Her tişt bi pênaseyekê dest pê dike. Li gorî pirtûkên olî jî, piştî Xwedê Adem afirandî jê re pênaseya hebûnên li dora wî kiribû, ango nav li wan kiribû û piştî wê Ademî jî ew çêtir nasîbûn. Dîsa li gorî pirtûkên olî, di wê demê de tenê Adem hebû di nav wê xwezayê de, nexwe wisa be xwedayî jî tenê pênaseya wê xwezayê kiribû jê re.
Dinya û dema em niha tê de dijîn ne dema tenêtîya Ademî ye. Em bi hejmareke milyaran tê hesêbkirin mirov hene li vê rûzemînê û bi vê re jî dabeşî bi hezaran kom û civakan bûne, ku her yek xwedî hin taybetmendîyan e û van taybetmendîyan ew ji hev cuda kirine. Ango her mirovek li gorî helwest û şirîkatîyên xwe beşdarî kom û civakekê bûye, ango ev helwest û şirîkatî bi navekî hatine pênasekirin û li gorî wê mirovan beşdarî li van pênaseyan kirine.
Dîsa wekî di pirtûkên olî de tê gotin, piştî xweda Hewwayê diafirîne Adem ji tenêtîyê xilas dibe û êdî ew her du dikarin wekî mirov li hev bicivin. Lê li wir marekî fêlbaz ji Hewwayê re dibêje ger hûn ji wê fêkîya xwedê qedexekirî bixwin, hûn ê jî bigihîjin asta xwedayî û dê bikaribin başî û xirabîyê ji hev veqetînin û encamê de ew fêkî tê xwarin. Wekî em li vir jî dibînin Adem û Hewwa xwe û xwedê wekî du alîyên cuda pênase dikin û di encamê de gava dibînin rêyek heye, hewl didin xwe bigihînin pênaseya xwedayî û bibin xwedîyê taybetmendîyên wî. Yanê em dikarin dabeşbûna kom û civakan, di ser pirtûkên olî re, bi vî awayî jî şîrove bikin û bibêjin ev dabeşî ji destpêka mirovahîyê heya îro her hebûye.
Wekî me di destpêkê de jî got, em li gorî hin taybetmendîyan hin pênaseyan dikin û dû re li dora wan berhev dibin û li wan xwedî derdikevin, ku ev pênasekirin bi navan tê kirin û gava di çarçoveya civakî de jî be, ev pênase dibe nasnava civakê û mirovên li wê nasnavê berhevbûyî jî dibin xwedîyê wê nasnava civakî. Lê wekî em di hizr û helwestên Adem û Hewwayê de jî dibînin, her çiqas em xwedî hin pênaseyan jî bin, em her tim li pey hin pênaseyên çêtir in. Ev yek ji hesta xwerêzgirtinê, ango rêza ezitîyê diqede û mirov her tim li pey hesteke erênî ye ji bo xwerêzgirtinê. Beşdarîya kom û civakan jî ji alîyekê ve xwe dispêre vê yekê.
Li gorî Tajfel (1982: 2), nasnava civakî: parçeyeke têgihiştina takekesî ya ezitîyê, ya ji zanînên wî yên derbarê endambûna komekê an jî koman, qedrê li vê endamtîyê barkirî û jê der hatina watedarîya hestî ye” (Demirtaş, 2003). Yanê bi endamtîya kom û civakan re mirov dibe xwedîyê nasnava civakî ya wan kom û civakan û bi vê re jî pênaseyên wan kom û civakan li xwe zêde dike, ku ji hêlekê ve ji xwerêzgirtina wî re dibin pişt û pal. Lê kom û civakên din, ango yên ne ji wan in û xwedî pênaseyên cuda ne çawa tên dîtin?
Çawa ku mirov dabeşî civakan dibin û nasnavên wan civakan li xwe zêde dikin, dest bi cudakirina civaka xwe ji civakên din dikin û bi senifandin û berawirdkirineke civakî re, civakan berawird dikin û wan disenifînin. Di encama van de jî, civak yan jî koma xwe wekî koma navxweyî û kom û civakên derveyî xwe jî wekî kom û civakên derveyî pênase dikin.
Di bingeha xwe de, ev senifandin, berawirdkirin û pênasekirina wekî koma navxweyî û koma derveyî di xwezaya nasnava civakî de heye û li gorî Demirtaş (2003) jî vediguhêze bîrdozîya nasnava civakî li ser pênc têgehên bingehîn ava ye: nasnava civakî, senifandina civakî, berawirdkirina civakî, paradîgmaya koma herî biçûk û alîgirîya koma navxweyî û binesazîya civakî.
Lê wekî em dizanin gelek caran di navbera civakan de şerên mezin derketine, ku mirov dikare wan şeran di çarçoveya nasnava civakî de binirxîne û bibêje ku her du alîyên di şerî de ne jî xwe wekî koma navxweyî û yê li hemberê xwe jî wekî koma derveyî pênase dikin û loma dikare wekî şerê du nasnavên civakî bê dîtin.
Nexwe divê mirov pirsa vê yekê bike: rast e her kom û civak xwedî hin çawanîyên taybet in û gava li gorî van berhevîyek çêbû, di çarçoveya van çawanîyan de senifandin û berawirdkirin tên kirin û her kom û civakek dixwaze kom û civaka wî xwedî nasnaveke civakî ya binirx be da kartêkerîyeke wê ya erênî li ser xwerêzgirtina wî hebe. Lê çima ev rewş hin caran ji sînorên normalê derdikeve û kom û civak li hemberê komên derveyî derbazî asta dijminîyê dibin û dest bi, ji her avayî ve bênirxkirin, biçûkxistin û heya ji mirovahîyê dûrxistina komên derveyî dikin?
Li gorî Cottam (2016) radigihîne, lêkolîn destnîşan dikin ku gava têgihana erênî ya nasnava civakî ya kesên bi komekê re bi awayekî xurt xwewekdîtin pêk anîne bê tehdîd kirin, bertekên xurt nişan didin. Û ev bertekên wekî bênirxkirin, biçûkxistin, ji mirovahîyê derxistin û hwd. ku me di pirsa xwe de jî bal kişande serê, encamên rewşên bi vî awayî ne, ango komên navxweyî gava hebûna komên derveyî ji nasnava xwe ya civakî re wekî talûkeyê bibînin, bi bertekên bi vî rengî re hewl didin nasnava xwe ji wan koman biparêzin. Çima serî li rêyeke bi vî awayî tê dayîn û çima di destpêkê de pênaseyên nû tên kirin?
Li gorî Memmi (2009), yên mêtînger bi bênirxkirin, biçûkdîtin û di encamê de jî ji mirovahîyê derxistina yên mêtînkirî re, wan dixin rêza tişt û ajalan û di encama vê de jî xwe ji berpirsîyarîyan xilas dikin û loma dikarin di helwest û kirinên xwe de bi vî awayî rehet tevbigerin. Yanê di bingeha xwe de, li gorî komên navxweyî yên êrîşkar, hingî ew komên derveyî di rêza mirovahîyê de ne, di rêza wan de ne û di çarçoveya mirovahîyê de jî yek ji wan in, loma divê ewil ew ji wan bên cudakirin û wekî me di destpêka nivîsê de jî got, ev bi pênaseyekê destpê dike.
Ji alîyê koma navxweyî ve, ji koma derveyî re bi pênaseyên nû çarçoveyeke nû tê çêkirin û di wê çarçoveyê de êriş û kuştina wan ji endamên koma navxweyî re normal tên, ango kuştina mirovekî dijwar jî be, gava ew ne wekî mirovekî lê wekî tişt û ajalekî hate dîtin êriş û kuştina wî jî tê normalîzekirin û bi vî awayî jî bi milyonan mirov dikarin bi hêsanî bên kuştin. Hîtlerî Cihû bi vî rengî dan kuştin, li Rûandayê hutuyan bi vî awayî di 100 rojan de li hemberî tutsîyan komkujîyek kirin, di 1915an de ermenî derê mirovahîyê hatin dîtin û loma bi hêsanî hatin qirkirin, Seddamî li Helebçeyê û di dirêjahîya Komkujîya Enfalê de bi vî çavî li kurdan dinêrî û loma ewqas Kurd bi hêsanî hatin qetilkirin û her sê parçeyên din ê welatê kurdan jî rewş ne kêmî vê bû û niha jî ne kêmî vê ye. Ango ewil pirs tê kirin û bersivek li vê pirsê tê dayîn, ku ev bersiv dibe destpêka pênaseyê: Kî ne ew? Ne mirov in…
Çavkanî:
Cottam, M. L. û yên din (2017), Siyaset Psikolojisine Giriş. (çev. M. Şenol). Ankara: BB101 Yayınları (2016).
Demirtaş, H. A. (2003). Sosyal Kimlik Kuramı, Temel Kavram ve Varsayımlar. İletişim
Araştırmaları, 1:1, 123-144.
Memmi, A. (2009). Sömürgecinin Portresi Sömürgeleştirilenin Portresi. (çev. Süer, Ş.). Istanbul: Versus Kitap.