Hebû tunebû. Du jin û mêrên cotkar hebûn. Navê jinê Xelek Xan û navê mêrikî jî Felek Bû. Xelek Xan û Felek Beg di nava gundekî şên û avî de dijîyan. Gundê wan ew qas şên û ew qas bibereket bû ku li gorî hinek bawerîyan perîyên xwezayî li nava gundê wan de digerîyan, lewma ew qas şên û bi bereket bû ev gûnd.
Xelek Xan û Felek Beg pir dixwastin bibine xwedî zarok lê zarokên wan çênedibûn. Ti bijîşk nemabûn ku neçûnê û ti şêx û mela nehiştibûn ku bi ser xwe nedane xwendin. Lê ti xêr ne ji bijîşkan ne jî ji şêx û melayan dîtin. Bi vê rewşê pir aciz dibûn lê çi bikin êdî tiştekî bikin jî nemabû.
Rojek ji rojên biharê bû, Xelek Xan li qozîka oda mala xwe rûniştî ji xwe re bi dizîka hêsîrên xwe dibarandin û digirîya. Êdî hesreta zarokan dabû dilê wê û pir xemgîn bûbû. Wê kêlîkê perîyek xwezayî di ber taqa odeya Xelek Xanê re derbaz dibe û dengê hêsirên wê seh dike. Xwe bi xwe ji xwe pirs dike:
-Gelo ew kî ye ku wilo ji dil û bi keser digirî? Ji taqê serê xwe dirêj dike û dibîne ku Xelek Xan li qozîka odeyê rûniştîye û kûrkûra hêsirên wê ne. Divê perî ti carî xwe nîşanî mirovan nedin çimkî mirov dikarin zirarê bidine perîyan û hinek mirov jî dikarin ji aqilê xwe şik bikin.
Dilê Perîya Xwezayî pir li ser Xelek Xan diêşe. Edî hew dikare xwe bigire û radibe diçe xwe li ser milê Xelek Xanê datîne û jê dipirse:
-Xanim! Xanim! Ev çi derd û kûlên te hene wilo tu di nava hêsir û qehran de hiştiyî? Xelek Xan serê xwe bilind dike û li derdora xwe dinêre lê tu kesî nabîne;
-Ev deng ji ku derê tê gelo? Tu kî yî ? Perîya Xwezayî ew qas piçûk e ku bi qasî tilîya qereqûçka Xelek Xanê ye. Perî, ji bo ku Xelek Xan wê bibîne fir dide û tê ber çavê wê û dibêje; “Merheba ji te re.” Dema Xelek Xan çav lê dikeve diveciniqe û ji cihê xwe hol dibe. Bi tirs û ecêp mayî dipirse:
-Ev, ev tu kî yî? Tu çî yî? Perî ya xwezayî bersiv dide:
-Ez perî me. Perîyeke xwezayî. Netirse! Ez bêzirar im. Xelek Xan ji hinek gundîyan bihîstibû ku perîyên xwezayî di nava gundê wan de dijîn lê qet bawerî bi vê tiştê neanîbû. Jixwe ji gundîyan jî tu kesê heta vê kêlîkê ti perî bi çav nedîtibûn. Bes niha perîyek xwezayî li hemberê Xelek Xanê ye. Xelek Xan bi çavan baş lê nêrît. Pêşî ji xwe şik kir, “Gelo dibe ku Xelek Xanê xeyal didît?” Lê na, ev ne xeyal bû. Perîyê bi rih û can û çavên morîkî li nava çavên Xelek Xanê dinêrît. Perîyê nexwest nasandina xwe dirêj bike û jê pirsî:
-Ka bêje xanim, ev çi derdê te heye te li ser xwe wilo pojandîye û ew hêsir herikandine? Xelek Xanê fêm kir ku perî wê zirarê nede wê. Jixwe çenikek bû ma dikare çi bike bi vê qama xwe û eşkere bû wê dixwast derdê Xelek Xanê guhdar bike. Xelek Xan bêyî ku van tiştan ji serê xwe derbas bike, dest bi axaftinê kir:
-Navê min Xelek Xan e. Em mirovê vî gundî ne. Ez û zilamê xwe Felek Beg, em dixwazin êdî em jî bibin xwedî zarok lê Xwedê nake nesîbê me û ez bi vê yekê pir diêşim. Dema dibînim dayîkek zarokê xwe himbêz dike pir xemgîn dibim.
Hêsirên Xelek Xanê dibin baran û dibarin dîsa wê kêlîkê. Perîya Xwezayî pir aciz dibe û xemgîn dibe ji bo Xelek Xanê. Hema ji nişka ve diçe û hêsirên wê bi wan destên xwe yên piçûçik paqij dike û dibêje:
-Bes bigirî xanim ka guhê xwe bide min bê ez ê çi bêjim ji te re. Ger bixwazî ez dikarim vî derdê te çareser bikim û dikarim bibim sebeb ji bo tu û Felek Beg bibin xwedî zarok. Dema Xelek Xanê van gotinan dibihîse çirûskeka rohnî dikeve çavê wê û dike ku ji kêfa bifire heta esîmanan:
-Ka bêje ji bo Xwedê! Tê çawa vê tiştê bikî, ka bêje? Perîya Xwezayî domand pêyva xwe:
-Ez ê toximeka ku heta niha te qet bi çavê xwe nedîtiye bidime te û tê vê toximê di nava axê de biçînî. Dema bû dar û fêkî dan, ji wan fêkîyên wê darê him tu him jî Feleg Beg divê hûn bixwun. Jixwe ev toxim toximek efsûnî ye, wê di nava heyvekê de bibe dar û fêkî bide we lê divê axa ku tu tê de biçînî axek bitaybet be! Mixabin ew jî tenê li serê Çiyayê Qedîm di bin hêlîna Teyrê Sîmûrg de heye. Bes tu behsa vê yekê ji tu kesê re nekî! Keybanûya me qedexe kiriye ku em hukum li ser qedera insanan bikin û xwe nîşanî wan bidin. Lê dilê min bi hêsirên te pir şewitî. Ji bo vê min xwest vê qencîyê bikim û te ji vê keserê xelas bikim.
Xelek Xan ji kêfan li ti derê bi cih nedibû. Rabû Perî xiste nav tilîyên xwe û ew gepên wê yên piçûk û narîn maç kirin. Perîyê destê xwe yê vala dirêjî Xelek Xanê kir û ji nişka ve toximekî piçûk di nava kefa destê wê de hat xûyanî. Ew xiste nava destê Xelek Xanê û berî hinek wê bibînin bilez firî ji taqa ode yê derket û çû. Xelek Xan li toxima nava destê xwe baş nêrît. Toxim ew qas piçûk bû ku bi zor bi çavan dihat dîtin. Di hişê xwe de got:
-Gelo wê çawa ev tişta bibe zarok? Ma ev mimkun e? Lê perî dê çima min bixapîne?
Jixwe neçar bû divê biceribîne û bibîne. Lê pirsgirêkek hebû dê Xelek Xan xwe çawa bigihîne Çiyayê Qedîm û dê çawa wê axê ji bin Têyrê Sîmûrg derxîne? Rabû tiştên qewimîn yek bi yek ji zilamê xwe Felek Begî re gotin. Felek beg şaş bû û mat ma, xwe bi xwe got:
-Gelo dibe ku Xanima min dîn bûbe ji qehiran? Yan jî dibe ku û ev tiştên dibêje rast bin?
Xelek Xanê çîroka xwe domand:
-Felek Beg divê ez û tu têkevin rê û biçin Çîyayê Qedîm û wê axê ji bin Teyrê Sîmûrg derxînin bînin. Felek Beg ne zêde bi bawer bû ji van tiştên qewimîn lê ji bo xatirê xanima xwe got erê û wê şevê hazirîya xwe kirin tûrê xwe avêtin pişta xwe û li hespên xwe yên kihêl siwar bûn ji gund derketin, berê xwe dan Çiyayê Qedîm.
Deh roj çûn, bîst roj çûn û meheka wan di rê de çû. Êdî westiyabûn û hal di wan de nemabû ku dîtin çîyayek serîbilind xuya kir. Serê wî ew qas bilind bû ew qas bilind bû mirov digot qey wê ezmanan qul bike. Serê çiyayî bi dûman der û dora wî jî hemî şên û xweşî bû. Xelek Xan û Felek Beg ketin heybeteke mezin li hember çiyayî û li nava çavên hev û du nêrîtin lê nedibû vegerin ji vê saetê pê ve. Gotin ya Allah û hespê xwe ber bi Çiyayê Qedîm ve ajotin. Bi zehmet û zorayî rêya wan bi dawî bû. Dema gihiştin serê çîyê li ber tiştê dîtin şaş bûn û mat man. Serê çiyê şên û şîn, dar hemî tije fêkîyên cûr bi cûr, şet û şelaleyên ji şîrê spî diherikîn, teyrên spî û reş li ser pişta hev teqil didan. Xelek Xan û Felek Begî di dilê xwe de gotin:
– Ev der bihûşt e gelo? Û ji nişka ve bi dengek bilind ketin heybetê.
-Gelo ev deng, dengê çi bû? Dibe ku yê Teyrê Sîmûrg be, got Xelek Xanê.
Felek Beg ji tirsa qidûmşikestî bibû, ket pîyê Xelek Xanê û meşa xwe domandin. Divîya bilez hêlîna Teyrê Sîmûrg bidîtina û ax têxistana tûrê xwe. Ew li pêş, hespên wan li paş çûn, çûn û hey çûn. Ji nişka ve dîsa heman deng hate wan. Vê carê hîn nêzîktir bû, ber bi cîhê dengî ve bi tirs û xof berdewam kirin meşa xwe. Hepkî din çûn, ji dûr ve teyrekî sor û sipî xuya bû ku perîkên wî weke stêrkên şevê dibiriqîn. Bejna wî bilind, stûyê wî dirêj û her baskekî wî bi qasî 15-20 qatê Xelek Xanê û Felek Begî bûn. Ew qas teyrekî xweşik bû ku mirov hişmetkar bû lê binêre.
-Belê ev Teyrê Sîmûrg e, got Xelek Xanê. Felek Begî destê xanima xwe girt û got:
-Ka hepkî vir de were ez ê biçim xwe bigihînim axa di bin hêlîna Teyrê Sîmûrg de û tûrê me tije bikim, lê divê tu neyê xanim. Dema te dît ku ez ketim talûkeyê û tiştek hat serê min, bilez li hespê me yê kihêl siwar bibe û vegere gundî.
Xelek Xanê dema ev gotin bihîstin hêsirên wê bariyan û got:
-Na! Na, Felek Beg ez nahêlim tu bi tenê bi serê xwe biçî, ez jî dê werim bi te re. Felek Begî wecê xwe tehl kir û got:
– Tê ji dûr ve li min temaşe bikî û ew qas xanim! Pêyv qut kir û ji Xelek Xanê dûr ket. Xelek Xan hêdî hêdî û bi dizîka bi şopa wî ket. Felek Begî dît ku darek bilind li nêzîkî hêlîna Teyrê Sîmûrg heye, çû rapelikî serê wê darê û xwe bi xwe got; “Dema teyr ji hêlîna xwe bifire ez ê jî xwe ji ser vê darê berdim hêlîna wî û tûrê xwe tije ax bikim û bilez biçim ba Xelek Xanê. Hema wê kêlîkê Teyrê Sîmûrg ji nişka ve firî û ji hêlînê çû. Dema Felek Begî dît ku ew çû hema bilez xwe berda ser hêlîna teyrî. Çi bibîne! Hemî der û dorên hêlînê, zêr û zîv û yaqût bûn. Felek Begî qet berê xwe neda wan û bilez û bez dest bi tijekirina axê kir. Divê berî teyr were ew ji hêlîna teyr derbikeve. Tûrê xwe tije kir û tam avêt ser pişta xwe, wê ji hêlîna teyr derkeve nigê wî di nava şaqên zihabûyî de asê bû. Çi kir û nekir nikarî xwe xilas bike. Te digot qeynigê wî hatiye girêdan bi wan şaqan. Hîn li ber xwe dida ku sîyek mezin li ser serê wê çêbû.
Weka ku dinya ji nişka ve bibe yek perçe qursek ewr. Dema serê xwe bilind kir çi bibîne! Teyrê Sîmûrg bi hemî heybet û bedewîya xwe li ser serê wî sekinîbû, li Felek Begî dinêrît. Felek Beg pir tirsiya lê êdî tişta ku bike tunebû. Teyrê Sîmûrg pir aciz bûbû ji vî mêvanê bêhisab. Tew ku dît tûr li piştê tije ye, got ev mirova hatiye dizîya min û hema nikilê xwe yê zirav û dirêj li ew şaqê li nigê wî gerandî xist û avêt û Felek Beg xiste nav pençên nigê xwe û firîya çû ji hêlînê. Xelek Xan ji dûr ve hemî bûyer temaşe kir û dema dît Teyrê Sîmûrg Felek Beg xiste nava pençên xwe û bir, li wir qêriya û girîya. Nekarîbû ew bihîşta û biçûya, divê tiştek bikira. Ji navberê çend deqe derbaz bûn, dît ku Teyrê Sîmûrg vegerîya. Xelek Xanê çavên xwe li Felek Begî gerand lê nedît. Teyr bi tena serê xwe vegerîyabû. Felek Xan pir xemgîn bû û got, “çi dibe bila bibe” û çû ser hêlîna teyrî.
Teyrê Sîmûrg di nava hêlîna xwe de cihê xwe xweş dikir ku ji nişka ve dît însanek li hember hêlîna wî disekine. Ev Xelek Xan bû. Xelek Xanê dest bi axaftinê kir:
-Ey teyrê mezin û bedew, ka hêrs nebe û li çîroka min guhdar bike ji kerema xwe re.
Teyrê Sîmûrg matmayî li Xelek Xanê nêrît. Xelek Xanê xwe bi xwe got; “Ecêb, teyr min fêm dike gelo? Û teyrî jî bersiva wê da:
-Belê xanim ez te baş fêm dikim. Xelek xan li hemberê dengê teyrî qidûmşikestî bû. Ew qas dengekî bilind û xweş bû ku mirovî dixwest tim li dengê wî guhdar bike. Xelek Xanê dest bi axaftinê kir û çîroka xwe yek bi yek ji Teyrê Sîmûrg re vegot û paşê got, “Ji kerema xwe re ez hêvî û rica dikim me efû bike û zilamê min Felek Beg te biribe ku derê, wî dîsa bîne ba min.”
Teyrê Sîmûrg dema li çîroka Xelek Xanê guhdarî kirî xemgîn bû, ji bo wê. Hezkirina wê ya li ser Felek Begî jî bandor kir li ser teyrî. Got:
-Min Felek Beg bire serê lûtkeya Çiyayê Qedîm, çimkî ew bêhay ketibû hêlîna min û min got qey dizîya min dike lewma ez hêrs bûm û min ew bir danî ser wê derê lê dema tu hatî û te meseleya xwe kir çîrok û got, min fêm kir ku Felek Beg ne diz e.
-Ka bise li vê derê xanim, ez ê Felek Begî bînim ba te. Xelek Xan pir kêfxweş bû û hêsirên xwe paqij kirin. Hîna wext bi ser neket ku dît teyr vedigere û tiştek di nava pençan da ye. Belê ew Felek beg bû. Teyrê Sîmûrg Felek Beg hanî û danî ba Xelek Xanê. Felek Beg ji tirsa zer û spî bûbû.
Teyrê Sîmûrg got:
-Felek Beg bibore min got qey tu hatiyî dizîya min bikî. Gelek mirov hatin vê derê, hemî jî ji bo dizîya zêr û yaqûtên min bû. Lê dema Xelek Xanê tiştên bi serê we hatîn gotin ji min re, fêm kir ku hûn ne mirovên xerab in lewma ez we efû dikim û tiştê xerab nakim bi we.
Nikêlê xwe li tûrê derveyî hêlînê ketî xist û peyva xwe domand:
– Bibin bera ev axa jî diyarîya min be ji we re. Xelek Xan û Felek Beg ew qas kêfxweş bûn ew qas kêfxweş bûn ku dikirana ji kêfa bifirin. Spasîyên xwe pêşkêşî Teyrê Sîmûrg kirin û li hespên xwe yên kihêl siwar bûn, berê xwe dan gundê xwe. Şev çûn, roj çûn, meh çûn û gihaştin gund xwe. Hemî gundî ketibûn meraqa wan. “Gelo ev çend heyv in ev li ku derê bûn?” Wan ji gundîyan re digotin em çûbûn gerê û peyv qut dikirin.
Dema gîhaştin mala xwe û tûrê xwe ji ser pişta xwe danîn, çi bibînin! Binê tûrî qul bûbû û axa di tûrî de di rê de rijîyabû. Hema hew çengek ax tê de mabû. Gelo ev ax wê kêrî wan toximan bihata? Xelek Xan û Felek Beg pir xemgîn bûn lê êdî tiştekê bikin tunebû. Wê biceribandana bê ka çi dibû. Xelek Xanê girt ax vala kire di guldankê de. Toxim jî xiste nava axê û bû şev çû raza. Serê sibehê dema ji xew şiyar bûyî dît ku toxim şên hatiye, bûye kûlîlkek bedew. Rabû tevî axa wê, ji guldankê derxist û li bexçeyê xwe çand. Çend roj û çend hefte derbaz bûn û ew kulîlk bû dar û fêkî da. Xelek Xan roja ku dît dar fêkî daye bilez û bez gazî Felek Begî kir û ew ji xewê şiyar kir. Darê, fêkîyên pir xweşik û ecêb dabûn. Xelek Xanê ew yek bi yek dan hev û birin malê.
Ew û Felek Beg ketin ser fêkîyan û hemî xwarin, paşê ji dua kirin ku Xwedê zarokekê bike nesîbê wan. Di ser re çend heyv derbaz bûn ku Xelek Xanê dît zikê wê mezin dibe. Fêm kir ku bi halkî ye û wê ew jî êdî bibin xwedî zarok. Xelek xan û Felek beg ji kêfa têk firîn. Xelek Xanê got:
– Ger keçeka min çêbibe ez ê ji bo xatirê wê Perîya Xwezayî navê keça xwe deynim Perî. Ger law be jî ji bo xatir û alîkarî ya Teyrê Sîmûrgî ez dê navê wî deynim Sîmûrg. Aqil nagihêje kar û barê Xwedê. Xwedê cotikek da Xelek Xan û Felek Begî. Cotikê wan yek keç û yek jî law bû. Navê ya keç danîn Perî û navê yê law jî danîn Sîmûrg.
Wê şevê Xelek Xan û Felek Beg ji bo xatirê zarokên xwe şahî û zîyafet danîn, qurban ser jê kirin û şêranî belav kirin. Perîya Xwezayî di nava wan de kêfxweşîya wan bi dizîkî pîroz dikir û Teyrê Sîmûrg jî li ezmanan bi aramî li kêfxweşî ya wan temaşe dikir. Çîroka me li vir qedîya. Hezar rehm li ser sax û mirîyan.