• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Cureyên Xwarinên Alternatîf

Cureyên Xwarinên Alternatîf
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Her çend vegan, vegetaryan, pesketaryan û fleksîtaryan bi gelemperî li hevûdu bêne tevlihevkirin jî, pêdivî ye ku mirov bizane ku ew hemû jî xwudanê taybetmendîyên cuda ne. Lê xala hevpar ew e ku ev armanca wan hemîyan jî nêzîkî hev e û heta ji deste wan bê ew xwe ji fişar û zilm û zordarîya li ser heywanan didin paş, xwarin û vexwarinên ji heywanan çêdibin naxwazin, cil û bergên ji heywanan çêdibin li xwe nakin  û vê yeke ji xwe re dikin felsefeya jîyanê. Di vê nivîsê de, em ê cûdahîyên di navbera van celebên xwarinê yên nêzîkî hev destnîşan bikin.

Vegan Çi ye?

Berî her tiştî, dema ku em bere xwe didin wateya binekoka peyva veganê, em dizanin ku koka peyvê vedigere peyva vejetaryenê anku sebzeyê. Peyva vegan ji tîpên yekem û paşîn ên peyva vejetaryenê (vegertarian) pêk tê, di encamê de peyva veganê derdikeve holê.

Bi qasî tê zanîn, ramana veganîyê (veganîzm) yekem car ji hêla Donald Watson ve ku yek ji damezrînerên Civata Vegan e, di sala 1944ê de hatîye pêşkêşkirin. Dema ku Watson peyva vegan xiste nav edebîyatê, weha pênase kir: “Veganî rêya rakirina her cure îstîsmar û zilma li ser cîhana heywanan e û xwedîderkeitna wan e. Ev yek bi xwedûrxistina goşt, masî, mirîşk, hêk, hingiv, şîrê heywanan û jêderkên wan, jîyîna ji berhemên cureyên nebatan û bikaranîna alternatîfên hemî tiştên bazirganî ku bi tevahî an jî beşek ji heywanan têne hilberandin, tê piratîzekirin.”

Di vî warî de, heke hûn meraq bikin ka veganek çi naxwe, em dikarin bêjin veganek hemû ew xwarinên ji heywanan çêdibin red dike û naxwe.  Hemî xwarinên heywanan bêîstîsna têne red kirin, ji goştî bigire heta hêkan, ji şîrî bigire heta xwarinên deryayê, ji hingivînî bigire heta nivişkî. Gelo vegan çi dixwin?

  • Şînkatîyên wek îspenax, şoqilik, kelemê reş, brokolî, maş û fasûlî, nok, nîsk, fisteq û kuvark derdikevin pêş ku ew proteînên bi goştî nayên bidestxistin, dide mirovî.
  • Veganên ku hewcedarîyên xwe yên çîkolatayê bi çîkolatayên tehl yên bêşîr peyda dikin, dikarin li şûna hêk ardê soya, li şûna şîrê heywanan şîrê gûza hindê û li şûna nivişkê rûnê zeytûnan bi kar bînin.
  • Ne tenê di xwarin û vexwarinê de; Vegan, ew cilên ji hilberîna heywanan têne çêkirin nakin ber xwe.
  • Her weha vegan, wan pargîdanîyên (şirket) kozmetîkî yên ku hilberên xwe li ser heywanan diceribînin jî tercîh nakin.

Vejetaryenî Çi ye?

Peyva vejetaryen (vegetarian) wekî “goşnexwer” tê pênasekirin. Di vî warî de ji kesên ku goşt û berhemên goştî naxwin re vejetaryen tê gotin. Cudahîya sereke di navbera vejetaryen û veganî de ev e lîye vejetaryenîyê de, goşt û hevalên goştî di navnîşana qedexe de ne. Lêbelê, xwarinên din ên heywanan ên wekî hingiv, şîr û penîr dikarin werin xwarin.

Li lîye din vegan, bê îstîsna çi xwarinên heywanan naxwin. Wekî din, kincên ku hilberên heywanan bi kar tînin û markayên kozmetîkî yên ku hilberên xwe li ser heywanan diceribînin vegan bi kar nayînin. Cudahîya di navbera her duyan de bi gelemperî bi vî rengî ye.

Wekî din, vejetaryeî li çar koman tê dabeşkirin:

Ovo vejetaryen: Hêkan dixwin lê şîr û heywanan naxwin.

Lacto vejetaryen: Hêk û berhemên ajalan naxwin, bes şîrî dixwin.

Pesko vejetaryen: Cureyên goştî naxwin, lê masî û berhemên masîyan dixwin.

Lacto-Ovo vejetaryen: Ev koma vejetaryenan a herî belav e. Berhemên şîrî û hêkan dixwin, lê goştê heywanan naxwin.

Pesketeryan Çi ye?

Li gorî ferhenga Merriam-Webster, wateya peyva pesketeryanê vedigere sala 1993 û pênaseya wê jî weha ye: “Kesê ku ji bilî masîyan goştî nexwe nav xwarina xwe.” Anku pesketeryan; di nav koma goştî de bi tenê xwarinên deryayî dixwin. Pesketeryan, bi gelemperî wek
 celebekê vejetaryenê tête hesibandin, bi tevahî xwarina goştê spî û sor, sûcûk – salam – sosîs û pastrameyê red dike. Ew dikarin rûnên nebatî, hilberên taştê, şîr û hilberên şîrî, dexil û biharatan bixwin.

Fleksîtaryenî Çi ye?

Di dawîyê de, werin em bersiva pirsê bidin ka fleksîtaryenî (flexitarian) çi ye. Ev têgîn di encama berhevkirina peyvên “flexi” ku tê wateya “nerm-qayîşok” û vegetarianê derketîye holê. Ji ber vê sedemê, ji fleksîtaryenî re dikare wekî vejetaryayên nerm jî were gotin.

Kesên ku dixwazin xwarina xwe ya ji xwarinên heywanan kêm bikin lê di vê yekê de rastî dijwarîyê tên, rêbaza xwarinê ya fleksîtaryenîyê hildibijêrin. Fleksîtaryenî, bêyî ku dev ji xwarinên heywanan ên wekî goşt û kifteyan berdin, bi giranî li ser sebze, fêkî û dexilî dijîn, di vî warî de xwedan rêzikên hişk nînin. Di fleksîtaryenîyê de balkişandina ser bêtir sebzeyan – fêkî û fêkîyan, li şûna hilberên heywanan li ser proteîna di nebatan de, xwarina dem bi dem goşt û hilberên heywanan, kêmkirina şekir û şirînîyên rafîner û hewildana vexwarina cûreyên herî xwezayî yên xwarinê vedihewîne.

Di qonaxên pêşkeftî yên parêzê de, hûn dikarin hefteyê 3 heta 4 rojan veguherînin xwarina vejeteryan. Bi kurtî: Xwarina goştî di fleksîtaryenîyê de bi tevahî nayê rakirin, lê hin rêgez hene li ser ka çi qas dikare were xwarin. Mînak yek ji wan: Kesên ku nû dest bi fleksîtaryenîyê kirine dikarin hefteyê du rojan dev ji xwarina goştî berdin. Di asta dawîn a fleksîtaryenî de, hefteyê 5 rojan bêyî xwarina goştî derbaz dibe.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.