• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ÇAND

DERÎYEKÊ NAS LI DILÊ BAJÊR: BÊHNA QEHWEYÊ Û XEMLEKA XWEMALÎ DEQ COFFE ART

DERÎYEKÊ NAS LI DILÊ BAJÊR: BÊHNA QEHWEYÊ Û XEMLEKA XWEMALÎ DEQ COFFE ART
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Arya Bayram -Rojnamevana nû ya Nûhev Medyayê- bi nivîsa xwe ya nû li pêş we ye. Bayram kete dû quncikên bajêr û kete şopa rengvedana çand û hunera kurdî modern.

“Derî bi rûkenî vedibin û bêhna qehweyê bi dengê muzîkên nas li kolanên Qoserê vedidin. Tîrêjên rojê li vir radiwestin, sohbetên germ şên dikin vê derê. Gelo ev cihê nas ku der e? Deq Coffe Art berîya 4 mehan li Qoserê dest bi xizmetê kir. Ka em jî bi hev re vê derê bi xwedîya wê, Semîra Altin re nas bikin.”

Xwedîyê Deq Coffe’ê Semîra Altin kî ye?

Semîra Altin di 15’ê Nîsana 1997’an de li Qosera Mêrdînê hatîye ser dinyayê. Zaroktîya wê di nav şînayî û germahîya malbatê de li Qoserê derbas bûye. Piştî ku di sala 2020’an de li Zanîngeha Yakın Doğu ya Qibrisê beşa dîyetîsyentîyê qedandî, rêyeke cuda li ber dilê xwe dît, li şûna klînîkê, wê xwest mekanekê ava bike ku ruh û çanda wê zindî bihêle.

Çîroka Fikrê: Ji bo Ku Em Ziman û Çanda Xwe Jibîr Nekin

Semîra Xanim dibêje: “Me ziman û çanda xwe ji bîr kirîye. Ev e heşt sal in ez li derve me û dema vegerîyam me nema hev fam dikir. Ji bo wê me jî got gerek em cihekê Kurmancî û çandî bi tahmeke kevneşopî vekin. Min li derdora xwe, li ser rû û laşên dayik û pîrikan deq ditîn û min got em ê cihekê bi navê Deq vekin. Pişt re min û birayê xwe ev cih vekir.”

Em di zikê dayika xwe de zimanê dayikê dibihîsin û bi wî zimanî mezin dibin. Lê dema ew deng hate nizimkirin, dengek nas ji kolanan neyê, straneke nas li ber guhê me lê nede, em ê çawa vegerin ser rastîya xwe? Armanca Deq Coffe Art’ê ew e ku me vegerîne ser xwebûna me û em zimanê xwe, xemla dayikên xwe û wan bêhnên resen ji bîr nekin.

Atmosfera Deq Coffe Art’ê

Ev der ne tenê kafeyek e, her weha rawestgehek e ji bo wan kesên ku bixwazin hinekê bêhna xwe vedin. Deq Art Coffe felsefeya qehwehxaneyên nifşa sêyemîn (third-generation coffee house) tîne cem hev ku bi hûrgilî û taybetmendîya amadekirina qehweyê bala xwe dide ser kalîteyê, bi felsefe û ruhê kevneşopî yê resen re. Dema meriv ji derî derbas dibe hundir bi xemla deqan dorpêç dibe. Li qata jêr bar, cihên rûniştinê û lîstikan; li qata jor jî cihê civînê heye.

Rengên kafeyê kesk û pirteqalî ne. Semîra Xanim dibêje kesk rengê heneyê ye, pirteqalî jî rengê laşî sembolîze dike. Ew heneya rehn diherike li ser wî laşî û nexşa deqan dîyar dibe. Ev yek jî me ber bi kevneşopîya me ve dibe. Bi rihê çandî, hûn li vir dikarin bilîzin, civînên xwe pêk bînin, bi tenê bêhna xwe vedin an jî bi hevalan re bi qehweyekê qirika xwe nerm bikin û sohbetên xweş û dilgerm parve bikin. Ji ber ku parvekirin me nêziktirî hev dike, li vir ne bi tenê sohbet tê parvekirin. Ew kesên xêrxwaz, bi xwendekaran re qehweyên xwe parve dikin. Semîra Xanim dibêje: “Divê xwendekarên me jîr û serkeftî bin ji bo wê pêdivî ye ku em alîkarê wan bin.”

Li Vir Rojek Çawa Derbas Dibe?

Seet li 9’an derîyê vê dikanê tê vekirin û roj bi paqijîyê dest pê dike. Bi dengê stranên Kurdî xebatkar tost û şîranîyan derdixin û qehweyan çêdikin. Bi rûyekî ken pêşwazîya mêvanên xwe dikin. Ev der cihekî self-servîs e lê taybetmendîyeka cuda jî li vir heye. Ji ber ku dixtor gelek diwestin û tehbê dibînin, qehweyên wan dibin nexweşxaneyê. Bijîşk ji bo tenduristîya me dixebitin, bi vî awayî Deq Coffe Art spasdarîyê dide nîşana dixtoran.

Xweşîya Herî Mezin: Têkilî û Germahîya Mirovan

Hin mirov hene ku ruhê wan bi civatên germ, bi ken û axaftina mirovan geş dibe. Semîra Altin berçavtirîn mînaka vê ye. Ji bo wê, ev der ne bi tenê karek e; rawestgehek e. Semîra Xanim vê hestê bi van hevokên ji dil tîne ziman:

“Min tim dixwest dikana min hebe û ez bi mirovan re di têkilîyê de bim. Min dikana xwe vekir, dikana mirov mala mirov e. Xwedîyê kar tu bî bi dilrehetî xizmeta xwe û mêvanên xwe dikî.”

Li Pişta Perdeyê: Zehmetî û Maskeya Rûkenîyê

Bê zehmetî, ne‘met nayê li ser sênika meriv. Wekî her karî, di rêvebirina kafeyekê de jî roj hene ku westîyayî derbas bibin. Lêbelê, tîma Deq Coffe Art’ê van astengîyan nakin bar li ser milên xwe. Sira wan a veşartî çi ye? Belê, rûkenî ye! Çi qas zehmetîyên jîyana taybet hebin jî, dema derî vedibe ev zehmetî li pişta derî dimînin û perdeya kenê dikeve ser rûyan. Ji ber ku mêvanên tên vir, berî her tiştî li rûyekî geş digerin. Carinan mêvanên gilîkar derkevin jî – tevî ku hemû vexwarin berî servîsê tên ceribandin jî – ev tişt bandorê li enerjîya Deq Art Coffe’yê nakin. Ji bo wan, dilxweşîya mêvanan ji her tiştî giringtir e.

Hêvîyên Pêşerojê: Ka Kerem Bikin Werin Mala Xwe!

Çîroka Deq Coffe Art’ê tenê ne li ser qehweyê ye; li ser xwedîderketina li ziman, çand û rabirdûya me ye. Dema me ji Semîra Xanimê pirsî “Hêvîyên te ji pêşerojê çi ne?”, bersiva wê tam wateya vê derê nîşanî me da:

“Ez dixwazim xelk vê derê bibînin û bêjin ev kafe ji me ye, wek mala me ye. Bila xelk bizanin em ji vir in, deq deqên dayikên me ne, reng û rûbar yên me ne. Carinan hin mêvanên min tên û dibêjin timî stranên Kurmancî vekirî ne, keyfa me gelek jê re tê. Ez dixwazim zêdetir xelk vê tiştê bêjin û ne tenê ji Qoserê, ji derdorê jî xelk me nas bikin û qesta derîyê me bikin. Bila ziman û çanda me neyê jibîrkirin. Ji ber wê me atmosfereka hem nûjen hem jî çandî vekir. Ka kerem kin werin mala xwe.”

Arya Bayram

Arya Bayram

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.