Çîyayê Cûdî yê ku rêwîtîya Nûh lê qedîya û jîyan ji nû ve ji wî çîyayî ji me re hat bexşandin, di van rojan de şahidîyê dike ku ew jîyana ji me re bexşandî çawa di encama van şewatan de ji destê me tê derxistin. Daristanên me beşeke girîng a mirovahî û jîyanê ne. Bi şewata ku li Çîyayê Cûdîyê dest pê kir bi dehan hektar erd şewitî. Her wiha ev şewat ne ya yekem bû, par jî li Çîyayê Cûdîyê şewat derketibû û zîyanek mezin gihandibû.
Hemû helwestên me yên li hember xwezayê rasterast bi jîngeh û mafê jîyanê ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê vemirandina van şewatan bi lez û bez hem ji bo pêşîgirtina wêrankirina xwezayê û hem jî ji bo jîngeh û mafê jîyanê rêz û hurmetek e. Tevî ku aktîvîst û rêxistinên hawirdorê bang û bertekên xwe anîn ziman ku ji ber tehdîdên wekî germahîya global û qirêjîya hawirdorê pergala ekolojîk di xetereyê de ye jî, lê li Cûdî, Licê û Akbelenê qutkirina daristanan didome. Ev rewş weke delîlên şênber ên sûcekî sîstematîk a li dijî xwezayê ye.
Em dikarin bi kampanyayên ku em dê li ser medyaya civakî bidin destpêkirin, ji bo polîtîkayên têkoşînê di her mijara ku têkoşîna rêxistinbûyî de girîng e, bi taybetî jî agirê Cûdî, em dê dengê xwe bidin bihîstin. Daxwazname û hashtagên serhêl dikarin daxwazên mirovan bikin yek, ji bo şerkirina agir bêtir çavkanî û çareserîyê dixwazin. Çalakîya dîjîtal xwedî wê hêzê ye ku civakan bîne cem hev û di şerê li dijî şewatên daristanan de hevgirtinê zêde bike. Bi afirandina komên civakî yên li ser platformên serhêl, em dikarin mirovan teşwîq bikin ku bi agahdarîya nûjen a li ser şewatê tevbigerin û jimara kesên ku bi hev re dixebitin ji bo şerkirina agir zêde bikin.
“Resisto ergo sum!” (Ez li ber xwe didim, nexwe ez he me !)
Çalakîya ku êdî tenê bi dirûşmeyên kolanan re sînordar namîne, dikare ku klavye û ekranên destan yên me li gel platformên dîjîtal bibin amûrên guhertinê. Nivîsandina posteke blogê, şandina li ser medyaya civakî, îmzekirina daxwaznameyên elektronîk an bi tenê hişyarkirina hevalek jî dikare bandorek girîng hebe. Di forma xweya herî hêsan de, çalakîya dîjîtal armanc dike ku platformên serhêl ji bo guhertina civakî û sîyasî bihê bikaranîn. Mesela, me hemûyan kampanyaya ‘’Ice Bucket Challange’’ ya ku di sala 2013an de dest pê kir, bihîstîye û tê de mirov ji bo nexweşîya ALSê satilek qeşayê davêjin serê xwe. Ev kampanya mînakek pir girîng a aktîvîzma dîjîtal e. Gel, bi rêya platformên civakî hewl da dengê xwe bide bihîstin û serkeftinên mezin bi dest xistin. Divê were zanîn ku aktîvîzma dîjîtal tenê bi klavyeyê namîne! Aktîvîstên dîjîtal jî di cîhana rastîn de pêşengîya çalakîyan dikin. Daxwazname û bangên serhêl wekî hêzekê seferber dibin da ku dakevin kolanan û ji bo guhertinek rastîn bibin yek. Ev bangên çalakîyan hêza danûstendinên medyaya civakî bi kar tînin da ku di cîhana fîzîkî de guhertinên rastîn biafirînin. Em dikarin vê hêzê bi dengê Cûdî û di warê gelek sûcên ekolojîk ên bi vî rengî de bi kar bînin.
Têbinî: Ji alîyê Baran Guven û Cansel Devecî hat amadekirin.
#CûdîDişewiteDengBide
#CudiyanıyorSesVer
Çavkanî:
1.Taşkıran, Hatun & Mengü, Murat. (2019). Dijital Aktivizm Üzerine. Der Yayınları.
2.Tani, Esra. (2018). Yeni Toplumsal Hareketler ve Dijital Aktivizm: Çevreci Sivil Toplum Kuruluşlarına Yönelik Bir Araştırma. İstanbul Üniversitesi, İstanbul, Türkîye.
3. https://yesilgazete.org/dijital-aktivizm-mi-aktivizm-mi-ozgur-uckan/
4.https://artigercek.com/guncel/cudi-dort-gundur-yanîyor-mudahale-edilmesine-izin-verilmîyor-sistematik-eko-259527h
5. https://www.iklimhaber.org/cudideki-yangin-4-gununde-devam-edîyor/