye. Ka wê Mîzgîn çi bixwesta? Wê kîjan xeyala xwe pêk bihanîya?
Ew û birayê xwe Lezgîn dema ji dibistanê vedigerîyan mal, Lezgîn fêm kir ku tiştek di Mizgînê de heye. Di dilê xwe de got, “Xwedê dizane Mizgîn dibêje qey min rojbûna xwîşka xwe ji bîr kirîye. Lewma wilo bifikar e, ez dizanim! Destê Mizgînê girt û çûn malê. Piştî ku şîva xwe xwarin û berpirsiyarîyên xwe bi cî hanîn çûn odeya xwe ji bo razên. Lezgîn ji odeyê gazî xwîşka xwe Mizgînê dike û destê xwe dixe binê nivînên xwe û ji binê wan qûtîyekê derdixe. Wê qûtîyê dide destê xwîşka xwe û dibêje:
– Rojbûna te pîroz beee Mizgîîîn!!! Ez dizanim te digot qey min ji bîr kirîye, lê tim di bîra min de bû. Ev mehek e ez zêdetir xebitîm û min hîn zêde pêlav boyax kirin ku ji te re bikaribim vê diyarîyê bikirim xwîşka min. Lezgîn ji Mizgînê re pêlavek kirîbû, çimkî ya wê êdî peritîbû û nigê wê tê de şil û pil dibû. Pêlava Lezgîn jî di heman halî de bû lê ew ji xwe zêdetir li xwişka xwe difikirî.
Mizgîn pir hestiyar bû û birayê xwe Lezgîn ji dil himbêz kir. Wê demê fikirî ku çîroka xwe û ya firîşteyê ji Lezgîn re jî bêje û got. Hemî tişt yek bi yek ji lezgîn re behs kir lê lezgîn jê bawer nedikir. Mizgîn pir xemgin bû ji bo ku birayê wê bawerî bi wê nayne, hêsirek ji çavan herikî dîsa ket ser gerdenîyê û gerdenî dîsa biriqî. Mizgînê fêm kir wê firîşte dîsa derbikeve. Bilez û kelecanîyek mezin gazî Lezgînî kir û got:
-Binêre Lezgîn wê firîşte dîsa derbikeve, binêre… Lezgîn berê xwe dayê ku dît ji nava gerdenîya di sitûyê Mîzgînê de jinek pir bedew û bibask derket holê. Lezgîn şaş û heyran ma. Firîşte axift. “Dîsa silav da Mizgîn Xan û vê carê Lezgîn beg. Ka xwesteka te çi ye, te biryara xwe da Mîzgîn?” Mizgîn biken û coş berê xwe da Lezgîn:
– “Binêre Lezgîn, binêre ez rast dibêjim.” Lezgîn bawerî bi Mîzgînê anîbû, êdî. Lezgîn pirs kir, “Tê çi bixwazî Mizgin?” Bi ya min dewlemendîyê bixwaze ku em ji vî halî xelas bibin xwîşka min. Ez û tu bi dapîr û bapîrê xwe di nava jîyaneke rehet de em bijîn û mezin bibin. Erê erê pere û dewlemendîyê bixwaze Mizgîn. Lê Mizgînê bes dixwest dayik û bavên xwe yên rehmetî bibîne û bi wan re bijî. Dema ev yek ji Lezgîn re got Lezgîn xwe xerab hês kir çimkî wî jî pir bêrîya dayîk û bavên xwe dikir lê êdî hînî tunebûna wan bûbû. çimkî dizanî êdî ew venagerin. Serê xwe xwar kir ber xwe û deng ji xwe nehanî. Firîşteyê got:
– Ez dikarim dayîk û bavê te bînim û tu wan bibînî bes nikarim wan bivegerînim. Wan emrê Xwedê kirine Mizgîn Xan, em nikarin vê yekê biguherînin, mafê me li ser vê tune ye mixabin! Mizgîn pir xemgîn bû. Wê pir dixwest bi dayîk û bavê xwe re jîyana xwe bidomîne. Firîşteyê berê xwe da Lezgîn û dît ew jî pir xemgîn bûye. Dema Lezgîn ew pêlav dida Mizgînê, firîşteyê di nava gerdenîyê de li wan guhdar dikir û hemî tişt bihîstibû. Lezgîn jî zarokek dilpak bû ku berî xwe xwîşka xwe fikirîbû û ew pêlav ji xwîşka xwe re kirî bû.
Firîşteyê got, “Lezgîn tu jî mîna Mizgînê zarokek dilqenc û baş î. Ez mafek xwestekê didime te jî. Ka bêjin zarokno hûn ji min çi dixwazin?”
Mizgînê bi kelacanî got ez dixwazim dayik û bavê min werine vir û ez wan bibînim û wan têr himbêz bikim. Firîşte hestiyar bû li hember daxwazîya Mizgînê û berê xwe da Lezgîn:
– Ka bêje Lezgîn, tu çi dixwazî? Lezgîn pir aciz bûbû ji jîyana feqîrî û kêmasîyê. Jixwe wê bi xwesteka Mizgînê wî jî dayîk û bavê xwe bidîta. Lezgîn got, “Ez dixwazim em dewlemend bibin û her şev şîvên germ bixwun. Bera pêlavên lingê me nih û cilên ser me bêpîne bin.” Firîşteyê got serçavan û pêşîkê ji xwesteka Mîzgînê dest pê kir. Ji nişka ve qûrsek nûr daket nava odeya wan û ji nava wê nûrê dayik û bavê Mizgînê û Lezgîn derketin holê.
Mizgînê yekem car ew bi çav didîtin. Dayîk û bavên Mîzgînê destên xwe vekirin û gazî zarokên xwe kirin. Mizgîn û Lezgîn xwe çengî ser himbêza wan kirin û ew bi hemî hêza xwe himbêz kirin. Dayîka Mizgînê di guhê wê de got, “Keça min, Mizgînxêrka min tu qet xem neke kêmasîya min û bavê xwe. Ez û bavê te em tim bi te re li ba te ne lê bes tu nabînî û carinan jî em hebûna xwe bi xewna didin nîşanî te, canika min.” Û berê xwe da Lezgîn, “Lezgîn kurê min ez û bavê te bi te re serfiraz in. Em dibînin ku tu xwÎşka xwe Mizgîn çi qas xweşik diparêzî û pişt didî wê. Bavê wan kete nava gotinê û domand:
-Zarokên min ên delal berî wextê me biqede ez dixwazim ji we re tiştekî bêjim, baş guh bidine min. Heta ku emrê we hebe ji rastî û başîyê şaş nebin. Her tişt diçe û diqede lê bes di destê we de wê qencî bimîne û wê ew qencî li we vegere. Careke din hev himbêz kirin û ji nişka ve dayîk û bavê wan ji holê wenda bûn. Mizgîn û Lezgîn fêm kirin ku wextê wan qedîya. Bi vê yekê pir êşîyan û xemgîn bûn.
Firîşteyê ev dît û got, “De ka werin îja em ê xwesteka Lezgîn bînin cî.” Lezgîn pir kêfxweş bû. Firîşteyê got, “Çavê xwe bigrin û venekin zarokno.” Ji ser çend xulek çûn û çavê xwe vekirin, çi bibînin! Li nava xanîyekî mezin de alavên herî binirx û biha tê de, bexçeyek mezin û hewzek tije ava zelal lê, derdorê wan hemî şên û kulîlk, li xwe nêrîtin ku dîtin cil û bergên herî nih û pir xweşik li ber wan in. Mîzgîn û Lezgîn ecêbmayî bûn. Bilez li nava wî xanîyê mezin li dapîr û bapîrê xwe gerîyan. Dîtin ku ew jî di odeyeke mezin de li kêleka hev radizên. Lezgîn û Mîzgîn li hev nêrîtin û kenîyan, hev du himbêz kirin û bi şîretên dayik û bavê xwe bi kêfxweşî li wê malê jîyana xwe domandin. Çîroka me li vir qedîya, hezar rehm li ser guhdaran…