• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ÇAND

Dengê Duhî, Beat’a Îro: Têkelbûna Dengbêjîyê û Muzîka Elektronîk

Dengê Duhî, Beat’a Îro: Têkelbûna Dengbêjîyê û Muzîka Elektronîk
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Muzîk, bi pêşketinên teknolojîk her tim ji nû ve tê pênasekirin. Muzîka elektronîk, yek ji qadên herî dîyar ên vê veguherînê ye, ne bi tenê cureyek e, di heman demê de awayekê hilberîn, belavkirin û vexwarinê ye. Di vê çarçoveyê de, karanîna kilamên dengbêjan ên ku yek ji damarên herî giring ên çanda devkî ya kurdan e, di muzîka elektronîk de, hem wekî veguhastina çandî hem jî ji alîyê dînamîkên pîşesazîya muzîka hemdem ve mînakeka krîtîk pêşkêş dike.

Dengbêj, bêjerên dîroka devkî ya civaka kurdî ne. Kilam; evîn, şîn, berxwedan, koçberî û hêmanên bîranîna civakî dihewîne. Ji ber vê yekê kilam ne bi tenê muzîkal in, di heman demê de arşîveka sosyoçandî ne. Pêvajoyên modernîzebûn, bajarvanîyê û koçberîyê, veguherîna vê kevneşopîyê neçar kirîye. Teknolojîyên qeydkirinê, dîjîtalbûn û muzîka elektronîk, vê bîranînê di çarçoveyên nû de ji nû ve belav dike. Gelek muzîsyenên ku muzîka elektronîk hildiberînin, bi taybetî bi rêya samplingê, dengên dengbêjan di parçeyên elektronîk de bi kar tînin, lê belê rexne digirin ku ev demode ye, hilberîneka orîjînal nîne. Berî ku em li ser van rexneyan biaxivin, em nêzîktir li sedem û encamên karanîna van dengên ji paşerojê di muzîka elektronîk de binêrin.

Muzîka elektronîk bi giştî li ser teknîkên pêvajoya dengê dîjîtal ên wekî sampling, loop, remîksê ava bûye. Ji ber vê yekê, karanîna tevahîya berhemekê an jî beşeka wê di parçeyekê nû de, di siruşta vî cureyî de heye. Ev beş car caran wekî xwe, car caran jî bi efektên cihêreng têne manipulekirin û bi dengên dîjîtal re têne entegrekirin. Dengên dengbêjan jî bi gelemperî bi efektan têne manipulekirin û li ser ritmên elektronîk têne belavkirin. Struktura azad a van melodîyan bi pergalên beatên birêkûpêk ên muzîka elektronîk re têkel dibin û ruhekê nû dide muzîkê û yên ku ne guhdarên muzîka elektronîk in jî dikişîne nav ritmê. Struktura statîk ya muzîka elektronîk bi vokalên bandorker re têkel dibin û qatên hestyarîyê yên kûr diafirîne. Guhdar dema ku berhemeka nas di nav dengên elektronîk de dibihîze, eleqeyeka mezintir dide û wê zêdetir li lîsteyên muzîkê zêde dike. Ji alîyê guhdaran ve, têkelbûna kilamên dengbêjan bi muzîka elektronîk, berî her tiştî bi bandora nakokîyeka estetîk tê ravekirin.

Struktura ritmîk a azad a vokalên dengbêjan û tundîya hestyarî ya bilind, dema ku bi beatên birêkûpêk ên muzîka elektronîk û tevna dengê mekanîk re têkel dibin, hem ezmûneka xerîb hem jî balkêş diafirîne. Guhdar, bi vê nakokîyê, rû bi rû dimîne bi cîhaneka dengan re ku ji adetên vexwarina rojane wêdetir diçe. Di heman demê de, ji nû ve bihîstina melodîyên ku di bîranîna çandî de cih girtine di çarçoveya elektronîk de, hesteka nostaljîk a nasînê jî teşwîq dike. Di vê çarçoveyê de bandor, ne bi tenê muzîkal e, her weha di asta bîranîn û nasnameyê de jî fonksîyonel e.

Li gel vê yekê, rexne tên ku hilberînên mijarê ji orîjînalîyê dûr in an jî kevneşopîyê xerab dikin. Nebaşîya van rexneyan, bi eslê xwe ji paşguhkirina mantiqa hilberîna muzîka elektronîk tê. Ji ber ku teknîkên wekî sampling, loop an remix, ne bi tenê bijardeyeka formel a muzîka elektronîk e, her weha hêmanên damezrîner in. Ji ber vê yekê, ji nû ve pêvajokirina kilamên dengbêjan di vê çarçoveyê de, wan kêmqedr nake, bereksê wê wan digihîne asteka estetîk a cuda. Xala ku rexne zêde dibin, ew e ku fonksîyona wan a li ser bîranîna çandî paşguh dikin û wan tenê wekî “dubareyeka hêsan” bi cih dikin.

Beşdarîyên ku ev ezmûnên muzîkal pêşkêş dikin piralî ne. Berî her tiştî, bi belavkirina kevneşopîya devkî di mecrayên modern de, fonksîyona arşîvê pêk tîne. Her weha, di navbera nifşên ciwan û bîranîna çandî de navbeynkarîyê dike û di heman demê de vê bîranînê digihîne qada muzîka elektronîk a cîhanî. Ev rewş hem xuyangîya çanda herêmî zêde dike hem jî di navbera cureyên muzîkê yên cuda de qadên têkelbûnên afirîner vedike. Li vir qada afirîner, ne bi tenê îmkanên kombînasyonên dengên nû ye, di heman demê de wekî zemîneka estetîk e ku nasnameyên çandî yên cuda bêyî ku di gotina “otantik” de asê bimînin, dîyalogê ava bikin, jî giring e.

Di encamê de, têkelbûna kevneşopîya dengbêjan bi muzîka elektronîk, divê ji nîqaşa “nakokîya kevn-nû” ya rûerdî wêdetir were dîtin. Ev cure hilberîn, ew pratîk in ku hem domdarîya bîranîna çandî pêk tînin hem jî potansîyela afirînerîya pîşesazîya muzîka hemdem fireh dikin. Beşek ji rexneyan, her çi qas li rîskên çarçoveyî yên di van hilberînan de îşaret bike jî, li şûna helwesteka bi temamî redker, pêwîst e ku îmkanên hunerî û çandî yên ku vedikin bi awayekê berfirehtir were dîtin.

Dilşah Kaymaz

Dilşah Kaymaz

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.