“Qey min sêva sor şandiye pey te”
Ez bawer im ev gotin gelek caran hatiye guhê we an jî we teqez li cihekî nivîskî xwendiye. Dibe ji kilamên dengbêjan û ji guhdarîya çîrokan bîhistibe. Piranî ji bo acizîyê û bertek nîşandanê tê gotin. Bo mînak; wexta mêvanek bêyî xwesteka xwedîyê malê hatibe bûbe mêvan û ser de jî nazîyan bike gotina sereke ya tê gotin ev e. Ya din; gava li cihekî civatek kom bibe, yekî din ji derve were nava wê komê û hatina xwe li ser bike minnet dîsa ev gotin tê gotin.
Pekê bingeha vê gotinê yanê şandina sêva sor ya li pey merivan ji ku tê û girêdayî kîjan kevneşopîyê ye? Nivîskar û dengbêj Ahmedê Mirazî( Ahmedê Şewêş) di pirtûka xwe ya bi navê “Bîranînêd Min ” de wiha qala vê kevneşopîyê dike: “Wî çaxî topayî sêv bûn, sêvek ber merivan datanîn, digotin “Kerem ke tu teglîfê dewatê yî”. Ji merivên lape mezin ra jî yek qend (kele) şekir dibirin li pêşîyê datanîn. Lema jî heta niha jî di nava cimaetê da gilikî aha heye, dibêjin “Oro, tu dibêjî qey min sêva sor şandiye pey te “.
Ahmedê Mirazî ji Giyadîna navçeya Agirîyê ye. Ji gundê Tûtekê. Ew gund wî çaxî nîvek musluman nîvek êzidî bûne. Ew salên behs dike derdora salên 1914- 1918an xuya dike. Ew gund piştî salên 1918an belav dibe. Gundîyên êzidî li civata ermenîyan digirin diçin Rewanê, yên musluman jî berê xwe didin Wanê. Piştre dîsa hîn malbat li vî gundî cih û war û gund dibe xwedîyê niştecih. Ahmedê Mirazî jî ji malbateke êzidî ye ku berê xwe daye Tiflîsa Gurcistanê… Dibe hûn bêjin te çima evqas behsa Ahmedê Mirazî kir. Sedem zanebûna Mirazî ya çand û kevneşopîyan e.
Em vegerin mijara xwe, wekî Ahmedê Mirazî jî nîşan kiriye ev sêva sor nîşana teglîfatîyê ye, ango ya vexwendina ji bo dewatan e. Çimkî nehatina dewatan çiqas şerm bûya, teglîf nekirina gundîyan jî qasî wê eyb dibû. Eger tu yekî teglîf nekî ew tê wê maneyê ku tu jî wî hez nakî û naxwazî ew tevê civata te be. Lê teglîf kirin û şandina sêva sor nîşana qîmetdayînê ye.
Çima sêva sor? Çimkî sêva sor di çanda kurdan remza hezkirinê ye. Nîşana ji dil hebandinê ye. Mînak; sêvên berê tîlim tîlim dikirin, didan destê zavê, zava jî xwe dida ser şêmîkê û sev li serê bûkê dixist jî sor bûn. Sor jî nîşana hezkirinê ye. Hêj niha wexta kurd bixwazin ji kesên ew jê hez dikin re sêvan bikirin, heta ji destê wan tê sêvên sor distînin.
Mixabin ew kevneşopî îro nemaye. Qasî tê bîra min wê kevneşopîyê cihê xwe da teglîfên destevala. Yanê ji mala xwedîyê dewatê du kes li nava gund digeriyan bi devkî silava xwediyê malê ji wan re digotin û ew teglîf dikirin. Niha ew kevneşopî jî nemaye; şûna sêvên sor davetîyeyên kaxiz man, şûna bergerandina derîyan jî vekirina telefonê û şandina fotografên davetîyan yên bi rêya whatshapê man. Hetta hîn kes wê jî nakin, tenê di storyên xwe yên hesabên medya civakî de parve dikin. Êdî kî were kî neyê bi dilê xwe ye. Welhasil, em ji sêva sor hatin storyan. Axirî bi xêr…