Cristiano Ronaldo Studyoya Fîlman ava kir! Stêrkê futbolê Ronaldo û derhênerê hoste yê sînemayê Metta Vaughn hêza kirin yek, destê yek girtin û vêkre studyoyeka fîlman ava kirin.
Lîstikvanê talanê (futbol) yê navdar Cristiano Ronaldo û yek ji navên bihêz ên sînemayê Matthew Vaughn, bi navê UR•Marv studyoyeka fîlman a serbixwe ava kirin. Vê şirîkatîyê werziş û Hollywood anî cem hev û hate armanckirin ku bi teknolojîya modern xizmetê bikin û di heman demê de jî rêzê ji fîlmên edetî re bigirin.
Fêkîyên yekem ên studyoyê di demek kurt de hatin standin. Hêj niha di bin banê UR•Marv de du fîlm hatine fînansekirin û produksuyona wan hatîye timamkirin. Fîlmê sêyemîn jî niha di qonaxa sererastkirinê de ye. Hemû fîlm girêdayî hemî serîyalê ne û tê çaverêkirin ku hûrgilîyên der barê hûnandina yekem de bêne ragehandin.
Cristiano Ronaldo, xwe ji sehayên şîn berda nav sehayen sînemayê û jîyana karsazîyê hestên xwe anîn zimên û got, “Ev serdem ji bo min gelek kelecanîdar e ku min xwe avête jîyana kar.” Vaughn jî der heqê Ronaldoyî de hestên xwe weha gotin, “Wî li sehayê hindek çîrok nivîsîne û derbazî rastîyê kirine ku ez qet nikarim wan binivîsim. Niha ez bi kelecaneka mezinli bende me ku bi wî re fîlmên hêja çêbikim, ew lehengekê rastî yê mezin e.”
Matthew Vaughn, wekî derhênerê fîlmên “Layer Cake”, “Kick-Ass”, “X-Men: First Class” tê nasîn. Vaughn bi rêzefîlmê xwe yê bi navê “Kingsman” di sinemaya aksîyonê de cihekê taybet heye ku di sala 2014an de dest bi vê rêzefîlmê kiribû û rastî eleqeyeka mezin hatibû. Dîse di sala 2024an de li gel lîstikvanên sereke Henry Cavill û Bryce Dalla bi fîlmê “Argylle” bal kêşabû ser xwe. Her weha du fîlmên Kingsman yên vî derhênerî di rêyê de.
Ronaldo di warê veberhênanên medyayê de bale dikêşe ser xwe. Ronaldo di sala 2023yan de veberhênanek li ser koma medyayê ya Portekîzê Medialivre’yê kiribû, di sala 2024an de kanala xwe ya YouTube’yê UR Cristiano” vekiribû. Ev kanal hindek naverokê taybet û anektodên kesayetî pêşkêşî heyranên xwe dike û ev yek nîşaneyeka heza û daxwaza wî ye ku di medyaya cîhanî de zindî bimîne.
Teşebusa UR•Marv, kêm zêde nişan dide ka Ronaldo dixwaze karîyera xwe ya talane çawa bi rê ve bibe. Dixwaze qadî sehayê mora xwe li pişt perdeyê jî bide!