• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ÇAND

Dengekî Wendabûyî : Serap Sonmez

Dengekî Wendabûyî : Serap Sonmez
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Dengek, newayek, bêyî ku xaka jê çêbûyî hay jê hebe, di nav wan çîya û dol û newalên bikok û bibingeh da wekî çirûskekê, wekî lawînîyekê, wekî xweşiktîyeke veşartî belav dibe. Bi her awayî hêmayên ruhîyeta Dêrsimê, heybeta qêrîna Mûnzûrê ji dûr ve xwîya dibe di sekna dengê “Serap Sonmez”ê de. Serap, ji salên nodî heta destpêka du hezaran di nav çend komên kurd da  cîh digire û bi taybetmendîya dengê xwe ji bo hunera kurdî pêngavek ezamet avêtîye, kêlîyeka girîng lê zêde dike û gelek kesan dike muptelayê dengê xwe. Herî zêde jî bi klîba xwe ya bi navê “Rindê” wek tiştekî tekane ji hunera kurdî re dike mînakeka xwedî esil. Bawer im kesên wek min zarokatîya wan bi vî dengî derbas bûye û kesên ku ev deng hîskirî piranî dê heman awayî bifikirin.

Ez her gava ku guhdarî lê dikim û li ser difikirim bêşik, bi van fikir û hizrên xwe qayîl dibim. Kêm dengan heta niha qasî dengê Serap Sonmezê wisa têr û kûr tesîr li ser min kirîye. Her gava dengê wê tê guhê min, hestek cuda dikeve dilê min û bêhemdî xwe kelogirî dibim.

Hemû xweşî, nexweşî û dînîtîyên zarokatîya min di ber çavên min re derbas dibin. Pênaseyek lê nayê kirin… Pêjna wê bi saetan di dil û mejîyê mirovî de deng vedide. Di heman kêlîyê de nizanim mirov dikeve nava çend hest û fikaran. Bi tesîrkerîya dengê wê, gîyanê vê xakê, aqil û hemû bedena mirovî bixwe ve dipêçe, zevt dike û hişên mirovî bi bayê xwe re, ber bi bihuşteke cuda ve dibe û çend giriftên jiyana mirovî, li ber çavên mirovî di sêwirîne!. Dengê wê, wek şorereşgerekê/î, weka soyeka bi keskesor hevrêtîyê dike bi hêza vîna jîna mirovî re.

Di destpêka salên du hezaran her çiqas di nava çend projeyan da cîh girtî be jî Serapê, piştî wan çend projeyan, ew dengê wisa xweştirîn û bê hevta dûr ket ji me û mixabin em ji wê sewtê man bêpar û xalek ji muzîka kurdî kêm bû. Belkî kurdan qîmeta hunera wê nezanî be, belkî hê jî  haya wan ji vê wendabûnê nebe lê Serapê jî guh neda banga hezkirî û hezmetkarên xwe û qasî em dizanin dev ji muzîkê berdaye.

Hêvîya gelekan ji me ew e ku rojekê Serap rahêje gîtara xwe û bi dengê xwe yê zîz, bi porê xwe yê kurt û spîlî, qêr bike Qîza Helebçe yan jî Sînêyê; bîrewerîyên me li ber çavên me zindî bike û dil û rûyê me geş bike.

Cahîde Atilgan

Cahîde Atilgan

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.