Çalereş bi teorîyeka nû dîse di rojevê de ne ku li gor vê teorîyê di navenda çalereşan de yekjimarî nîne. Model, dibêje li navendê têkçûna feza-zeman sekinîye.
Li gor teorîya nû ya fizîkê der barê çalereşan de, ew zagonên fizîkê yên dihatin hizirîn ku di navenda çalereşan de cih digirtin, êdî çalakîya xwe wenda kirîye û dijberîya yekjimarîyê (singularity) dike.
Zanyar arguman dikin ku dibe ku ev yekjimar bi rastî nebin jî. Bi vê helwestê, tê armanckirin ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ku bandor li ser teorîya dîtbarî ya giştî ya Albert Einstein kiribû, bê çareserkirin.
Li gor lêkolîna ku kovara di Physics Letter B hatî weşandin, bi modîfîyekirina denklema qadî ya Einstein ji hêka zanyaran ve, feza-zeman hatîye tewandin û li van herêman erdkêş li guherandina reftaran hatîye sazkirin. Wehareng ew nuqteya tîrbûna bêdawî (yekejimarî) ku di navenda çalereşan de dihat hizirîn bi herêmeka dî ya biryardar û statîk tê guhertin.
Robie Hennigar ji Zanîngeha Durhamê dibêje, “yekejimarî, yek ji beşên herî nihênî û kêşedar ên çalên reş e. Li vê derê çi wateya feza û zemanî namîne.” Li gor Hennigarî di vê modele de hilweşîna feza-zeman disekine û di navendê nakeve ser hev, cihekê statîk çêdibe.
Pablo Antonio Cano Molina-Niñirola ji Enstitûya Zanistên Qozmosê ya Zanîngeha Barselonayê dibêje, “Teorîya dîtbarî ya giştî ya Einstein serkeftî bû bes pêşbînîya yekejimarî ya çalereşan xwedîyê pirsgirêkên cidî ye.”
Molina-Niñirola lê zêde dike, “Ev wekhevî gelek rastîyan rast texmîn dike, hebûna çalereşan jî di nav de. Lê di heman demê de pêşbînîya hebûna yekejimarîyan jî dike û ev pirsgirêkek e.”
Çêdibe Çalereşan ji “Valahîyê” Çêbibe
Li gor teorîya nû çêdibe zikê çalereşan ji alîyê teknîkî ve ji valahîyeka tam pêk were. Hennigar dibêje, “Ev belkî hinekê li me ecêb bêt, lêbelê heman rewş di dîtbarîya giştî de jî heye. Di vê modelê de çêdibe çalereş bi temamî valakêş be.”
Li gor Molina-Niñirola, di wan rewşên weha giran de ku teorîya dîtbarîya giştî ya klasîk têra nake, divêt teorîyeka bingin bikeve dewrê. Ev teorîya bingehîn, teorîya erdkêşê ya quantumê be, anku “teorîya her tiştî” ya quantuma fizîkê û dîtbarîya giştî pêkve girê dide.
Lêkolîner, ji ber ku ev teori hêj temam nebûye, “teorîyeka bandorker” a kuu bandorên wê nîşan dide bi kar tîne û wehareng modela navenda çalereşan ji nû ve çêdike.
Li gor vê teorîyê, heger yekejimarîya navenda çaleşeran ji holê rabe, di encamê de gerek ew biveguherin çaleşerên mîkroskobîk. Çalereşên weha di nav namzetên maddeyên tarî de tê hesibandin. Her weha heger teori rast derket, di encama Peqîna Mezin de dikare bandorên berçav ên pêlên girsekêşê bêne dîtin.
Molina-Niñirola mijarê bi gotinên xwe weha kurte dike, “Çavdêrîya pêlên girsekêşê yên pêlên feza-zeman, bondorên ji dîtbarîya giştî derbaz dike nîşa me dide. Ev, fersenda gehiştina bandorên dikarin bêne çavdêrîkirin ên çareserîya yekejimarîyê dide.”